Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger




 Di simînarekê de Nihênîkirina wateyan di helbestên Selîm Berekat de hat rexnekirin            Weþanxaneya Sîtavê û Pirtûka Konê Reþ Li dor Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza            100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Û Pirtûka Min            Dr. Nûredîn Zaza Û Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De            Bacên cengê            Mixabin            Herêma Ewle û pêwîstiya bereyek niþtimanî            Serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsin!            Romana «Bêhnekê bidin miriyan» yekemîn karê helbestvan û romannivîsê kurd Mamo Kader e            Xewnên Þoreþên Têkçûyî            Mîrê bilûra kurdî.. Oxir be..            Civîneke taybet digel nûnerên Birêveberiya Hatinûçûnê û yên Bawernameya Ajotinê Li Herêma Schleswig-Flensburgê ya Bajarê Schleswig            Wateya peyvan fireh dibe            Ev pirtûk ne roman e            Elî Cefer bizavvanê di derya mirî de melevanî kirî!

Gotar: Di simînarekê de Nihênîkirina wateyan di helbestên Selîm Berekat de hat rexnekirin


 Idrîs Hiso

Roja 08.02.2019 di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê simînarek wêjeyî bi navnîþana Nihênîkirina wateyan di helbesta erebî ya nûjen de, simînar ku ji aliyê nivîskar, lêkolîner  û rojnamevan Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amade kirin û hejmarek nivîskar, rojnamevan û helbest van li simînarê amade bûn hewiha hejmarek ji xwêner û kesayetiyên civakî jî amade bûn hat pêþkêþkirin.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Weþanxaneya Sîtavê û Pirtûka Konê Reþ Li dor Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza


  Dr. NÛREDÎN ZAZA (Kurdê Nejibîrkirinê 1919–1988) JI ALIYÊ WEÞANXANEYA SÎTAVÊ VE HAT ÇAPKIRIN Pirtûka nivîskar Konê Reþ ya ku li ser jiyan û têkoþîna Dr. Nûredîn Zaza nivîsiye ji aliyê weþanxaneya me ve ji çapê re hate amadekirin. Pirtûka ku ji bo 100 saliya jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza hatiye amadekirin niha li çapxanê ye û dê heta çend rojên din bigihîje ber destê xwendevanan. Em wekî Weþanxaneya Sîtavê þanaz in ku me berhemek wiha giranbuha çap kir. Di vê berhemê de agahiyên berfireh li ser jiyan, têkoþîn û berhemên Dr. Nûredîn Zaza cih digirin. Her wiha nivîsên Dr. Nûredîn Zaza bi xwe jî tê cih digirin. 

Bixwîne... Nûçe

Gotar: 100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Û Pirtûka Min


 Konê Reþ

  Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, min ev pirtûk berhev kiriye. Min têde têkoþîniya wî, ked û xebata wî aniye ziman.. Ez wî wek pêþmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baþ bi nifþê nû nedaye naskirin..! Di sala 1957`an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn serokê wê bû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dr. Nûredîn Zaza Û Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De


Konê Reþ

  Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera þev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê þev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi þûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
  Li gor ku ez serwextî tevger û rewþa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêþwaziya Cejna Newrozê kiriye.

Bixwîne... Gotar

facebook: Mixabin


Mihemed Bengo

Çend qurmiçî, qeþmer û bêmirêsan du gotin li ser rûpelên Fêsbûkê nivîsandin û çend wêne pêre daxistin ketine wê xewnê ku bûne nivîskar û ragihêner , nizanin ku bi rastiya xwe ew ê berê ne netiþtekin û nabin tiþtek .
Ev qeþmer û qeþmerok , ev çend roj destpêkirine devdavên serokatiya herêma Kurdistanê , xwe dibînin di wê astê de ku þîreta li wan bikin û ji wan re bêjin bê kê pêþwazbikin û kê nekin. Peyvin ji xwe gemartir li ser rêzdar Mesûd Barzanî û nûnerên ENKS ê dibêjin çimkî ku pêþwaziya rikberiya Sûriyê kirine, bi behanene xav û pûç( koletiya Tirkî)

