- Rêzdar: Bêrîvan Xalid, û Rêzdar: Ebd Hamid El-Mihbaş, herdu serokên hevbeş ên Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. - Rêzdar Mezlûm Ebdî, serokê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Em hejmareke rêxistinên ku me li ser vê nameyê îmze kiriye, berê xwe didin we, wekî aliyên ku rêveberiya herêmê dikin, û ji we dixwazin ku hûn ji dil bo girtina doseya revandin û leşkerkirina zarokan kar bikin, û wan li malbatên wan vegerînin, herwiha kes û komên di nav we de, ên ku zarokên ne gihayî direvînin û dikin leşker ji hev bixînin, û wan li ser van binpêkirinên mafên mirov ku digihêjin asta sûcên cengê, siza bikin.
Di heyama salên buhurî de, ”tevgera Ciwanên Şoreşger“ û hin aliyên
din jî, hejmareke mezin ji zarokên ne gihayî revandin û kirin leşker, û
di siya rewşa awarte ya ku herêm tê de derbas dibe û nebûna lêpirsîn û
siza kirinê, êdî koma ku navê ”Ciwanên Şoreşger“ li xwe dike, siyaseteke
rêbazkirî ji bo revandin, û leşkerkirina zarokan li herêmên Rêveberiya
Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk bi rê ve dibe.
Rêzdar Mezlûm Ebdî, Em
dixwazin bînin bîra we, ku we wekî Hêzên Sûriya Demokratîk, û bi
amadebûn û serpereştiya nûnera taybet a raspêrê giştî yê Neteweyên
Yekbûyî, a têkildarî karûbarên zarokan di heyama şerên çekdarî de
”Virginia Gamba“, peymanek li navenda Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê di
sala 2019an de îmze kir, û we tê de soz da ku hûn zarokên ne gihayî yên
bûne leşker ji nav hêzên xwe dûr bixin, û êdî kesên jêr 18 salan di nav
refên hêzên xwe de qebûl nekin, lê ev peyman -gorî ku di her sê salên
buhurî de hat xuya kirin- tenê ximav li ser kaxezê ma, çi ku revandina
zarokan ji hembêza malbatên wan, û ji ser textebendên xwendinê dom kir,
her ber bi baregehên perwerdekirin û çekdarkirinê ve, ku malbatên
zarokan nikarin cihê wan nas bikin, wan bişopînin, û ne jî têkiliyê bi
wan re bikin. Ev kiryar wekî binpêkirineke berçav ji rêkeftin û
peymanên navdewletî re tê dîtin, û bi taybet rêkeftina mafên zarok a
cîhanî di Neteweyên Yekbûyî de, ku Benda (9) jê dibêje: "Rêzgirtin li
maf û berpirsayetiya bav û dê û malbatê, bo pêşkêşkirina raberiyê ji
zarok re, her li gor hişmendiya wî ya hêşînbûyî, ku ji (14 ta 18) salan
ve dest pê dike, û di vê qonaxê de, îmzekirina zarokan ji aliyê yasayî
ve, nayê piştpêbestin". Herwiha benda (11) ya dijberî veguhestina ne
rewa û ne vegerandinê, ji heman rêkeftinê dibêje: "Divê ku desthilat (an
yê ku bi rola wê radibe) nehêle ti kes zarokan birevîne û dûrî malbatên
wan bibe, û herwiha divê bandora vê yekê çareser bike". Mixabin, ku
bêhtirê caran, mehaneya revandin û nevegerandina zarokên ne gihayî, ên
ku hatine leşkerkirin, ew e ku xwesteka wan ev e, yan ku keç ji malbatên
xwe reviyane, bê ku ha jê hebin ku dûrxistina zarok ji malbata wî, di
vê qonaxê ji temenê wî de, wî ji mafên wî yên zaroktiyê, ku yasayê jê re
rewa kiriye, bêpar dike, herwiha kes û aliyên ku van kiryaran dikin,
jibîr dikin ku benda (19) ji yasaya mafê zarok tekez dike li ser mafê
zarok di "Parastina ji êrîşkirin û paşguhkirinê", her ku ev paşguhkirin
ji malbatê be jî, di siya rewşên jiyanê yên dijwar û berdewamiya cengê
de. Lewma, divê ku hûn zarokan ji tevahiya şêweyên zordariyê, ji
aliyê bav û dê û kesên din ên ku wan xwedî dikin, biparêzin, û planeke
guncav bo parastina zarokan saz bikin, herwiha alîkariya qurbaniyên
zordariyê ji zarokan bikin. Bê guman, leşkerkirina zarokan, nabe
parastin û çareserî di rewşên wiha de, ku birina zarokan bo bargehên
perwerdekirina leşkerî û hewildana perwerdekirina wan ji aliyê govdî û
bîrewerî de, bandorekî neyênî li derûniya wan dike, û ev bandor ta
dawiya temenê wan, bi wan re dirêj dike. Herwiha em we agahdar dikin
ku ev kiriyar li dijî rêkeftina Sîdaw 1979an e "Rêkeftina tunekirina
regezperestiyê li dijî jinê", û bi taybet bendên (10 - 14an) ên girêdayî
fêrkirinê, kar, û tenduristiyê, û ji bilî wan ji yasayên ku kiryarên
wiha di asta bazirganiya bi mirovan derdibrînin, çi ku keç û lawên ciwan
zû ji ber çavan winda dibin, û bi hêsanî tên bi rê ve birin, herwiha
xizaniya wan jî di siya cengê û dorpêçkirinê de, tê keysbazî kirin. Tê
zanîn jî, ku endamên rêxistina "Ciwanên Şoreşger" gelek caran, gef û
gurdan li malbatên zarokan, bi girtin û kuştinê dixwin, ger ew
leşkerkirina zarokên xwe nepejirînin, an jî doza vegerandina wan bikin,
çi bi rêya pêngavên rojnamevanî, û çi jî bi rêya xwepêşindanên aştiyane
be, û ev gefxwarin û tirsandin malbatan bê deng dike, û dihêle ku ew ji
mafê xwe yê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe dakevin.
