Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Hevpeyvîn: «xwezî du sê heb bîna Reþîd hebûna!» Hevpeyvînek li gel Dîroknas û nivîskar Profesor Celîlê Celîl.


Adil Xelîl - Siwîsra

Di 12.05.2018 an de, ez çûm Vienna, da ku hevpeyvînekê li gel Dîroknasê kurd, nivîskar Profesor Celîlê Celîl bikim. Sedemên vê hevpeyvînê gelek bûn, lê ya sereke ew bû, ku 50- salîya koça dawî ya Zimanzan Reþîdê Kurd bû. Me kar dikir ku em hemî berhemên Reþîdê Kurd, çi Rêziman a wî, çi helbestên wî ku cuda cuda belav bûne bidin hev û di yek pirtûkê de derxin, wek karên giþtî yên Reþîdê Kurd.
Mixabin ev kar hinekî bi dereng ket, gelek sedem hebûn. Ev kar hazir dibe û bi hêvîme di nêzîk de wê derkeve.
Ne hesan bû di wexte ke teng de li Vienna hevpeyvînkê li gel Prof. Celîlê Celîl li darxin. Ji alîyekî ve dema Prof. C. Celîl nebû û ji alîyî di ve du rojên min mabûn.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Ehmed Silêman : Rêjima Sûriyê bi bijardeya leþkerî rêyên çareseriyê aloz kirin û deriyê destwerdanên derve di welêt de vekirin


Qamiþlo : Kemal Þêxo
Werger ji Erebî : Hiþmend Ebdilmenan Þêxo

Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê ku yek ji kevintirîn partiyên tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê ye dibîne ku pêvajoya asayîbûnê di navbera herdu rêjîmên desthilatdar li Enqerê û Þamê bi daxwaza Rûsiya û piþtgîriya Îranê ye piþtî civîna Sê alî di navbera serokên Rûsiya û Tirkiyê û Îranê de di dawiya heyva Tîrmeha derbasbûyî de .

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Sehribana Kurdî: bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe


Hevpeyvîn Gulistan Beþir   

1_Sehribana  Kurdi ya Navdar  kîye?
Ez Þehribana Kurdî me.
Ji Navçeya Qoser`ê me. Qoser navçeyeke bajarê Mêrdîn`ê ye.
Bavê min karkerekî þaradarîya bajarê Ýzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata  min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek derbarê Peymanên Navdewletî yên girêdayî çarenivîsa Gelê Kurd li gel akadêmîsyen û yasanasa Kurd Xanima hêja Dr. SOLÎN XAN HACADOR


Çavpêketin û amadekirin: Ebdulezîz Qasim

Di 24`ê Tîrmeha 1923`an de, Peymana Lozan "Treaty of Lausanne", bêyî beþdarbûna nûnerên gelê Kurd hat lidarxistin û tê de hemû bendên taybet yên Peymana Sêvrê "Treaty of Sèvres" di 10.08.1920`an de hatin jinavbirin, ku hêviyên mezin li pêþiya damezrandina dewleteke kurdî hatibûn vekirin, bi taybetî di bendên 62, 63, 64 yên "Treaty of Sèvres" de, ku bi awayekî zelal maf ji bo damezrandina dewleteke kurdî hatibû dan, lê berûvajî ku pirsa kurdî bi carekê di 143 bendên Peymana Lozan de hatibû tinekirin, û bi tenê li gorî bercewendiyên Fransa, Înglîz û Tirkiyê hatibû îmzekirin, ji bo bêhtir em li ser van herdu peymanên navdewletî rawestin, me xwe gihand yasanasa Kurd ya bi navûdeng Akadêmîsyen Solîn Xan, xwedana du bawernameyên doktora ji zanîngehên Îspanî û Înglîzî di biwarê yasa, aborî û siyasetê de.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Yekem Peraþûtvanê Rojavayê Kurdistanê: Min dît ku ez dikarim bifirim