Bixwîne... facebook

Gotar: Herêma Ewle û pêwîstiya bereyek niþtimanî


Idrîs Hiso

Rojhilatê Feratê bigiþtî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di qonaxek hestiyar de ye, û bi nêzîkbûna bidawîbûna serê li dijî DAIÞê li Sûriyê û avêtina gavan ber bi dariþtina destûrekî nû bo Sûriyê û çareseriya siyasî li wî welatî hîna jî rewþa gelê kurd û pêkhateyên kurdistanî di metirsiyê de.
Tevger û civata kurdî ne li gorî rewþê û pêþbîniyên ku tên kirin ne.
Bi germî behsa durustkirina herêmek ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tê kirin, diyare Tirkiyê û Amerîka li ser vê yekî lihev kirine lê li gorî daxuyaniyên herdu aliyan diyare rêkeftina herdu aliyan bi tenê li ser durustkirina vê herêmê ye, lê rêkeftin li ser hurgiliyan nebûye.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsin!


Idrîs Hiso

Berdewam ez rojnameya Kurdistan ku zimanhalê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S)ê ye dixwînim, herwiha li gorî xwe beþdarî nivisandina mijarên wê dibim, di beþê Kurdî de.
Rojnameya Kurdistan-an go nîvmehnameya Kurdistan- her pazdeh rojan carekê hejmarek kaxezî belavdike û têde çalakî, helwêst û berhemên serkirde û endam û alîgirên rêbaz û siyaseta PDK-Sê û Encûmena Niþtimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)têne weþandin.

Bixwîne... Gotar

Berhemên Nû: Romana «Bêhnekê bidin miriyan» yekemîn karê helbestvan û romannivîsê kurd Mamo Kader e


Samya lawand

Nivîskarên kurd salane berhemên xwe belavdikin, bi þêweyekî berdewam li ser hemû cureyên jiyanê û bi hemû rengên wêjeyê wek çîrokên kin, helbest û roman, û yek ji nivîserên ku afrandin di warê nivîsîna romanê de kir nivîser Mamo Kader e.

Nivîskar û romannivîsê kurd Mamo Qader pirtûkeke nû amade kir bi navê “Bêhnekê bidin miriyan” di vê romanê de sê beþên sereke û 146 rûpel hene, û bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn.

Bixwîne... Berhemên Nû

Gotar: Mîrê bilûra kurdî.. Oxir be..


Mehfûzê mele silêman

Bê guhdan û serdana tu dezgehên hunerî yan rêxistinên rewþenbîrî yên kurdî (ji seranserî kurdistanê) jê re û pê re,  EGÎDÊ CIMO di 30.01.2019an de li  Yêrîvan paytexta Ermêniya canê þêrîn sipart.
Mixabin, bi kirasê xizaniyê û nexweþiyê koça dawî kir.
* di sala 1932an de li gundê Erdeþîr navçeya Armevîr li Ermêniya ji dayik bû we.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Civîneke taybet digel nûnerên Birêveberiya Hatinûçûnê û yên Bawernameya Ajotinê Li Herêma Schleswig-Flensburgê ya Bajarê Schleswig


 Roja Sêþembê 29.01.2019 Demjimêr 15-16 Girûpeke Kurdên Bajarê Schleswig - Elmanya Civîneke taybet digel Nûnerên Birêveberiya Hatinûçûnê û yên Bawernameya Ajotinê (Führerschein) li Fermanberiya (Kreis Schleswig-Flensburg) ya Bajarê Schleswig civiyan.
Herdu Nûner birêz Birkenfeld Nils û xanim Gnutzmann  Marita li ser Rewþa bidestxistina Bawernameya Ajotinê û li ser tomarkirina Tirimpêlê eger yek bixwaze Tirimpêlekê bikire û çi pêrabûn pêdivî ne tako Makîneya xwe bike ser Navê xwe û bo dabînkirina Tirimpêlê axivî û got çi Tirimpêl li Welatê Elmanya bê dabînkirin nabe ko li ser Rêkên Welatê wan birêve biçe.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Wateya peyvan fireh dibe


