Dr.. Mahmoud AbbasCidebûne ber fereh hena; di navbera pirojeya netewî ya kurdî û pirojeya niştimanî de, û lêkolînê li ser herdo aliyan wê ne wek hev bin, ji ber pir sedema, di nav de percebûna milet di erdnîgariya-çigrafiya Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê de, yan jî di aliyê niştimanî ya kurdistanî de, ku ya herî girîng e. ji aliyê milet ve, herdû proja wek projeyek yekgirtî û ne cuda tê pêşkêşkirin, ji ber ku pirojeya netewe xwe di binê percek ji ya niştimanî. partiyên tevgera kurdî ên ku lêkolînê jê tê xwestin, daxwaza dike ku pêvajoyeke xwepejirandinê di her welatên dagirkar de cida be, ji ber wilo netewperestiye kurd di nava erdnîgariyeke her welatkê de, başqa hatiye naskirin.
Di ger û xebatan de, di qorzîk û rêçkên xweve, Projeya netewî,
cudeya ji miletekî heya miletekî din. Di navbera gelên di qonaxa
rizgariyê de, an jî yên ku hebûn û sîstemên wan ji wan derbas bûne,
proja tên guhertin. Ji hinekan re mantiqê betalkirina hebûn û pêşroja
miletên dina, ji bo hinekan pêvajoyeke avakirin û pêşketinê ye, û ji bo
miletne din jî rêbazeke hebûn û xwe erêkirinê ye.
Ji bo gelê Kurd
heta vê gavê projeyek berfireh heye, ku armanca wê rizgarî ye, ji raman û
metodolojiya partiyek netewî berfirehtir e, belkî stratejiya tekoşîna
tevayî tevgerê dipejirîne û diyar dike. Armanc, ji bilî perwerdekirin û
vejandina civaka Kurd û razîkirina rejîmên dagîrkerên Kurdistanê ji bo
naskirina mafê gelê Kurd di çarenivîsa xwe de, wî gel ji qonaxa nakokiya
bi dijminan re ber bi rizgariyê ve bir. Ji bo gelên din, xwediyên
pêkhateyên siyasî yên serbixwe, pirojeyên netewî gelek in, di navbera
aborî, çandî, siyasî û yên din de li hev dikin, di qonaxeke demkî de, ji
holê rakirina herî zêde zirarê dide civakan û tinekirina hêmanên
pêkhatina netew û dewlet, û ji ber vê yekê jî berdewamiya felaketan
dike, li welatên ku bê sistêmên dimuqratî û mirovahîna, wek tê gotin ji
wara, welatê Ereb, Îranî û Tirkî. Projeya netewî ku bi gelemperî ji
aliyê tevgerên çandî an jî rêveberiyên pirzimanî ve tê qebûlkirin, û ji
aliyê hêzên siyasî ve ji rastiya teorîk derbasî qadên praktîkî tê kirin,
lê ji bo gelên dagirkirî yên, weke gelê me yê Kurd, hevkêşî berovajî
bû, û şert û mercên dagirkeriyê û ne tenê gelê me, lê tevgera me ya Kurd
ji dema (krîstalîzebûna)destpêka hebûna xwe heta qonaxa damezrandina
partiyên yekem di asta jor de, di qonaxên peydabûna têgeha netewî de di
nav gelan de serdest e, ku ji wê êş kişandiye. Kurdistan û bi vê
yekê re bi xeletî, xitimîna navxweyî û ne zelalbûna daxwazê weke têgeh û
danasîna armanca giştpirsiya wê, û di encamê de nakokî û nawekhavî li
ser aliyên tevgerê serdest bû, ne tenê li ser Armanc dema niha û heta
pirojeya netewî ya Kurdistanê, û ev yek ji girîngtirîn hêlên winda bû di
navbera hizir û pratîka netewî de, tevî duruşmên ku bêyî hay ji
naveroka wê dihatin weşandin, wek meş li ser rêya Barzanî, bêyî
diyarkirina wê, an jî bi zanîna naveroka wê, ji aliyê piraniya kesên ku
ew wek eniyek ji bo rûbirûbûna dijberên xwe bi kar tînin. Di
dehsalên yekemîn, ên testpêkbûna wê de di nav civaka me de, ji hêla
kesayetan ve û paşê ji hêla komên partîzanî-siyasî ne yên siyasî-çandî
ve hate desteser kirin, ku bû sedem ku ew bibe barek giran li ser
tevgera çandî dema ku dest pê kir li ser dîmen û hewl da ku têgihiştinê
biguherîne û rêyan rast bike, û di encamê de yekem cudahiyên di navbera
tevgerên çandî û siyasî de derketin holê û di navbera aliyên ku ji
pêşniyarên çandî yên nûjen bandor bûne de berfireh bûn. Ev yek ji wan
sedeman bû ku di navbera aliyên tevgera siyasî de, di derbarê têgeha
pirojeya netewî ya Kurd de nakokî derketin û derbasbûna ji pirojeya
Kurdistanî ber bi projeyên Kurdî ve, yên ku di nava parçeyên dagîrkirî
de hatine sînordarkirin, û pişt re jî bûn (utopîk) dema hate xwestin li
ser binga wan bê karkirin. Têgînên di rastiya praktîk û li ser asta
çandên serdest li Rojhilata Navîn de derketine holê, wek pîvana netewî û
nakokiyên di navbera welatê Kurdistanê, û welatê erdnîgariyê, hevjiyana
milatên wê bi gelên dagîrkirî re, rejîmên wan ji bo Kurdistanê
windakin, projên çewt derdixin, wek welatê hevwelatîbûnê, û piştre jî