Hevpeyvîn û amadekirin: Idrîs Hiso

Navê wî Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêþ e, lê tênaskirin binavê Can Derwêþ bûye, yekemîn Peraþûtvan ji Rojavayê Kurdistanê, li gorî zaniyariyên li ber destê min heta niha ti kes ji Rojavayê Kurdistanê, nebûye Peraþûtvan.
Can Derwêþ di 20.04.1981ê de li  Gundê Koçeriyê ji dayik bû ye, Koçeriyên yek ji gundên ser bi parêzgeha Hisiça ya Rojavayê Kurdistanê ve ye, nêzîkî bajêrvaniya Til Berak e.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Diolvan Misto: Bi hunerê civateke dagirtî ciwanî û evînî ava dibe


Hevpeyvîn û amadekirin: Idrîs Hiso

Jibo pêkanîna yek ji piroje û armancên xwe, ew tecrubeyek taybet bi hemû þêweyî dijî, jibo hest bi êþ, azar û hêviyên hunermendekî bike, xwe di temenekî mezin de fêrî þêwekarî û peykertaþiyê kiriye.
“Jibo ez hest bi bandora bihna rengan û dengê mûyên firçeyên resim li ser hunermend bikim, herwiha jibo ez bi xwe li dengê ezmîr û çakûç dema ku nexþan li ser berdekî çêdikn, jibo ez cudabûna bihna xwêdana hunermendekî bikim dema dixwaze ji hiþkayî û zuhabûna kevirekî ciwaniyê biafirîne, min xwe fêrî peykertaþiyê kir” hunermendê me wisa dibêje.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek ligel Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv


Ebdûlazîz Qasim

(Eedebiyata kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî kevin û zengîn e, cara yekem ev Edebiyat li ser hîmê zargotinê hatiye gotin, û zargotina me jî gelekî kevin û dewlemend e û pir þaxeþax e)
Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd yê herî navdar, dewlemend û berhemdar e, herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî mezin e di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de, serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta berê ye, cêgirê þerefî yê serokkomara Qazaxistanê Nûrsûltan Nazaryêv e, doktorê fîlologîyê, profêsorê Akademîya Navnetewî ya Zanyarî û Akademîya Zanyarîyên Xwezayî ye, bûye serwêrê kafedra Fîlologîya Rohilatê û prorektorê Zanîngehê, heta niha 500 xebatên zanyarî û 30 pertûkên edebí dane çapkirin, herwiha serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” e, û berhemekî  zanyarî-edebî bi kurdî, bi du cildeyan, bi sernavê ”Kurd: Dîrok û dema nû" heye, ji bo bêtir pêzanîna li ser jîyan û xebata Prof. Kinyaz Îbrahîm me di kovara Pênûsa Azad de bi giringî dît ku hevdîtinê ligel Prof. Kinyaz bikin:

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Narîn Omer : di 10 salên dawî de Pirtûkxaniya Kurdî dewlemend bûye


Mahir Hesen

Berhemên Wêjeyî bandorê li rewþê dike û jiyanê vedibêjîne da ku em karibin raman bikin an jî wekî rastiyek li pêþberî xwe bijîn, lê dibe ku ev rol li gorî baweriyên rewþenbîr û nivîskar û rexnevan be ên dûr û dirêj di xeyalên xwe de erênî an negatîf berheman radestî mirovan dikin.
Here li vir bi rastî rola wêjeyatê û bandora wê di heman demê de, dihêle þopîner û xwendevan bihizrin û di wê kêliyê de bijîn mîna ku serpêhatiyan bi wan re çêdibe. Berhemên edebî ne tenê ji bo xweþiyê ne, lê di heman demê de ji bo xurtkirina baweriyê jî. Çi çîrok, helbest, û roman û hwd ew bandorek veþartî li ser hestên mirov dike, weku mînak di warê Netewî de.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Rojbîn kizil Hevrêya hestên nazik


