DaxuyanîPiþtî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3ê heta 21ê çileya 2022ىلاan ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî "Zazakî" hatiye destnîþan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, kampaniyek bona helbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Sûriya, di heman çarçoveyê de,
piþtgiriya hemû hewl û bizavên bona parastina nasname û hîmayên neteweyî
li tevaya Kurdistan û diyaspora dike û piþtgiriya xwe bo vê kampaniyê
radigehîne, tevî ku wê wekî gavek biçûk dibîne, ku nayê bi wateya bi
fermîkirina Zimanê Kurdî.
Dewleta Tirkiyê bi salên dûr û dirêj,
bi hemû hêz û þiyanên xwe ve, kar ji bo asîmilsyona gelê kurd, guhertina
demografî, tirkirina nav û paþnavên kurdan û qedexekirina zimanê kurd
kiriye, herwisa bi sedan komkujî, koçbarkirin û wêrankarî li ser destê
dewleta Tirkiyê ya dagîrker li dijî gelê me hatine pêkanîn, di nav de
tawanên dijemirov û þer li dijî gelê kurd li Rojavayê kurdistanê jî û
dagîrkirina Efrîn, Bab, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê.
Em
hêvîxwazin ku ev kampanî serbikeve û bigehêje armanca xwe û bibe
derfetek ji bo bifermîkirina Zimanê Kurdî, herwisa bibe havênê yekrêziyê
û bilindbûna hestê neteweyî yê kurdî li Bakurê Kurdistanê, û
bidestxistina mafên neteweyî yên rewa û daxwazên zêdetir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamiþlo 15.01.2022