Lewre, bi navê tevahiya rêxistinên îmzekar, em ji we û tevahiya berpirsên van kiryaran dixwazin: 1.
Dûrxistina tevahiya zarokên ne gihayî, yên ku hatine leşkerkirin, û
yên ku bi dilê xwe jî tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûne. 2.
Şopandina diyardeya revandin û leşkerkirina zarokan bi çavê
berpirsayetiya yasayî û ya exlaqî, û vegerandina zarokên ne gihayî bo
malbatên wan, û danîna sînorekî li pêş van binpêkirinan, ku wekî sûcên
li dijî mafên zarokan tên derbrîn. 3. Siza kirina her kesê ku va
kiryarên ne mirovane dike, ji ber ku bandora vê yekê ser zarokan û
malbatên wan neyênî ye, û ew bandora neyênî li civaka xwecehî jî
vedigere, ku dihêle ewlehî û aştiya navxweyî têk biçe. 4.
Parastina arambûn û ewlehiya herêmê, bo sivikirina pêlên penaberî û
koçberiyê, herwiha koçberkirina bi neçarî û gefxwarinê jî. 5.
Peydakirina jîngehek guncav ji nifşên ferîk ên nûhatî re, nexasim di
warên xwendin û tenduristiyê de, û berdestkirina cihên bihnfirehkirinê
ku dema xwe lê derbas bikin, û piştgiriya derûnî û ya civakî, bêyî ti
îdyolojîkirinê, çi ku zarok pêşeroja herêmê ne.
Li dawiyê, em
hêviya biryardana gavin lezgîn û cidî ji we dikin, bo parastina rista
civakî ya ewle, ku ji mafê xelkên herêmê ye, û erkê we yê sereke ye,
herwiha em wekî rêxistinên civaka sivîl erkdarin ku vê kêşeya metirsîdar
bişopînin ta ku ji kokê ve bê bidawî kirin, û kar bê kirin bo siza
kirina binpêkaran, çi kes û çi kom, an jî saziyên rêxistinkirî bin.
Hûn dikarin bi rêya vê Email ê têkiliyê bi me re bikin: dest.bidest@gmail.com
Sûriyê - Qamişlo Nîsana 2022an
Rêxistinên îmzekar: 1. Dengê femînistên Kurd. 2. Rêxistina Kurdî ya mafên mirov li Sûriyê (DAD). 3. Rêxistina mafên mirov li Sûriyê - Maf. 4. Komîteya Kurdî bo mafên mirov (Rasid). 5. Rêxistina bergeriyê di ber girtiyên nerînê de li Sûriyê (Rewange). 6. Sûriyên ji bo Rastînî û Dadmendiyê. 7. Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê. 8. Komela Jiyan a Tunekirina Tundiyê li dijî Jina Kurd. 9. Navend Demokrasiyê bo Mafên Mirov li Kurdistanê (DCHRK). 10. Komîteya Yasayî bo Hevdîtina Niştîmanî li Sûriyê. 11. Rêxistina Mihabad ya Mafên Mirov (MOHR). 12. Rêxistina Jina Kurd a Azad. 13. Kombenda Hîro ya Jina Kurd li Sûriyê. 14. Rêxistina Parastina Jîngehê - Keskayî. 15. Lekolin for Studie and Research - Germany. 16. Navenda Ehmed Bonceq bo piştgiriya Azadiyan û Mafên Mirov. 17. Rêxistina Jina Kurd. 18. Rêxistina Avakirina Yasayî. 19. Malbata Roj News ya Nûçeyan. 20. Hêzên Civaka Sivîl ya Kurdistanê. 21. Hevgirtina Hêzên Sivîl ên Kurdî li Sûriyê. 22. Komela Aso ya Kurd li Herne. 23. Komela Nûbihar li bajarê Essen.
Têbînî:
Ev name bi rêya şandekê ji rêxistinên sivîl, ên mafnasî, û yên mafê
Jinê, berî derdora meheke, bi awayekî fermî gihişt Rêveberiya Xweser, ku
name radestî "Fewza Yûsif" endama Desteya Cîbicîkar di Tevgera Civaka
Demokratîk, û hevserokatiya hevbeş di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, û
Seroka rêxistina Star ya jinê bû, lê wan ti bersiv derbarê nameyê neda,
lewra divê ku bê ragihandin.
|