Mahir Hesen
 
Dahênana Muzîkê di mêjûya me de yek ji serfiraziyên herî mezin e, û pêngavek e ku kurdan li her serdemekê de êþa xwe pê nîþan kirine û ji bo cîhanê dane zanîn û ronî kirin. Muzîka Kurdî ne encama kêliyek ye , yekem awaz li seranserê dinyayê bi zimanê Hurî ye ( tuxmê kurdan)  û bi rengek ku peyv û hejmaran tê de hatiye nivîsandin. Bi wateya Kurdan bingeha pîvana muzîka navneteweyî ya îro hatî pejirandin danîn e.
Ew encama hewildanên dirêj ên li seranserê serdemên dîrokî bû, heya ku Muzîka me gihîþt tiþtê ku niha di mercên pêþkeftinê diyar dibe . 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Ez û Konê Reþ û Mihemed Arif Cizîrî


 Hevpeyvîn: Mefer Kurdil

  Min di derheqê jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî de, çend tiþtên bi taybetî ku li ser torên civakî hatine belavkirin ji niviskar û lêkolîner Konê Reþ pirsî. Min xwest ku ew Mihemed Arifê ji terefê gelek kesan bêtir weke stranbêjê eþqê û tenê li ser dilan kilam gotiye derdikeve pêþ, bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir, li ser ked û hezkirina wî ya Kurdî û welêt bisekinin. Fermo; ez û Konê Reþ û beþek ji jiyana Mihemed Arif Cizîrî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Bahar Marûfî: Sînema ji bo min Evîn e



 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso
 
Bahar xanim tu bi xêrhatiye bo bajarê Duhok û beþdarîbûna te di Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê de.
Zor spas, ez jî gelek kêfxweþim ku li Duhokê me.
Tu dikarî xwe bi xwendevanan bide nasîn, Bahar Mûradî kî ye?
Ez Bahar Marûfî me, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Ormiyê me, min zanko beþê Bîrkarî xelas kiriye, û ev çar salin ku ez wek lîstikvan (Akter) ê sînema kar dikim, û di nav vî karî de jî berdewamim.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi Narîn Omer re


 Imran Yûsiv

“Hevaltiya min û nivîsînê ez ji pêlan û reþtarî û zordariyên gerdûn û jiyanê parastim”
 (Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, Xwendina serete û navendî û bi domahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kiriye, û piþtre ew tevlî Zanîngeha “Dîmeþq”ê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an de xwendina zankoyê bi dawî kiriye, “Beþê
wêjeya Erebî”, di kulîjeya Adab de.Wê karê mamoteyiyê kiriye û di hemî
pêvajoyên fêrbûn û xwendinê de.Sisê zarokên wê hene “Dastan, Sazîn, Þêrîn”.
Destpêka nivîsînên wê: Helbest, roman û gotarê dinivîse û gelek xelatên wêjeyî wergirtine.)

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Derhênerê Kurd Ardin Diren: Sînema li ser asta cîhanê jî di qeyranekê de ye


 Hevpeyvîn: Idrîs Hisso- Duhok
 
Ardin Diren di sala 1988an de li Kurdsitanê, bajarê Batman jidayikbûye, Derin li zanîngeha Eskîþehir û Akdenîz, beþa Sînema xwendiye, piþt re vegeriyaye Kurdistanê li bajarên mîna Amed, Batman û Wanê jiyana xwe derbas dike û  karê sînema dike, herwiha ji hejmarek kovar û rojnameyan re gotaran derbarê sînema û rexneya huberî dinvîsîne û ji bo rêxistina festîvalan jî dixebite.

Ji bo me hatina wî bo bajarê Duhok û beþdarbûna wî di festîvalê de bi fîlmê Her Malek Dibistanek, derfet bû ku em vê hevpeyvînê pê re bikin. 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Keremo: Temenek tenê têra dêkomêntkirina êþ û azarên Kurdan nake


 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso

Keremo, di sala 1984an de li Bakurê Kurdsitanê, li navçeya Farqînê, ser bi Amed ve, li gundê Cano jidayikbûye, zaroktiya xwe di wê keþûhewayê de, ku rojane tawnên kuþtina kesayetiyên Kurd ku xwedêgiravî ji aliyê kesên nenas ve hatine teror kirin qedandiye.
Di temenê 12 salî de, ji ber sitemkariya dewletê malabat wî ji Kurdsitanê bardike û li Stembola Tirkiyê bicihdibin û li wir wek penaberan dijîn. Demekê li Stembol û Enqera xebata siyasî bi Paritiya Gelên Demokrat (HDP) re karkiriye, lê ji sala 2004an ve heta niha xebata xwe di warê hunerî û keltûrî de berdewam dike.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Perî Ibrahîm: Hêviya min ew e ku saziyên taybet bi sînema li Kurdistanê çêbibin


