Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Helbest u pexþan: Vedenga kiþwerên omîdan.


Mizgîn Hesko

Gotina xweþ
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
Wiha...
Ji qutiya rengan re digot...!

Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexþereyên axê
Þahmaranê...
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
Û ji nuh...
Ber bi destên werzan ve
Dibarî...!
Gulþevînên qurmizî û mest
Vedenga kiþwerên omîdan...?!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: BÊHNA ÇIYAN



Xemgîn Remo
 
Li derve baran keziyê dargulan diþo
Gul bi hemî ciwaniyên xwe
Rûgeþ dikenin
Dengê meþka dayikê û wîçewîça þalûran
Awaza bi hev diguhêzin
Li ser ristê du hechecûk
Yariyan bi hev dikin
Çavekî min li gula ye û yek li hechecûka ye
Giyanê min jî bi strana ( were têlî )
Bangî dilberê dike ....

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Derew


Mihemed Hemo

Roja; ketime ser zemînê
Ji vir de, wê de!
Derew li min barîn!
Peyva pêþin
Ku ji min re hate gotin!
Bi bang
Di guhê min de dotin!
Bi dengê bilind
Di guhê min de gotin!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Vedenga þevê



Þêrîn Saado

Þevek bi reþbûneke bê dawiye
Ne wekî her þevan e
Nizanim
Heyv û sitêr
Di zindanên xwedawendan de
Girtîne
Yan tarîbûna van hestane
Tê bîramin
Dem buhar bû
Heyv di himbêza þevê de
Þiyar bû

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Têhna reþaya çavên Te



(Lewend Dalînî) Dr. Saif Daoud

Dema reþaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûþk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Piþkivîn!? û
Dû demîn dibûn!?

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Bi boneya bîranîna koça dawiyê yê serokê gelê Kurdistan nemir Mile Mistefa Berzanî .



Ebdilmecît Þêxo

Di Pasa Çiyayê Kurmênc de

Bese!
Çavên xwe
Bi nêrîna çiyan
Û giran bêþîne !
Biwestîne!
Bi min re got:
Lê lêvên wê li rex min
Dilerizîn.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: QERMÛÇEk


 
Mihemed Hemo

Ez nizanim!
Na! Nizanm, di fîncanan re binihêrim
ne jî bixwînim.
Fîncana te, bila ji te re be!
Ne dikarim heyva di fîncana te de, ronak bikim
Ne jî stêrka tê de, çurûsk bikim
Û ne jî stêrka fincanan, nêr û mê bikim
Ji min bawer bike!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ew yara min e.


Mizgîn Hesko

Mîna Gulgamiþ
Ez mame di rê de
Giham û negiham kaniya jiyanê
Kanî ava...
Di çavên Dilberê de..?!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: MÝRÝNEKE AZAD



Xizan Þîlan

dergehên xurbeta miþextiyê
ji min re  bûn rawestgeha
sermestiyê
demên xweþ û geþ
di ber temenê mesûm re gav bi gav
com bûn
bîranînên xortaniyê
li nav kavilên salên têkçûyî
can dikiþînin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Pênûsa min û Þakiro!



Ezîz Xemcivîn

Þakiro,
qîrîna ko pelgan diçirîne,
derdê ko derdan bi xembariya xwe dihûne!
"Mîro, hey mîro" ji min re peyva dil e..
"Bira lo bira"
adara evînê kilîtê di destê pênûsê de dilivîne..
"Serbizêrê" guhdêrê,
xatûna welatê afrêneriya hiþ çi dike û bi kû ve diçe?
Þemhilatî, dilber li kû maye
dereng maye, dereng maye!
"Eman hoyoyo",

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Serdema yekemîn guneh



Text: Welat Muhemed
Werger: Fewaz Ebdê


Di serdemekê de
 Mîna geyayê bi aviyê re ketibe semayê,
Mîna kulîlkeke ber bi Buharê ve dibeze
hat
Lerzîna xwe ya yekem hilgirtiye
  Ji bo siyeke ku
     ji sermayê bêzar bûye, bêriya rokê kiriye
 ..... û germê rû da

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Esîr im,



Ezîz Xemcivîn

devê te bi xwîn e!
Mendal im,
pêçeka min nepelîne!
Ji bo lêvên te ez ne þekirok im!
Menar im,
ne mircana li ser sînga porbiriþkan im,
nefela li biyabanê zordariya we me!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Xelwetgeha Ronahiyê.



Mizgîn Hesko

Nîvê þevê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!

Matmayîneke herî sosret
Canê min...
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min...
Dikeritîne!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Þev



Margot S. Baumann
wergêr : Tengezar Marînî

Helbestvana me îro ji Swêsra ye. Margot S. Baumann
Zitate zur Übersetzung:
Erkê wergêr e ku bi zimanê xwe, zimanê petî û pak azad bike, ku di bin sêhra zimanê kesekî din de ye, serbestkirina zimanê ku di berhemekê de girtî ye, di kopîya wê xebatê de. Walter Benjamin
Es ist die Aufgabe des Übersetzers, in seiner eigenen Sprache die reine Sprache freizumachen, die im Bann einer anderen steht, die Sprache zu befreien, die in einem Werk in seiner Nachbildung dieses Werkes gefangen gehalten wird. Walter Benjamin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ji Efrînê heta bi Serê Kaniyê û Þingalê



Ezîz Xemcivîn

Me berê xwe daye ola dijminên xwe,
ji "Lat û Eze, ji Kevir û Xurme"
tako yasaya serjêvekirinê bi mizgînîya reþ gihaye me!
Tîpa þûr zimên dibirre!
Gotina þûr koka rewiþtan dibirre!
Helwesta þûr, seriyan ji dîrokê vedibirre!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: WARÊ MINO



Ehmed Tahir

Ger tu çiwî Qamiþlokê
Bêje,Ehmed li Duhokê
Pir xemgîne di vê rojê
Jiber ku ji te hez dikê
Gelo,kengî ew roj werê?
Em bighêrin wê qederê

Bixwîne...

