 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Melevanê pêlên radan û badanê. |
M. Emîn Sadûn
Dezgehên Ewlekariya Sûriyê، ên ku ta niha jî kesî nezaniye jimara wan çendin û navên wan ên cuda çi ne. Van dezgehan, di nava pêncî salî de, siyaseta rêjîma Ba`as a gemar û rêbazkirî li ser gelê kurd gerandin, ji bo ku vî gelî di qewara netewa Ereb de, bihehîne, û vîn û hêviyên wî, biþikîne. Ev yeke bi rêya þerekî taybet dest pêkir, ku tevaya alav û þêwazên þerê qirêj di nava wê cengê de, bikaranî. Lê tevî tûjî û dijwariya wî þerî jî, nekarîn vîn û moralên vî gelê têkoþer û berxwedêr, biherifînin û wî dûrî meydana kar û xebatê bikin. Her weha û tevî astengiyên wê serdema zehmet jî,hejarî, belengazî û bêkarî, ev gelê resen û kevnar, ma rijd li ser rêya xebatê û ew rê bi bawerî þopand û di wê rêyê de gelek zehmetî dîtin û qurbanî jî dan.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Beþek ji pêþgotina vê pirtûka min; Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan |
Konê Reþ Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek þaristanî têre derbas bûne û her þaristaniyekê bermayê xwe, þop û þûna xwe lê hiþtiye. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye (Orþelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarkî Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarþiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye. Jixwe, wek ku di nav kurdên herêmê de belav e, ev efsaneya devikî tê
gotin; piþtî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango Mezra Botan;
bajarê Þernex û Cizîrê bi cih bûne. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Ezbenî! Ev bajar, bajarê min û te ye |
Konê Reþ Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê þer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi þer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikþînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min û te ye.. Bajarê bêdenga ye.. Bajarê ku di kêferata mirinê de li ber xwe dide.. Di kolan û çarþiyên bajarê me de, gelek celeb di ber te re derbas dibin; rîha hina dirêj bûye, hin bi telkî di tewtihin, hin derbas dibin û bi xwe re xeber didin, hin tu nizanî berê wan li ku ye, ew jî nizanin berê wan li ku ye.. Dawî, tu di hisî ku, dilê te bi dizî digirî.. Ji ber ku te xweþ naskiriye, tiþtek nayê guhertin.. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Polîtîk û polîtîkvanên kurdên Sûriyê |
Heyder OmerPolîtîk çî ye? Hema bi kurtahî, tê gotin, ku polîtîk hunera degoncî ye (mumkîn e). Li gor vê danasînê, divê siyasetmedar zîrek be, degonciyê û estemeyê (mustehîl) tev li hevdu neke, wan ji hevdu veqetîne, nekeve ber dava dîmagogiyê, sozên birîskedar (þewqdar), ku hestan ji bo çepikan, dihurhutîne, nede cemawer û civakê. Siyasetmedarê berevacî van rengdêran tevbigere, wê civaka xwe ber bi belayên mezin û metirsîdar de têvede. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Ebdulaziz QasimPiþtî peymana “Sykes-Picot”, beþek ji Kurdisanê ket di bin deshilata “Mandate” Fransiyan de (1920-1946), ya îro jê re tê gotin Kurdisana Sûriyê “Rojavayê kurdisanê”, Fransa di dema “mandate” ya xwe de gelek piþtgirî da kêmatiyên netewî, olî û mezhebî li Sûriyê, û Sûriya niha li ser pênc dewletan dabeþ kiribû (Heleb, Þam, Çiyayê Elewiyan, Çiyayê Dirziyan”, û dewleta “Sinceqa Eskenderonê” ku ji sala 1939`an ve di bin dagîrkeriya Tirkiye de ye, ku piraniya kurdistanê di nav Sinceqa Eskenderon û dewleta Helebê de bû. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Kurd wê kengî bibe Kurd? |
Ibrehîm ÞitloKesê Kurd li Penaberiyê wê kengî bibe Kurd? Dema Kesê Kurd bi Þadî xwe weke Kurd binase. Dema Kesê Kurd bi serbilindî xwe weke Kurd bide nasîn, Dema li Mala xwe û li nav Civata Kurdan bi Zimanê Kurdî bipeyive. Dema li Mala xwe bizanibe çend Weþan û çend Kanal bi Zimanî Kurdî hene Dema her Roj ji kêmanî yek Demjimêr li Programê Kurdî temaþeke, Dema Xêzan, Zarok û Malbatên Kurd bîtir ji Tirkî, Erebî û Farisî li Weþan û Kanalên Kurdî guhdarî bikin û temaþekin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|