Heyder Omer

Ev xwendina rexneyî min ji bo berhevokeke helbestî ya helbestvan Vejîna Kurd nivisandibû. Va ye bi xwendevanan re par vedikim.
Helbest pelandina kemalê ye, kemala, ku qet bi dawî nabe, û pêk nayê, lêgerîna herheyî ye, peyvan derbas dike, an jî bi gotineke din, kirasê peyvan fireh dike, gelek wateyan ji peyvekî dizeyîne, pê re jî zimanekî nû dafirîne, ev ziman zimanê afrînê ye, û afrîn kirike mirovanî ye, realîteya nasbûyî hildiweþîne, û yekeke nenasbûyî dizeyîne.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ev pirtûk ne roman e


Qado Þêrîn

Xwendin nebe kes naçe pêþ
Peyda dibin pir derd û êþ
(Cigerxwîn)

Pirtûk ji bo xwendinê tên nivîsandin û çap kirin, û ya ji xwendinê pêwisttir û berî nivîsandinê ew e ku nivîskar zanibe çi dinivîse. Xala din, nivîskar ne ji kesê xwe re, ji tevaya gel re dinivîse, belê berhemên xwe çap dike û belav dike, ji her kes bixwîne, êdî ji mafê her kesî ye rexne bike, çimkî dibe samanê gel, xwendevan û rexnevanan. Û ji erkê nivîskar e rexneyên xelkê û xwendevanan bipejirîne, yana û ya baþ nenivîse û mafê xwendinê nede wan. Nivîskarê rexneyê nepejirîne, bêdengiya wî/ê pîroztire ji xirecira nivîsandin û çap kirina pirtûkan.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Elî Cefer bizavvanê di derya mirî de melevanî kirî!


Nizar Yosif

Cefaya lêgervan Elî Cefer di lêkolîna xwe de kêþandî, di ber komeleyên xwendekarên kurd li Europa de, bizavek bê hempa ye. Ji kêmaya kesên heta îroj jiyan dikin,û belavbûna wan liban,li çarparçeyên kurdistana di bin merc û pencên dakirkiran de, û kesên li dervê welêt li cîhanê jî belavbûyîn bê nîþan mayîn.
Lêgervanê me di çûn û hatinên xwe de,di navbra van welatan de, li pêþ gelek astengiyan, û pêþberî gelek dîwaran rast hatiye, carcaran bê hîvî maye,û dest vala vegeraye mala xwe. Lê ji ber giringiya vê lêkolînê, û pêwîstiya wê, ji civaka kurd û sibe rojê re,careke din hêz daye xwe, û çelteyê xwe avêtiye milê xwe,û ketiye rêwîtiyê ji bûna liqat.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Mirovê terka welatê xwe bike; bi tena xwe dimre


Hadî Îzzet

 Tîtîk hebû, di nav hevalên xwe de pirr kêf xweþ û þad bû, bê xem û bar bû.. Sibeha ji lûsê xwe derdiket, li rizqê xwe digeriya, tiþtê didît û digirt û dixwar heta ku lê dibû êvar.. Gelek carna ji kêfa re, ji xwe re distira û dixwend. Dengê xwe, wek dengê ribabê dijenand û êvara vedgeriya war û lûsê xwe.. Bi rizq û halê xwe razîbû.. Rojekê ji rojan, ji xwe re distira û dixwend, qijakek di bere derbas bû, ew dît, lê disekinî û jê re got: Ey títiyê delal û hêja! Tu çi dikî li vê devera hiþk, rût û ziwa..! Tev kevir û stirîne, tu lê têr av venaxwî.. lê têr kulî û hejîr naxwî.. Here nav dehla Bûnisra, hemî av û dar û fêkîye, tijî kulî û hejîr e...

