Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: NE TIRS E

 



Ehmed Tahir

Ji min ne tirs e
Li min bipirs e
Xwîna me yek e
Yek rê û ders e
Dilê xwe vek e
Jin min þerm nek e


Kulê xwe bêj e
Tu li min fek e
Dûrî min neb e
Bi hev re teb e
Derdê me yek e
Neha û sib e
Çîrok dirêj e
Bi kurtî bêj e
Çi li cem te ye
Dil ne birêj e
Dev bir û anî
Dest hilda banî
Sed keser kiþand
Got:xweda kanî
Wek volqan teqî
Bi dad û heqî
Bi dengê bilind
Got:ez im þeqî
Hemû kor û ker
Va bûne rêber
Nezan û gemar
Kole û qeþmer
Me xwîna xwe da
Ser me bûne ga
Malê me dixun
Em jar û geda
Sed pilan û fir
Bi qîran û qir
Ser me dilîzin
Bi zûrzûr û zir
Bûye sekretêr
Bi tûrik û têr
Kursî bernadî
Tev pere û zêr
Bûye serkirde
Bi qîl û perde
Bê mêjî û hiþ
Di rengê qirde.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark