Nizar YosifM.Þêxo hunermendê lehing û astbilind, ku jiyana xwe, berjewendiyên malbata xwe, kesayetiya xwe, ji bû doza welatê xwe terxan kiribûn. Hunermendek mirov, xwedan helwest, bi siyanet û rêzbilindî nêzîkî xelkê xwe û welatê xwe dibû. M. Þêxo Girêdayê doza welêt û xwedan prensîb bû, lewma gelek tengavî û zindan û binçavkirin ji aliyê hêzên ewlekarî ve didîtin. Ji bilî van, barê birçîbûn û hejarî jî hilgirtin, daku wan bîr û baweriyan û prensîbê xwe bi parêze, reviya, surgûn bî, lerizî, koçber bû, ta rêwîtiya wî li nava refên pêþmergeyên þoreþa baþorê K,rawestiya.
Ev me dikêþîne ser babetê ku, di her serdemekê de, Hinek hunermend
di dema xwe de, weku gulan geþ dibin û bihnê direþînin, lê mixabin bi
derbasbûna demê re weku xwe dimînin, xwe li gor demê nuh nakin, dema
koçên xwe bardikin, hunerên wan jî kevin dibin,stiranek yan didu û yan
qet tiþtek balkêþ li paþ xwe nahêlin, hêdî hêdî bihna wan diçilmise.
Di
vê rewþê de, hinek hunermend birçîbûnê gorî erk û xizmeta hunerê xwe
dikin. Ewan hunermendan biryar dane, ku aliyê aborî û xweþiyên cîhanê
bikin gorî hunerên xwe, û bêhtir balê bikþînin ser huner û afirînerînan.
Bi gelemperî ew di encama xerckirina hemî pere/dravê xwe de, ji bo
pêþxistina huner û projeyên xwe yên hunerî, di kêmtirîn mercên jiyanê de
dijîn. Lê digel bextreþiya jiyana wan, ew baldariya hunerî û
armanca xwe ya bingehîn ji bîr nakin. Hunerên wan di bindariya gel û
dozê de tê afirandin, bi gel ve parçûm dibe, ji ber ku perjewendiyên
mirovan û civakê, êþ û janan tînin ser zimên. Lewma ew hunermend bi
hunerê xwe, bi her ayayî bi derdên wan ve girêdaye û dide nîþan û dayîne
ber çavan, di heman demê de, gel wî diparêze û ew jî bi keda xwe ya
hunerî, nûnertiya gel dike, jêre dibe saziman û nemir dimîne. M.
Þêxo di çêkirina awazan de, di hunerê pîþesaziya awazan de, gelek
balkêþî û yekane ye, di hostaya lihevsiwarkirina çend meqaman di
stiranekê de, gelek balkêþ bû, bi þêwazek rehet ji meqam di guherîn,
bêyî ku guhdarvan pê pêjndar (bihise) bibe û guhên wî pê bi êþin. Di
stiranên M.Þêxo de hosa diyar ku, evîn ne dildariya jinê tenê ye! Lê ew
hezkirine û dilpiçûkatiya nêzîkbûnê ye, ji dîtinên mirovan û hestên wan
re, bi awayeke spehî(Astetîkî), rêz û rûmetê ji hawîrdorê derdor re û
dîtinek xweþ ji jiyanê re.
|