Bixwîne... Gotar

Gotar: Serberzî ji peyva azad re


 Elî Cefer

Ji demekê ve hevpîșeyê me, rojnamevan û çalakvanê naskirî Inayet dîko, ji hêla alîgir û mirûdên PKK û șaxên wê yên Kurdistanî de, pêrgî gef û gurên curbecur tê. Sedem jî ew e; ku Dîko bi pênûs û peyvê, nerîn, bîr û bûçûnên xwe bi șêweyekî azad û vekirî di derbarê kêșeya Kurd û Kurdistanê de tîne zimên. Nemaze di rewșa Efrîn a dagîrkirî; ku çawa serkirdeyên Qendîlê û hin berpirsên wan ji Kurdên Bakur li Efrînê berî êrîșa dagîrkerên Tirkiyê û çeteyên sûrî, zirt û virt dikirin.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: ”Pênûsa Nû” hejmara 76 derket


 Hejmara 76 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin . Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weþandin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
- Cegerxwîn pireke navgîne… Deham Ebdulfetah
Nerîn û Gotar:
- Ziman û xaknîgariya Kurdistanê … Mihemedê Seyid Husên
- Nadiya Murad û xelata Nobel… Mizgîn Hesko

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Kurtejiyana sernûserê weþana «Dengê Kurdistan » Dr. Nûredîn Zaza


Elî Cefer 
08. 01. 2019

Nûredîna Zaza ji malbateke, ku bi kurdpariya xwe naskiriye, li bajarê Madên nêzîkî Amedê, Bakurî Kurdistanê di 15 Þibata 1919ê de, ji dayîk bûye. Bi hoya têkçûna serhildana Þêx Seîd sala 1925ê, û bi sedema pișkdariya serhildanê bav û birayê wî yê mezin Dr. Nafiz tên girtin. Piștî serbestberdana wan, ew û birayê xwe Dr. Nafiz derbasî Sûriyê dibin, wê demê temenê wî derdora 11 salan bû. Xwendina  xwe heya pola 12ê, (Bekelorya) li Sûriyê tewaw dike, pey re diçe xwendina xwe ya zanîngehê  li Beyrûtê - Libnanê diqedîne. Sala 1944ê, hewil dide xwe bigîne Berzanî li Bașûrî Kurdistanê lê li Mûsilê tê girtin, çend mehan li wir û Bexdazê tê yindankirin. Piștî serbest dibe ji nuh ve vedigere Libnanê.

Bixwîne... Gotar

Gotar: ‘’Leqat’’ Mêrxasiya Pênûsê


Ezîz Xemcivîn

Nivîsandin Helwest e, eger em bi hûrbînî lê binerin Nivîsandin Çekekî bêdeng e, lê pir bi Hêz e… Hêza Pênûsê ya ko bêteqîn dikare Çiyayan bihejîne…
Rasterast dê Dergehê Babetê vekim û têkevim nava Jiyana Têkoþeriyê, bi her Peyvê re bipeyivim û bi her Helwestê re Dengê Pênûsê liba bikim…

Hesê Karazî mêrxasekî Kurd e, di Þoreþa Þêx Seîd Efendî de ligel gelek qehremanên hêja beþdar bûye… Piþtî têkçûna Þoreþê û jihevbelavbûna Lekên wê û yên dikarîbûn xwe bidine serhev û li Warê xwe vegeriyane, Tiracîdiya vegerê ya Koma Hesê Karazî tiþtekî gelekî balkêþ e, çimkî Birîndarek bi wan re heye ew jî Kurmamê Hesê ye û peyapey dikevin bin Milên wî û di tariya Þevan de dimeþin, lê ji ber Meþa mîna ya Kosiyê, Komên din di wan re derbas dibûn û digehan Cih û Warên xwe û ew her li paþ diman…