Helbest u pexþan: RÊVEÇÛN



Xemgîn Remo
 
tu bi rêve diçe
Ba li bin porê te dilorîne
Bêhna gulavê dorhêl hemî
Bîn belavin ....
Çûkê vînê sermest dibin
Li biyabanê tî
Hilfirîn û awazê wan
Bi kesera firek avin ...

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Çivîkên ber oxirê



Mizgîn Hesko

Çi spêdeyeke xembar û mijgirtî bû

Gund û þar
Kolan bi Kolan
Di pêlên bêdengiyeke domdar de.

Xewnên...
Bi kulîlkan dagirtî
Li benda biharê...

Bixwîne...

Helbest u pexþan: KAYÎN



Ereb Horê

Bi qasî salên ez
Jiyayî
Sal divin
Ta bikarim
Bihijmêrim
Poþmaniya.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: JI PERÇEMÊN SOZÊ



Þukrî Þêx Nebî

ew embûn ...
nizanim
yan ew ezbûm ?
yê ku meþka sozê dikland
li ber kêlegora rista wategehan
ji heyva tîyenoþ..

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Azadî



Êrîsh Frêd
Wergêr: Tengezar Marînî

peyvek ya Êrîsh Frêd
Ji dinyayê re tu kesekî, lê ji kesekî din re tu dinya yî!
Für die Welt bist du irgendjemand, doch für Irgendjemand bist du die Welt!
Erich Fried.

Azadî
Ku were gotin
Azadî li vir serdest e
eve þaþiyeke herheyî ye
an jî derewek e:

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ez nehrewankirî dikim ku ez jiyam



Pablo Nîruda
Wergerandin: Mahîn Þêxanî


êdî hêdî dimirin
Kî danrê nake..?.
Kî naxwîne..?.
Kî guh nade mûzîkê..?
Kî ne rind be..?!
Bi çavên xwe ne hatî be rêya rast.
Ew hêdî hêdî dimire
Kî dibe koleyê pêgirtan..?.
Kî her roj heman rê bikar tîne..?.
Yê ku qet pêgirtinên xwe naguherîne
Kî rîska guhertina Rengê cilên xwe nake..?.
An jî yê ku Ji kesekî nenas re na peyive.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Bi du Jîna



Gulþah Sulêman.


em kurd jîn dibin
yek jîna Emînî  keça seqezî
ya dî ĵîna  pêþrewê Dizeyî
mindala sava hewlêrî
herdu bi baskên pakrewaniyê
ber bi buhiþtê ve firîn

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Darberûyek û heþîn têm...!



Mizgîn Hesko

                / Yek Jîna. Du Jîna û hezarbare Jîna /

Jîna...
Û dubare û hezarbare Jîna...?!
Min vemirînin
Û vaye avdar di rê de
Ji nîv axê...
Tiliyên sava!
Gulnewroz û guljîn
Û kembereke ji keskesorê
Bjina darberûyê himêz dike...!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ne bi destê me ye,



Ezîz Xemcivîn

xort û keçên me
Þervan in, Girîla û Pêþmerge ne!
Ne bi destê me ye,
em neyarê neyarên xwe ne!
Ne bi destê me ye,
em li ser axeka pîroz çêbûne!
Ne bi destê me ye,
Kaniya kîna me ji kîn û zikreþiya we dizêt!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: NAMA VEKIRÎ



Ehmed Tahir

Ez ê binivîs im eþker e
Nayêm firotin bi zêr û pere
Xwe naveþêr im di piþt perda
Wek siyasetmedar û rêber e
Ji xwe nakin þerm û fedî
Qet li me nabin xwedî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: NIMYIÞKARA CILAN


Ereb Ereb Horê

Cil û brgên li ber bejnê, ka binere
Bê biþkok in, ser laþê, þad û þer e
Çi periya dîyar e, ser þanoyê
Xiste telsê, amade û pêþber e
Xwîl dimeþe, mîna leylan û mijê
Dibe, tîne kemaxên gilovere
Vêvirîne, beþ ciyên aranê

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Himêza axê û dilên vêketî.


Mizgîn Hesko

Hêdî, hêdî find û þemalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir...
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de...
Dilên hîn sincirî hene..!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Di Çavê Azmên de



Tengezar Marînî

Ez yê ba
di bêdengiya min de sema dike
Çavên xewar
Ewrên sist
Li wir
Melodiyek ji dest xwe çûye
Henaseyekê dikêþim

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Xirêniya werzan û keservedanek!



Mizgin Hesko

Xirêniya werzan
Û keservedanek...!

Rêyên tikûvala
Û pêlên mendehoþ
Þilo, pilo ne...
Pirtikên darbeniyên miþext...!

Spiyekî berfereh
Û þopên berbengê
Li siya xwe lukumî...!

Bixwîne...

X

Helbest