 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso

Perî Ibrahîm,
li Kurdistanê, li bajarê Dirbêsiyê jidayikbûye û mezinbûye, di destpêka temenê xortaniya xwe de, di sala 1989 an de derketiye dervî welat û çûye welatê Birîtanya li herêma Skotland bicihbûye, li wir dest bi xwendina sînema kiriye, heta ku lîsans, master û dektora stendiye, piþtre jî wek derhêner hejmarek fîlm çêkiriye, binavtirîn fîlmê wî Gas Attack (2001) e.
Perî di telvîziyonên mîna BBC, TV FIVE, 4C, 4 NEWS û hin telvîzyonên din jî kar kiriye, fîlmên wî li Britanya û dervî Birîtanya hatine nimayiþkirin.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mihemed Þerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexþan tê de Kar Bikin


Dîdar: Macid Mihemed
wergerandin ji Erebî: Þiyar Silêman

Tê zanîn ku dema þoreþ vêdikevin , çi yên ku bi ser dikevin û çi jî yên ku ji encama fakterên navxweyî an jî derekî paþdikevin. An jî dema þer li cihekî dest pê dike û bi têkçûna aliyekî yan hemî aliyan bidawî dibe. Beþek ji mirovan hene li ser astin din kar dikin, dûrî eniyên þerê çekdarî, bi þêweyek bêwestan ji bo pêkanîna armancên mirovî tevdigerin, û dûrî tewanan in, dijî çi aliyekî be, û li seranserî dirêjiya wan deman ew kes kar ji bo sivikkirina barê þer li ser milê sivîlan dikin, ew sivîlên ku debara jiyana wan ji encama aloziya rewþa welat nema dibe, û yek ji wan saziyan saziya “Hîtma” ya geþepêdana rewþenbîrî û civakî ye, ya ku alîkariyên mirovî ji hewcedaran re pêþkêþ dike, lewra em hevdîtinê bi serokê wê Mihemed Þerîf Mihemed re dikin, ji bo naskirina kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî de.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Sibe dîrokek nû li Kurdistanê destpêdike


Idrîs Hiso
 
Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û piþtre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Di 28ê  Gulana vê salê de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yekîtî Niþtimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpêkiribû jî lê îro 09.06.2019 an biryar dabû ku wê þandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giþtî Kosret Resûl beþdarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Ehmed Qasim: PYD Yekrêzî Weha Naskiriye, Divê Hemû Partî di bin Siya Ala Wê de Bin


Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Ji bo ronîdana ser pêþveçûnên siyasî û yên meydanî li qada Sûriyê, û zêdebûna þerxwaziya rêjîma Esed di dema dawî de, ji ber ku wê ruxset ji dewletên garantor bi dest xistiye ji bo navçeyên ne di nav deverên kêmkirina asta þer de bumbebaran bike. Û her weha þirovekirina helwesta nerazîbûnê ya bi denkekî bilind ya sikirtêrê Partiya Demoqrata Pêþvero ya Kurd “ Hemîd Derwêþ” ji kiryarên PYDê yên tundkarî, û her weha der barê koça dawî ya têkoþer û siyasetmedarê Kurd yê mezin Celal Telebanî, û nepejirandina civaka navdewletî û rêjîmên deverê ji encamên giþtpirsiya ku bi þêweyekî demoqratî li Herêma kurdistanê pêk hat. Ji bo van teweran tevan, beþê Kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niþtimanî ya Hêzên Þoreþ û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi serkirdeyê Partiya Demoqrata Pêþverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Qasim re pêk anî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn Li Gel Romanivîsa Sûrî Meha Hesen


Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
 
   Meha Hesen; romanivîseke Sûrî ye, ji gundê Metîna yê ku bi ser herêma Efrînê ve ye, û ji sala 2004an de li Ferensa dijî. Du romanên wê xanimê gihîþtin lîstedirêja Xelata Boker a romana Erebî. Meha Hesen; li zanîngehên Ewropî pir hevdîtinên çandî li Biroksêl, Frankford, Strasborg, Rên û herweha li welatên Erebî jî wek Beyrût, Þarqa, Dewha, Qahîra, Eldar Elbeyda û HWD, li komcivîn, pêþangehên pirtûkan û çalakiyên çandî beþdar bûye.
  Rojnama Rewþen hevpeyvînek ji romanivîsa Sûrî Meha Hesen re çêkir, û em di vê hejmarê de wê hevpeyvînê diweþînin…

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Fawaz Husên: “Eger ez ne nivîskar bûma, ez nizanim min ê çi xwelî li serê xwe bikira”


CIWANMERD KULEK
 
Ez dixwazim bi babeteke ku di wêjeya te de her tim xwe dide hîskirin dest pê bikim: Bajarê ku tu lê çêbûyî. Amûdê ji bo te çi ye?
- Ez li gundê Kurdo, di destpêka nîvê duyem ji sedsala bîstan de, li dora Amûdê çêbûme. Ez heta 20 saliya xwe herdem li wan rast û navan bûm û paþê, çûme Helebê, Stockholmê û aniha jî li Parîsê me. Di gotarek xwe de bi navê «La lumière du Sud-Ouest», ango «Ronahiya rojavayê baþûr», Roland Barthes dinivîse ku «tenê zaroktiya mirovan welatê wan e». Welatê min ne Sûriye û ne Kurdistan e jî, lê ew zaroktiya min a li Kurdo-Amûdê ye. Tiþtekî din, Cioran dibêje ku «mirov ne di welatekî de, lê di zimanekî de dijî. Welat tenê ev yek e û ne tiþtekî din e.» Ez dikarim vêga bêjim ku Kurdo-Amûdê û zimanê Kurdî ji min re welatek in.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Stêrkek Ji Welatê Me


Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
 
Dûrî helbestê… Melek Elo kî ye?
 
Ez ji herêma Efrînê, gundê Kefirsefrê me, li pir welatan geriyame, niha ez ji welatê xwe bi dûr ketime, min zaroktî û berxortaniya xwe li Þamê borand, û li wir min xwendina zanîngehê; kulêca Adab, beþê zimanê Îngilîzî bi dawî kiriye, min karê mamostetiyê kiriye û weke wergêr jî kar kiriye, sala 2006an li Qeterê min weke rojnamevan û peyamnêr di kenala Alcezîra Îngilîzî de kar kiriye.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: D. Mehmûd Abas : Þoreþ Bidawî Nebûye, Gelek Riyên Dijwar Li Pêþiya Me Mane


Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Piþtî komelkujiyên tirsnak yên der heqê sivîlan li Sûriyê bi giþtî û li Helebê bi taybetî, yên ji hêla Rêjîmê û milþyayên wê û balafirên Rûsiya pêk hatin, Heleb pir nêzîkî ketina bi temamî di bin destê Rêjîmê de ye, û bê guman derketina Helebê ji nav deverên þoreþê, serkeftinek derûnî ya mezin e ji Nîronê Sûriyê re, ji ber ku Heleb duyem bajarê mezin ê Sûriyê û paytexta wê ya aborî ye.
Û her weha derbarê rewþa þoreþê û tiracîdiya mezin ya ku gelê Sûrî tê de dijî.  me ev dîdara taybet bi þirovekarê siyasî  D. Mehmûd Abas re, yê ku niha niþteciyê Amerîka ye, pêk anî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mele Nuredîn Yekta : Kurdên Bakur ji netewa xwe pirr dûr in


Hevpeyvîn Bi Mele Nuredîn Yekta re
 
Amadekar: Cankurd   /  11.11.2016
 
Hêja Mele Nuredîn Yekta, di serî de wê bo gelek xwendevanan baþtir be, ku tu bi xwe, ji wan re xwe bi kurtî bidî nasîn, ji aliyê ramanî, siyasî û wêjevanî ve, de fermo birayê delal.
 
Ez 24 ê Adar a sala 1957 li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Mûþê hatime dunyayê. Min di þeþ saliya xwe da dest bi xwendina medresê kir. Dûvra min dibistana seretî li gundê xwe xwend û derketim medresan. Bi xwendina medresan ra min Îmam-Xetîb jî xwend. Sala 1978 anda li bajarekî me Kurdan bûm îmam.
Dûv ra ji ber meseleyên siyasi gelek caran hatim binçav û sirgûn kirin û ceza dane min. Va bû 20 sal e ku li Almanya dijîm.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, serkirde di Partî Demokratî Kurdistan -Îran de..


  Hevpeyvîn: Hisên Ehmed

 Sedemên dûrxistin û çewisandina siyasî û ewlekarî, ku rêjîma melalî ya Îranê di derheqê Partî Demokratî Kurdistan - Îran de, ji dema damezirandina partiyê ve û ta niha bi girantirîn þêwe pêk tîne, ji binçavkirina endam û serkirideyên wê, ta bidûvketina wan li derveyî Îranê û kuþtina wan ji hêla pir kesan ve nayê têgihiþtin. Lewra jibo naskirina rewþa vê partiyê, me ev hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, yek ji serkirideyên partiyê pêk anî...
- Partî Demokratî Kurdistan - Îran hejmarek car parçe bû. Li aliyê din, jibo bidestxistina mafên Kurdan li Kurdistana Îranê, vê partiyê gelek pakrewan dane, di serê wan de sekreterê partiyê þehîd Ebdilrehman Qasimlo û bilî wî. Hêvî ew bû, ku xwîna wan pakrewanan yekîtiya partiyê xurtir bike, lê ne rê li ber parçebûnê veke. Li ser vê bingehê, em ji we dixwazin hûn rewþ û rojeva partiyê ji dema kuþtina Qasimlo, ta îro ji me re þîrove bikin.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek li gel nivîskar û rewþenbîr Narîn Omar - Ji weþanên rojnama REWÞEN -


Hevpeyvîn: Þêrîn Henan
 
   Bêguman jina ku barê miletê xwe hildide ser milê xwe û bi dozên civakê re bendewar dibe, ew cihê rêzgirtin û þanaziyê ye. Herweha jî ger ew rewþenbîr, welatparêz, mirovhez û çalakvan be, ew roleke balkêþ di pêþketina civakê de dilîze. Mêvana REWÞENê di vê hejmarê de, stêrkeke navê wê di hemû celebên wêje de vedibirûse, navê wê Narîn Omar e.
 
P– Berî her tiþtî, Narîn Omar kî ye?
B- Malzaroka dayîka min ez sipartî malzaroka Dêrika Hemko kirim, û Dêrikê di hembêza zemîn û xaka xwe de ez bi giyan û bizav kirim. Xwendina seretayî û navendî û bi domahî min li dibistanên Dêrikê bi dawî kir, û piþtre ez tevlî zanîngeha Þamê bûm û di sala 1995an de min xwendina zagoyê; kulêca Adab, beþê zimanê Erebî, bi dawî kir. Min karê mamostetiyê kir. Sê zarokên min hene: Dastan, Sazîn û Þêrîn.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Fuad Alîko: Esed Û Rêjîma Xwe Ya Beesî Ji Kokde Bi Hebûna Gelê Kurd Û Kêþeya Wî Li Sûriyê Mukur Nehatine


Derbarê rêkeftina Miyûnixê û bûyerên nû yên têkildar bi gera duyemîn ji guftugoyên Cinêv 3, beþê kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niþtimanî ya Hêzên þoreþ û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi endamê desteya danûstandinan Fuad Alîko re pêk anî.

Nivîsgeha rojnamevaniyê ya desteya bilind ya danûstandinan diyar kir ku ew herdû dîtinên di navbera þandeya desteyê û nûnerên  Erebistana Si`ûdî û Amerîka li Miyûnixê serkeftî bûn, gelo ev tê wateya ku çûna Cinêvê tekez bûye?
Derbarê çûna Cinêvê niha desteya bilind ya danûstandinan berê wê li Erebistana Si`ûdî ye da li Riyadê bicivin, wê ev mijar li wir bên gengeþekirin, û wê li wir biryara çûn yan ne çûna Cinêvê bê dan, ji ber ku ew di serê lîsteya karê me yê li Riyadê de ye

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Konê Reþ û çend Pirs li Dor Malbata Mala HacoJin û Koçberî


Hevpeyvîn: Dildar Qertimênî

Dawî, mamoste Konê Reþ razî bû   ku bersiva pirsên min li dor malbata Haco vegerîne. Wek ku diyare malbata Haco di nav kurdên rojava de, di warê kurdewariya xwe de ji malbatên navdar e. Konê Reþ jî, ji nivîskarên naskiriye di nav kurdên rojava û Kurdistanê de, digel ku guhdana wî, bi dîroka êl, eþîr û kesayetiyên rojava baþ heye. Min jî xwest van pirsên xwe jê bikim, lê pîþtî 6 heyvan nû razî bû ku bersiva pirsên min vegerêne.
Fermo ez û hûn, pirsên min û mamoste Konê Reþ:

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mistefa Oso: Dî Mîstora Beþdariyê Di Jihevketinê Di Rêzên Hevrikiyê De û Zêdebûn Hevgirtina Rejîmê Dike


Bo rwestana li ser nûbûyerên siyasî û leþkerî ên dawî ku bi þoreþa Sûrî ve girêdayî ne. herweha þêwirên Dî Mîstora li Cinêvê û mijarin dî yên  têkildar. Beþê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niþtimanî  Sûrî de ev hevpeyvîna taybet bi Mistefa Oso Cîgirê Serokê Hevbendiyê re kir.
 

- Bi nerîna we rejîma Sûrî  di þêwirên Cinêva niha de wê sistir be ji yên berê, nemaze ku di dema dawî de paþketinek wê ya diyar li bêtir ji deverekê heye?
Baweriya rejîmê ta vê kêlîkê tenê bi çareya ewlekarî tê, û hemû coreyên tundî û zorê derheqê milletê Sûrî yê þoreþger bo pêkanîna azadî, dimuqratî, û avakirina Sûrya pêþerojê bê tundî û zordarî, dewletek ji bo welatiyên xwe be bi hemû pêkhatiyên  netewî, olî, mezhebî, û siyasî, guman nakim ev rejîm wek hemû rejêmên zordar li cîhanê dikare nermbûneke siyasî bo derxistina welat ji vê rewþa bobelatî ku tê re derbas dibe diyar bike. 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Dîdarek Taybet Bi Serokê Hevbendiyê re : Esed Hevparê Tîrorê Ye Û Ne Beþek Ji Çareseriyê Ye


Hevpeyvînek taybet bi serokê Hevbendiya Niþtimanî Sûrî Xalid Xoca re , derbarî ramanên  þanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora.

-Nerîna we li ser plana þanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora çi ye?
Em bi erênî pêþwaziya her bizava ku dixwaze rêtina xwînê li Sûriyê rawestîne dikin, û ji destpêkê ve ev helwesta Hevbendiyê ye,  berî du rojan di peywendiyek telefonî de , Dî Mistora ez bi ramanên xwe yên di destpêþxeriyê de agahdar kirim , min jê re got ku ew raman hewcedarî gengeþekirina hûrgiliyan in bi rengekî bêtir , û divê rawestandina bombebarana asimanî li tevya bajarên Sûriyê be, û divê kuþtin li ser erdê jî raweste.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Di 25 Saliya Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de Dîdarek bi Nivîskar Derwêþê Xalibê Derwêþ re


Konê Reþ

   Bi helkeftina ku di roja 13/07/2014an de, 25 sal di ser terorkirina þehîdê Kurdistanê yê gewre Dr. Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, min ev dîdar bi mamoste Derwêþê Xalib re kiriye, taybet ji bo bîranîna þehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo..
Derwêþê Xalibê Derwêþ kî ye? Nivîskar, zimanzan û rewþenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilþeîra Þêxan, nêzîkî Qamiþlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamiþlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye.

Bixwîne...

X

Helbest