Bixwîne... Gotar

Gotar: Zindankirinên Apo Osman Sebrî Di 114 Saliya Rojbûna Wî De*


 Konê Reþ

  Di roja 05.01.2019`an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reþ e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. Me diçû bi zimanê Tirkan û Ereban dixwend. Ev hemî sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn. Heye ku rehmetî Celadet nebiwa, dibû ku me bi xwe jî guh nedabiwa vî karê ha. Ji ber ku em ne xwediyê vê fikrê bûn, ev fikir ji wî derket, mala wî hezar carî ava..)

Bixwîne... Gotar

Gotar: Serxweþî û sersaxiya nivîskar û rojnemevanê hêja Siyamend Ibrahîm.


Bavê Zozanê

roja 23.12 .2018 li komela Hêlîn li bajarê Essen ê welatê Almaniye û bi alîkariya malbata xwedê jê xweþ Siyamend Brahîm

Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûriye û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi erkê ser saxiya nemir Siyamend rabûn.

Li dora katjimêr14 komîta amedekar Elwan Þivan û Bavê Zozanê wisa jî Hejar Botanî dest bi vekirna ser saxiyê kirin ku pêþî wek xulekê bê deng û di bin siya ala kurdî de Rewþenbîr û siyasetmedar û hemî beþdar û mîvanên hêja û qeþeng li ser giyanê nemir û hemî pakrewanên kurdistanê rawistiyan.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Amarên salekê ji binpêkirinên dermafêrojnamevanan li herêmên kurdî


Kiryarên kuþtina rojnamevanan li Sûriyayê diyar kirin, ku tundûtûjiya ji sala 2011ê ve berdewame, dijwariya wê ya zor ne tenê li ser peyamnêr û rojnamevanan, lê li gor nakokiyê bandora xwe li ser welatiyan jî heye, sedema piraniya çeperên þer û hemehengiyên "bi guman" di navbera girûpên çekdar û aliyên piþtgirên wan; yên cîhanî yan herêmî. Lewra em dikarin Sûriyayê weke Dewletek gûr binavbikin, ku metirsiyeke giran li ser jiyana rojnamevanandi guhestina rûdanên ji çeperên þer dike, li gel destdirêjiyên hêzên çekdar li alavên ragihandinê û peyamnêran; ji ber vê jî hîn Sûriya ji herêmên herî metirsîdar, ji sala 2012an ve, li gor raportên hemî rêxistinên navnetewî diyar dibe.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Lorî Kurê Min Lorî..


 Konê Reþ

  Ezbenî! Ji nezana werê ku ez berê xwe didî wan û ji wan re dibêjim; Ezbenî..?! Na ezbenî ez ji xwe û zanayên wek we re dibêjim ezbenî û (Yê zan e zan e û yê nizane baqê nîska ye).
 Ezbenî! Di van rojan de hay be, þiyar be loo.. Ji kesî re qala þîn û þadiya xwe neke.. Qala Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî neke.. Qala Botan, Soran, Baban, Ardelan û Barzan, neke.. Qala þehîd û penaberên xelkên Rojava neke.. Qala xewnên xwe yên hevbeþ bi welatiyên xwe re neke.. Qala þer û dijîtiya di nav rexistinên kurdên Binxetê de neke..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Çîroka Nivîskariya Þahîn Bekir Soreklî Bi Zimanê Kurdî