têgînên enternasyonalîst ên piralî ku piraniya wan li gorî şert û mercan
di bin diyalektîka danûstandinên siyasî de ne. Pirsên nakok li
çarçova kurdî derkevin, ku hinek ji wan bê bersivên bingihî û lêkolînên
akademîk man, û hinek ji wan nakokiya di navbera dozgerên kampanyaya
pirojeya netewî de zêde kir: 1- Gelo projeyek netewî ya Kurd heye, yan li lihevkirinek heya li ser Kurdistanek hevbeş,? 2- Gelo civaka Kurd li ser projeya netewî ya Kurdistanîya? 3- Niha çend projeyên netewî, tevgerên Kurdistanê li ser kar dikin? 4- Partiyên Kurdî li ser projeyên xwe cuda ne? yan jî li ser tiştên ku ji aliyê hêzên derve ve ji wan re tê pêşkêşkirin? 5- Rola hêzên derve di pêkhatina pirojeya niştimanî û diyarkirina sinorê daxwazan de çi ye? 6- Projeya netewî ya Kurdistanê ji bo dewletên dagirker tê çi wateyê? 7- Gelo bi pêşniyarên tevgera Kurd li qada herêmî û navneteweyî re hevaheng e? 8- Tiştên ku di qada navneteweyî de têne pêşkêş kirin daxwazên neteweya kurd nîşan dide? Civaka
Kurd bi awayekî )spontan-(عفوية bersiv died, ku projeya netewî ya Kurd
avakirina Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe ye, û di gelek ji van de
tiştên ku tevgera Kurd ji bo wê têdikoşe, yan jî bi kêmanî tiştên ku li
hember şert û mercên ewlekarî û siyasî têne pêşniyarkirin berovajî
dikin. Têkiliyên navneteweyî, di vê rewşê de, bernameyên partiyan ji bo
xweparastinê ye, di tengasiyên ku li hemberî çekdaran bi hêzên ewlekarî û
rêveberiyên rejîmên totalîter re rû bi rû ne, beriya ku ew projeyek
niştimanî be, lewma jî rastiya neteweyî ye. Proje di bêhişiya hizbî de
maye, ku dijminan neçar dike ku baweriya xwe bi bernameyên hizbî bînin,
tometbarkirina cudabûn û perçebûna welat û lêgerîna serxwebûnê di rêza
pêşîn a lêkolînên ewlehiyê de ligel têkûşînên kurd in. Ecêb e dîtina
hevsengiyên di navbera cîhana erebî de, dema ku di bin siya
Împeratoriya Osmanî bû, yek blok bû, û tevgerek bê astengên sînor bû, û
danûstandina miletê Ereb bi yek diravî bû, û di bin siya yek
desthilatdariyê de dimeşî. Niha û piştî azadê, welatên xwedî sinorên
cidena , pêkhateyên aborî û diravên cuda, û piştre bi arasteyên siyasî
yên netewî yên nakok û hin caran jî yên dijminatî ne. Mixabin îro
Kurdistan bi wê rêva dica, derketina projeyên netewî yên bi arasteyan û
armancên cuda, digihê ware têkçûna Yek Kurdistan, di bin diyalektîka
rizgarîxwaziyê de, û sedema derketina pêkhateyên kurdî yên bi astengên
dijwartir bi dijminara, û têkiliyên aborî yên cihêreng, û pêkhateyên
siyasî yên nakok, dighe wê metrsêku pêşeroja Kurdistanê bibê wek welatên
erebî, dewletên dagîrker pir kar dikin jî bo vî awayî û ewin ên
sûcdar.lê gelo heya çi astengê, tevgera Kurd sucliya di şikestinê mezin
de? Em miletek in ku ne pêkhateyeke siyasî navdewletî, ne sîstemek
kurdî, ne destûrek hevbeş, ne jî zagonên qanûnî yên ku em paşeroja xwe
wek milet li ser ava bikin, yan li sewr bingha wa li hev bikin.
neteweyek hevgirtî di pêkhateya xwe de û girêdayîbûna binehişmendî ya bi
welatê tunebûyî re maye û li ser bingehê wê bandor li ser hegemonyaya
welat nehatiye kirin.Nasnameya Kurda ku me wek gelê berî tevgera
çandî-siyasî ber bi lihevkirina li ser projeyek niştimanî ya giştî ku
armanca wê ya dawî rizgarî ye, tevî ku rejîmên şerê wê dikin, û di
navxwe de li ser bingehên curbicur berovajîkirina wê ye. Projeya
neteweyî ya Kurd-Kurdistan tê wateya berdewamkirina têkûşînê bi
dagîrkeran re, bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane, û karkirin ji bo
guhertina mêjokê rejîmên nijadperest, ku şerê wan li dijî wê pirojeyê,
rêgir e li ber pêşketin û geşepêdana welat û hemê miletên herêmê ne,
paşguhkirina çivaka sivîl ya, û çewisandin aştê di nav mileta de ya,
nefreta di navbera netewe û olan de. Her wiha yek ji armancên pirojeya
Kurduistanî, berî rizgarkirinê, rastkirina dîroka berevajîkirî ya li
herêmê ye, û razîkirina gelên rejîmên tolîter ku stratejiya wan li
hember miletê kurd û azadiya wî. Daxwaza miletê Kurd ji projeya Netewî
ji bo azadiya hemû herêmê ya. Ji ber ku azadiya gelê Kurd parçeyek ji
azadiya miletên herêmê ya. Wîlayatên Yekbûyî yên Amerîkayê mamokurda@gmail.com11/1/2022
|