Mizgîn HeskoBê guman, di dawiya payîza sala 1992-an de, me serdana Hisiçayê û mala Seydayê Tîrêj kir. Beşek ji helbestên min ên bi şêweya kilasîk û bi riya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê / Alpartî/ gihiştibûn ber destên Seyda û wî doza dîtina min li hevalên Partiyê kiribû .
Bi dilgermî, rûgeşî û mîvanperweriyeke bê hempa Seyda bi xêr hatin û pêşwaziya me kir û wiha çend demjimêrêrn tije û watedar me li civanê wî derbas kirin.
Seydayê Tîrêj û ji min re li ser rûpelekî ji berhevoka min î helbestan û bi xêzên destan, lê bi tîpên Aramî nerîn û rexneyê xwe nivîsî bû.
Diyar bû ku wan serdemên seretayî ez ji rêzbend û serwayê
derdiketim, ev yek ne bi dilê Seyda bû û ji lewra wî xwest ku demekê li
ba wan bimînim, yan jî bikaribim bi kêmanî çend caran biçim ba wî da ku
em bi hev re wan kêmaniyan çareser bikin.lê mixabin xwesta Seyda û
pişgirtiya wî a bê hempa qet ne pêkan bû.
Belê hêjayî gotinê ye ku
helbestên min bi dilê Seyda bûn ji ber ku wî ji min xwest ku wan serrast
bikim û paşê çap bikim. Bi dîtina wî êdî gerek bû ku keçên kurd jî
dakevin meydanên wêjeyî û rahêjin pênûsê û bi kar û barê nivîsînê rabin.
Belê
û sebart bi çend demjimêrên dîtina me ji Seyda re dikarim û di derbarê
kesayetiya wî de bibêjim: Ku Seydayê Tîrêj mirovekî dilnizim, têgihiştî,
dosthez û hunerdost bû. Her bîstikekê tekeziya yek xalê dikir ku ew
şagirtê Seydayê Cigerxwîn e û ji dibistana M.Cezîrî û Ahmedê Xanî ye.
Dema
ku Seydayê Tîrêj beşek ji helbest xwe ji me re xwendin, pêre jî awazên
dilgermiyê, coş û xiroşa rewanê Sofînizimê wekû xelekên işqê
dihilperikîn semayê.
Bi giştî û ev ji berhemên Seyda jî xuyaya ku hin
mijarên sereke ew ber bi xwe ve dilbirîn asoyên Helbesta kurdî a stûnî,
a bi rêzbend û serwa:
* Welatperwerî û ristina ji bo
xizmetkirina hemû hêlên vê xala sereke.. ku li ba Seydayê me ew yek ji
nirxên herî pîroz e û divê di helbestê de parastî bimîne.
* Rewanbêjî... ku dikarim bibêjim ew ji behreya pirr herikbar û ji işqa bê rawastan der dihat.
* Parastina pêlewazan û hûnandina li ser teşiya stûnî.
* Xweza ( Sirûşta Kurdistanê ) bi hemû rengên kulîlk û tilûrên xwe, merg û çîmen, rûbar û kaniyên zelal û hwd.
23.03.2022 ji Nexewşxaneyê.