 Konê Reþ

Di sala 1974`an de li Tertûsê çav bi xortekî ji Kobanî bi navê Mustafa Henîfê ketim, ew jî wek min di bin barê leþkeriya Sûriyê de bû. Di wê xerîbetiyê de em bûn dost û heval û ta roja îro. Her yekî ji me çîroka xwe ji yê din re digot.. Min jê re digot ez ê herim Almanya xwendinê, wî ji min re digot xalê min Þahîn Bekir ji çend salan ve çûye Almanya xwendinê.. Ji wê hingê ve min navê mamoste Þahîn Bekir Soreklî bihîstiye.
Di serê sala 2008`an de li ser daxwaza Enstîtûya Kurdî û Wezareta Kultûrê ya Flander (Beljîka), çûm Brukselê. Min beþdarî di projeyeke sê rojane de bi navê (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature in Brussels) de kir.. Þahîn Bekir Soreklî jî ji Sydney hatibû..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Awireke lezgîn li malikeke Cizîrî


Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)
Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a þêxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben di qada þer de dide ber þûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî serê hespa kihêl her bi pêþ ve berdaye bê ku li þûn xwe vegere û wek ku dixwaze hespê diçêrîne.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Roja Ala Kurdistanê


Konê Reþ

ALA KURDAN
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wî roj û tav,
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e kesk û zer.
Mîr Dr. Kamiran Bedirxan

Bixwîne... Gotar

Gotar: Gotina Mîrzade (Sînemxan Bedirxan) di Konfrensa Parîsê de*


 Mamê min yê hêja!
  Mamo! Çil sal derbas bûn, weke ku duh be, ema ku min ew destên te yên comerd girtin gava te ji vê cîhanê bar kir û çûy cîhaneke din, ku bi hêvî me ji vê cîhana ku tu jê çûyî çêtir be. Hêþta xweþik li bîra min e, ew roja te ji Selah xwest alî te bike ji bo riha te bibre, dûvre te li me mêze kir, ez û Selah, cara dawîn; Mêza xatir xwesta bû, ew nêrîn hemû taybetmendiyên te têde bûn yên ku me bi wan te nasdikir, çelengî, dilovanî, bihinferehî, hiþmendî û dilpaqijî . 
Em îro li vir dicivin li gel dilsozên te û hevalên te û malbata te, ji bo salvegera koça te ya dawî û ji bo em ahingekê li ser wê jiyana te ya tijî þoreþgerî û qurbanî û behwerî bi doza meletekî bindest û welatekî winda.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Rewþa Rojavayî Kurdistanê..


Mehmûd Biro

Ez dixwazim rastiyekê bêjim, lê ev rastî dibê ku li canê herkesî xweþ newê.
Ji destpêka þoreþa Sûrî, ya bê plana stratêcîk de, kurdan bi du nerînên vajî hevdû dan û standin ligel kirin. Yek bi Ruxandina rêcîmê re, û ya dinjî bi pêkanîna hin rêforman di Sûryê de. Mala kurd divirde lawazbû û  nikarîbû rêkeftinekê dinavava hevdû de pêkbînin.  dest têwerdanên  Kurdistanî ji alîyê zilhêzên siyasî û leþkerî Kurdistanî ve sedmê serekî bûn ku nikarîbûn rêkbikevin. Ev yekjî bû sedemê windabûna biryara siyasî li Rojavayî Kurdistanê dinava tevahiya tevgera siyasî de.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dîroka ALA KURDISTANÊ


Ednan Beþîr

Her Sal di 17`ê çileyê pêþiyê de, Gelê me li seranserî kurdistanê, vê rojê wek "Roja Ala rengîn" libîr tîne, çimkî ev Al bûye nirxeke pîroz û sembula gelê kurdistanê ye li welêt û li seranserî cîhanê, bi hemû ol û netewên xwe ve, nemaze piþtî bi fermî hat hildan li herêma baþûrê kurdistanê piþtî beryar û gotina Serok Masud Barzanî: Ez dibin seha vê alê de jidayik bûme û ezê di bin  siha wê de jî bimrim), wek amajeyek li serdemê komara kurdistanê li Mehebadê di sala 1946`an de.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ji herkesî re yasayî ye, lê tenê ji mala Barzanî re ne yasayî ye?!


