|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Kabîneya dawî ya li trênê.. |
Dostoyevskî* Wergerandin: Mahîn Þêxanî.*
Her sal dê û bavê Martin ew bi trênê
dibirin ba dapîra wî da ku piþûdana havînê derbas bike. Paþê wî dihêlin û roja
din vedigerin.
:Vêca di salekê ji wan re got
Ez niha mezinim..?. îsal bi tena serê xwe ezê herim ba dapîra
xwe.
Dê û bav piþtî gengeþeke kurt li hev
kirin. Û va ye, di roja destnîþankirî de, li ser rawestgehê radiwestin û hin
fermanan jê re dubare dikin ... û ew xwe ufkufî dike ...
Min hezar carî ji we bihîstiye ..!.
berî ku trên biçe bi demekê :
Bavê wî nêzîkî wî bû û di guhê wî de piste girin, heke tû
bitirse an nexweþ bibe ev ji bo te ye." Wî tiþtek xiste bêrîka zarokê xwe"
.
|
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Fermana Destgîrkirinê (kurte çîrok) |
Zara SalihWê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leþkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule bêdeng derbasbûn, êdî ji nîþka ve bi zîqênî derî vebû. Çavên wî çi bibînin, tenê du lingên mezin mîna yê cinaweran li ber wî ketin û ne giha serî bibîne. Tevzînokên sar hemû laþê wî girt û nema zanîbû çi bike, xwêsî li þûna gotina di qirka wî de ma û wilo, lêferihayî, sekinî û rê ne dida deng da derkeve ji zengelorê. Rabû, bi destekî lerizî, ew kaxez da dest. Tirs her berdewam e. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Taximê kongir ( kurte çîrok ) |
Zara Salih Bihnefiþk pêket ta ku bi pêpelûkên derenca ve hilkiþiya û giha salona textorê xwe yê dinana. Berdestîka textor bilez bi mamoste ve hat gava dît ku bihna wî wilo çikiha ye û hindik maye ku bikeve erdê de. Ew ser kursî rûnand û qedehek av jêre anî ta ku hinekî bihna wî hate ber. Du nexweþên din jî li benda dora xwe bûn. Tirs bi wan jî ket çaxê wilo ew dîtin, heme herduwan gotin bere mamoste berî wan derbas bibe. Textor jî hate bi mamoste ve û ew derbasî hindur kir. - Em î xitiyar bûne textorê delal, zimanê min bostekê derket heta ez gihiþtim cem te. - Tu hîn xortî mamoste, wilo ne bêje. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Firyal Hemîd
Destpêka heyva Gulanê , gundyan dest bi paleya nîskan dikirin. Di nava wan palan de çend qîz û xortên evîndar hebûn, ku ew ji kêfa dîtina hev re qet ji karî nediwestyan. Weso, ew lehenga jinbî bi dengê xwe yê zelaln û qube stranên paleyê digotin. Bi dengê wê re û bi çinge çinga Das û Qalûçkan palan Efsaneyeke xweþ ji evînê peyda dikirin. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Ji çîrokên vê berhema min a çapkirî |
Bi weþandina van kurte çîrokan, wê çîrok nivîsek bi nav bibe, ew e: Lewend Dalînî (Sêf Dawid)! Ev ne propagend ye, an jî rêklame ke, na! ew rastiyeke, dema ku xwendevan sêzdeh, çîrokên vê pirtûkê bixwîne. Ev bi xwe ne merceke, lê belê daxuyaniyek wêjeyî ye. Brahîm MehmûdÇîrok 1. HÊVÎYÊN QURMIÇÎLewend Dalînî
Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûþekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya þandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?
|
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Wehîd keleþ Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka þil, di bin wê baranê de ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar. Rojîna þazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû, hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye. Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo þêrîne. Bigirî Rojîn girî ne þerme, girî hedara dile, ew dilê tê kuvaþtin, dilê te ye Rojîn. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Dr. Xelîl Omar Dengê reyandina Tûjo ji hewþa baþûr hat û pê re dengê Eliyê Keleþ hat: – Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne? – Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî. – Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne. – Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êþ bê, fermo derbasbe, serçavên xwe biþo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: ((AHRÎMAN Û FER`EWN)).. KURTE ÇÎROK |
Sedîq Melladibêjin: Ahrîman bihîst ko Fer`ewn ji miletê xwe re dibêje: (ez xwedayê we me!) Ahrîman xwest vî xwedayi bibîne. ...!!!! Hilkiþiya ber dergehê eywana fer`wen û li dergeh da. Fer`ewn pirsî ew kî ye? Ahrîman deng ji xwe ne anî û bersiv neda . lê dîsa li dergeh da. Fer`ewn pirsî : Ew kî ye? Ahrîman dîsa bersiv neda . |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Zîlan Hemo
Min xwe dabû piþt dîwarekî ji kevirên reþên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveþtibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin...qirika min dêþiya...dilê min bi min diþewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî biþewite, wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû. Min digot xwezî dema ez weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min meþ taim nekiriba, xwezî min xweþiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxweþ biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxweþ bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.
|
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|