Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dilovanî Tu Yî

 



Gulistan Awaz

Ji du salan de!
Sibehên bê te
Her ku bi ser rêya hilhatinê dikevin
Pirsa tîrêjên çavên te
Tava dengê te dikin
                    Rê, þaþ û winda dibe...
Cejn û þahiyên bê te
Her ku dikin canê me bixurînin
Li kêfxweþiya dilê te
Þekirpeyvên te dipirisin
                     Can, sar û sar dibe...


Anê!
Ku te zanîba!
Ji wê Çarþemê de
Bi hesreta peyva Anê
Liyan in stûyên rojan
Axînkêþ in
Û hestên me
Di nava êþlepên biyaniyê
Li ber bahoza sarwelatan
Tiliyên dûriyê bi çi êþî dicûn...
Di valahiya ku te li pey xwe hîþtiyî
Sal li pey salê
Demsal li pey demsalê
Keserên henasþewitî zîl didin..
Lê Anê!
Ku te zanî ba!
Ji wê rojê de
Mûmên rojbûna Zeynebê
Bi þahiyeke beravêtî
Girnijîneke ne ji dil
Bi lêvên cirifandî vedimirin
Û peyalên cejneke nîvçe
Di diltengiya kêliyên bê te de
                                    Vala dibin..
Li te digerin
   Li bîranînên te
      Xweþzimanê te
         Li wêneyên te vedigerin
            Di dil û þaneyan de zindî yî tu
Bihna te dipelînin
Destmala ku hîn jî, bihna porê te
Di nav de xewkirî ye
Fîstanê ku hîn jî, bihna canê te
Di nav de parastî ye
Mekin hembêz dikin
Kûûûr bihin dikin
                Aram nabe ev dil...
Carekê
Hewil didim
Bejna rojan
Bi cawê hêviyan perspan bikim
Bi meqesa demê
Cilên bikeser û derdgiran bibirim
Û pirî caran
Hewil didim
Devê birîna me xwîþk û birayan
Bi dilovaniya ku te bi dilekî germ
Di canê jiyana me de çandiye
Derman bikim.

11.05.2024

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark