Konê Reş
Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere jî, vê roja 9ê Adarê koça dawî a hunermendê kurd Mihemed Şêxo anî bîra min. yê ku ji berî 33 salan ve di 9ê Adara 1989an de li Qamişlo çûye ber dilovaniya Xwedê.
Wek ku diyar e, meha Adarê bi piraniya rojên xwe, bi bûyerên
kurdewariyê, ji şîn û şadiyê ve neqişandiye. Di vê heyvê de jî, çerxa
felekê bi gera xwe ya normal dizîvire.. Xwerist kirasê xwe yê bûkaniyê
li xwe dike û xaka welatê me yê qedexe bi rengê kolkezêrîn (Keskesorê)
tê xemilandin. Agirê Cejna Newrozê jî di 21ê wê de li ser çiya, zinar û
girên welatê me belû û eşkere xuya dike.. Bav û kalên me jî ji bo vê
rojê gotine: (Bist û yekê Adarê şev û roj hat qirarê).
Ez jî, bi
pêşniyar û bijartina mamoste Gurdilî ji bo vê rojê, kêfxweş bûm û min di
dilê xwe de got: çima na.. 9ê Adarê jî rojek ji rojên destpêka biharê
ye, xweş e ku ev roj û felsefeya kurdî bi hev ve bêne hunandin. Nexasim
ku xwediyê bijartina vê rojê guhdana wî bi felsefeya cîhanî heye û bi
hewildane ku bingehê felsedeya kurdî, li gor zanîn û serwextiya xwe
belav bike. Çima em ê piştgiriya wî nekin û nav têde nedin? Çima emê rê
nedinê ku felsefeya kurdî ji qirêj û gemarê daweşîne, pak û paqij bike û
em pê re li felsefeya Cizîrî, Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Goran, Bêkes, Mîr
Celadet Bedirxan û Cegerxwîn vegerin, perpêl bikin û şanî hev bidin.. Û
wek ku pêşiyên me gotine: (Nû hatin kevin xelatin), an (Li serê cara
hêr hêr meke, tiştê bi te nexweş bi hevalê xwe meke). Û bi hezaran ji
van gotinên huşmendî û aqilmendiyê ku bav û bapîrên me di nav xwe de
afirandine û ji hev re gotine.
Felsefeya me, ya ku temenê wê li
hezarê salan vedigere.. ji ber neguhdan, nenivîsandin û qedexebûna
zimanê me ve, xelkê gelek jê kiriye ji milk û malê xwe, gelek jê winda
bûye û yê mayî, di nav edebiyata devkî de hatiye parastin wek; gotinên
pêşiyan, mamik, çîrokên ser zimanê teba (Rovî, Şêr, Gur, Dîk, Keftar,
Hirç..), bê ku baş bêne nivîsandin û şirovekirin.. Û felsefeya Mîr
Bedirxan, yê ku di heyamê xwe de gotiye: (Dîn, dîne Xwedê ye em tev
birayên hev in). Û gelek nimûneyên din hene.
Jixwe pêşketina
miletan bi bîr û baweriyên feylesof, huşmend û aqilmendên wê ye.
Aqilmendî felsefe ye. Mirovê feylesof, aqilmend e. Ew e yê ku xweşî û
geşiyê ji civaka xwe re dibijêre, di ber de xwe diwestîne, gazî û hawar
dike ku civaka wî di rehetî û pêşketinê de bijî. Di vê biwarê de, ez
spasiya mamoste Alî Gurdilî dikim ku wî ev barê giran hildaye ser milên
xwe û ev deriyê nû şanî me daye.
Bav û kalên me jî ji mêj ve
gotine: (Heçî berê gula zerê), ew gulek zer e. Xuya ye gula zer di nav
me kurdan de ji tev gulên rengîn yên din biqîmetir e? Gelo ji ber ku
rengê wê û rokê ji hev in?.
Not: Min ev gotin di sala 2016an de nivîsandiye. Min hinekî tiktikandiye.
Qamişlo, 5.03.2022