EMEL HASEN
Keça Kurd im pozbilind im
Bi Þahê Barzan serbilind im
Gewr û rend û çavpling im
Mîna Çiya Þêr û Find im
Xweragir im û Rexit hilgir im
Li her warî ez Agir im
Çeka Leyla ez hilgir im
Mêrg û Geliya ez sorgul im
Kesk û sor û Ala zer im
Li azadiyê ez diger im
Ez li ver im û venager im
Ta mafê xwe ez wergir im
Ez pênûsa Keça Kurd im
Dibistana têkoþer im
Tekoþîa Kurdperwer im
Gertîgihan ez serewr im
Ez Agir im û qed na mir im
Ji vê dozê venager im
Ez Þoreþ û Raperîn im
Kilê Çavê Þoreþger im
Ez jiyana jiyanê me
Pêþmergeya vê alê me
Ez tîrêja vê rojê me
Cangoriya vê axê me
Sal û ziman derbas dibin
Sozê didim ez serbaz bim
Ez Leyla û partîzan bim
Ser rêbaz Barzanî bim