Mehmûd Biro

Birastî keda mala Barzanî ji roja rojve diyare, jiserdema Nûrî Seîd û Ehmed Hesen Bekir û Sedam û Nûrî Tizbihçî Heta Ebadî yê regezoerist. Di dirêjahiya jiyana xwede bi ÞoreÞ. û serhildana rabûne, qurbanîyên mezin dane. Lê tu carî sere xwe liber dijninan danexistine û her wefadarî xak û niÞtimanin. Ev malbet Kurdistan perestin û kurdistanî ne. Me hemiya dît çawa  nemir mistefa Barzanî bixwe û heval û hogirên xweve rê girtin çûn ba pêÞewa Qazî didema damezrandina komara Kurdistan de, û jêre gotin em lijêr fermana tene jibo parastina xak û niÞtiman. Her ewin yên ku serkêÞiya mezintirîn ÞoreÞ kirine di dîroka kudan de. Her ewin xwedî bihezaran cangorî, herewin xwedî 180000ên enfalkirî.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Serok Barzanî zilamê serdemê ye


Mehmûd Biro

Kurê nemir Mistefa Barzanî, bavê netewa kurd, hilgirê doza xak û niþtiman, canfidayê riya azadîyê, riya þêr û þepalan, Hosta û endazyarê rêferandomê, parêzerê mafê rewayî çarenûs jibo gelê kurd li kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî rêberekî têgihiþtîye û hekîm û zanaye, wêrek û azaye pêþmergeye û canfidaye.
Birastî wefadare jibo rêbaza pîroz, rêbaza kurdayetî ya hostayê mezin Nemir mistefa Barzanî. Ji zarokiya xwede dinav þoreþ û serhildana de mezinbûye, û yek rojê jî ranewestaye ji kar û xebat û çalakiyan. Kula dilê wî ewe kû miletê kurd wek hemû miletê cîhanê bibê xwedan dewlet, û biazadî û rûmet liser xaka xwe ya dîrokî bijî.

Bixwîne... Gotar

Gotarên kevin

17.12.18
· Roja Ala Kurdistanê
· Gotina Mîrzade (Sînemxan Bedirxan) di Konfrensa Parîsê de*
16.12.18
· Rewþa Rojavayî Kurdistanê..
· Dîroka ALA KURDISTANÊ
12.12.18
· Ji herkesî re yasayî ye, lê tenê ji mala Barzanî re ne yasayî ye?!
09.12.18
· Serok Barzanî zilamê serdemê ye
06.12.18
· Wêneyek Ji Evîna Rojên Kevin
· Maseya Gengeþe û Pêzanînan
04.12.18
· Þaredariya Bajarê Parîsê, Kolana Mala Mîr Kamîran Bedirxan li Parîsê, Bi Navê Wî Dike
03.12.18
· Mîr Dr. Kamîran Bedirxan (Ma ne wilo ye?)
01.12.18
· Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Di 40 Saliya Koçkirina Wî
25.11.18
· ZAROKEKE EFRÎNÎ ME
· ”Pênûsa Nû” hejmara 75 derket
24.11.18
· Amûda Bavê Mihemed
· Gelo Þam li Efrînê çi dike?
· Tu sultanî
22.11.18
· Banga me zarokan
16.11.18
· Bangek ji Konê Reþ
· Xelata Nadya
12.11.18
· Agirê Sînema Amûdê. Nivîskar Mela Ehmedê Namî
11.11.18
· EZZEZ
10.11.18
· KESERÊN LAL
05.11.18
· Rehên Dîrokî yên Peyva «Dîn»
04.11.18
· Odeyên Cizîrê û Rola Wan/2
· RÊJÎM JI RÊKEFTINA SOÇÎ DI REVE
02.11.18
· Odeyên Cizîrê û Rola Wan/1
28.10.18
· Roja helbesta Kurdî yan Mihricana Essenê li Almanyayê 
27.10.18
· Behî û þînî
17.10.18
· Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?
· Þengebîyê

Nûçeyên Kevin

twitter

Helbest