Gotina YNRKS ku hate xwendin ji layê bavê Zozanê ve, di ahenga rojbûa serwerê doza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ku rêxistina Elmaniya ya partiya dêmuqrata Kurdistan- Sûriya di roja 13.03.2022 li bajarê Essen ê en aheng li darxist.
Mêvanên hêja amedebûyên berêz:
Bi navê yekîtiya gižtî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja pîroz li xwe û we tevan pîroz dikin.
Roja çêbûna damezerê partî dêmuqratî Kurdistan- Iraq
Roja çêbûna serok artêža komara Mihabad.
Roja çêbûna endezyarê ažtiyê bi Bexdê re ku di sala 1970 ê de rêkeftina 11ê avdarê wek destkefteke giring bû,ji berhemên žoreža eylûnê ku mafê Otonomî bo gelê Kurdistanê hate çespandin.
Hevalên xužewist:
Hêjaye
gotinê ku em bêjin ku navê Mela Mistefa Barzanî bi giriftara miletê
Kurde hatiya girêdan ku hemî salên jiyana xwe terxan kirin ji bo xizmet û
bergêriya mafê rewa yê miletê Kurd wisa jî qurbaniyên giranbiha danîn
bo kurd û Kurdistanê, lome jî di dirêjiya 43 ê salan de ma û wê bimîne
di wijdanê gelê kurd e, ku bi rastî tevahiya miletê kurd û em jî we
yekîtiya gižtî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya, wek bavê
netewa kurd em Mela Mistefa Barzanî di her çar parçê Kurdistenê de ,di
bînin.
Hevalên hêja :
Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ya
afsane di žerde qedand,lê timî digot em ne žerê miletê biyan dikin, em
ne žerê miletê Ereb dikin, em nežerê netewa wan dikin , em žerê deselat û
ferweriyan dikin, ji ber milet dimîne,deselat diçe.
Mêvanên bi rûmet:
Çilo
em spasiya partî dêmuqratî Kurdistan-Sûriya dikin bo vê bîranînê vê
ahengê wisa jî em spasiya xwedê dikin ku ev tovê cangorî,tekožer ji hev
ne qetand, ku tižtê herî balkêž û ber bi çav ,serokê hêja Mesûdê Barzanî
rêça bav û kalê xwe di žopêne, rêça rûmetê,rêça avakirina dewletê loma
îro herêma Kurdistan-bažûrî Kurdistan- bûye wek nimûneyekê di rêveçûn û
avakirinê de ku bûye qûbletgeha hemî serokên cîhanê.
Hevalên jêja:
Dive
em ji bîr nekin ku roja 25 rezbera 2017an rojeke dîrokiye di xebata
tevgera azadîxwaza nûjen de,ku ji sedî 92 an rêfrandom erêkirin,ev bi
xwe ancax serokek bi meznaya Mesûdê Barzanî karibe pê rabe.
Ji bo
bûyerên ževê dî 12.03.2022 ku Îraniyan bi 12 mûžekên palistî hêrîžî
Hewlêra paytexe kirin,serok Mesûd Barzanî got wê Hewlêr bimîne keleha
pêdariyê pêžberî Holakiyên nuh.
Bêguman hêrîž tevlî acandeyên
wanî gemarî metirsîdar,nameyeke bo vîna gelê Kurd lê bi saya pend û
žarazîya serok Mesûdê Barzanî, hêmen û hedana hewlêra berz û bala her û
her wê bimîne weka dara Biyê ti ba û bahoz nikare wê bi livîne , wisa
jî hemî pêlanên dijmin li bin sîka wê darê wê bêne herfandin, vîna evînû
azadiyê wê bi serkevê,ala ažtiyê her wê bimîne bilind li ser ezmanê
Hewlêra bejin rîhan
Serbilindî bo pêžmergan
Silav bo vê roja pîroz,silav bo komîta amedekar,silavên herî gerim bo mêvanan, bo beždaran.
YNRKS 13.03.2022
Bavê Zozanê.