Ebdûlazîz Qasim Serokê berê yê Pakistanê “Mihemed Ziya El-Heq” dibêje ku: “Yê serederiya bi Washington re bike wekî destê xwe bavêje komirê, ku tiştek ji bilî tenî û rûreşî nagihêjê”.
Roj bi roj bêhtir eşkere dibe ku pirsa vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê pirsek cidî ye, ku Amerîka dê hêzên xwe yên leşkerî nêzîk yan dereng ji navçeyên Kurdî yên li Rojhilatê Feratê vekişîne, herwisa ku pirsa diyaloga Kurdî-Kurdî bi carekî hatiye paşguhxistin û ti garantiyek ji bo destpêkirina wê nîne.
Dibe ku çend serbazgehên Amerîkî li devera Dêrazorê û li ser
sînorê Îraq-Sûriya bimînin, bi taybetî serbazgeha “Tenef” ji bo
kontrolkirina derwazên sînorî li hember çalakiyên milîsên Şîe yên Îran û
Îraq û Hizbullah, dibe ku demê vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê
Kurdistanê hatibe destnîşankirin, wisa xuya dibe ku dê di demek nêzîk de
be, tevî ku Amerîka xwe berî dagîrkirina “Girêspî û Serêkani”yê di 20
Cotmeha 2019an ji bo rojek weha xwe amade kiriye.
Wekî dizanin ku
Amerîka hêzên xwe carek din piştî dagîrkirina “SerêkaniyêGirêspî”, di
bin givaş û fişarên navdewletî de û bi taybetî di bin fişara Feransayê
de vegerand, lewra dihat pêşbînîkirin ku rolek Feransa li navçeyên Kurdî
piştê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê hebe.
Hemû hewldan û
gefên Tirkiyê yên li vê dawiyê dihatin bi armanca herî sereke ku hêzên
Fransayê nabin alternatîv li şûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, herwisa ji
bo Kurd nabin xwedan statuyek piştî vekişîna hêzên Amerîka, û mixabin
aliyên Kurdî nebûn harîkar ji bo serxistina hewldanên Fransayê, ku
diyaloga Kurdî-Kurdî bixwe projeyek Feransî bû bi armanca yekxistina
hêzên HSD û Pêşmergên Roj ji bo parastina maf û hebûna gelê Kurd.
Dîsa
xuya dibe ku Tirkiyê, di hevdîtina “Biden û Erdogan ”di çarçoveya
lûtkeya Romayê “G20”ê de, hin destkevtên din bi dest xistin, nemaze
rawestandina alîkariyên Amerîkayê yên leşkerî ji bo hêzên HSD.
Îro,
li Moskowê çend hevdîtin li gel aliyên Kurdî têne lidarxistin ji bo
tevlîkirina Kurdan di nav hikûmeta Sûriyê de û vegerandina navçeyên
Kurdî li jêr kontrola rejîmê, tevî ku heta niha Amerîka razî nebûye li
ser vegera hêzên rejîmê li navçeyê, ji ber tirsa derbasbûna milîsên
Îranê û Hizbullah û dixwaze ku navçe bikeve di bin kontrola hêzên Rûsî
de, û bi dîtina ku di navbera Îsraîl, Rûsiya û Amerîka de, rêkevtinek li
ser rewşa ewlehî û leşkerî ya Sûriyê heye, bi taybetî piştî hevdîtina
Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” û Serokê Rûsyayê “Vladîmîr Pûtîn”
di 22ê Cotmehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê, tevî ku li meha
September/Îlona borî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê “Sergey Lavrov”, di
kongireyeke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlî, “Yair Lapid”,
tekez kiribû ku Rûsiya bikaranîna xaka Sûriyê li dijî Îsraîl û dewletên
din red dike, û gotibû: “Em li dijî vê yekê ne ku Sûriya bibe qada şer
li dijî welatên din”.
Bi vî awayî îro, ku bêhtir zelal dibe ku
doseya Sûriyê bi carekî ketiye di destê Rûsyayê de, wekî hemû dizanin ku
Rûsiya dixwaze tevaya Sûriyê careke din bikeve di bin kontrola rêjîmê
de, û hevdîtina wê digel aliyên Kurdî û hin aliyên Sûrî yên din dikeve
di heman çarçoveyê de, tevî ku heta niha Rûsiya ji bo mafê gelê Kurd
tiştek pêkêş nekiriye, lê wekî propaganda ku di hemû hevdîtinên vê
dawiyê li Amerîka û Rûsiya, bi awayekî balkêş mafên Kurd û Kiristiyan û
Elewiyan yek ji rojeva wan hevdîtinan e, lê heta niha ji aliyê rejîmê ji
bo çareserkirina pirsa Kurdî ji bilî hin mafên şaredarî tiştek din
nehatine qebûlkirin.
Helwesta Rûsiya heta niha zelal nîne, ku
bitenê dixwaze rejîmê vegere bi hemû saziyên xwe li navçeyên Kurdî bi
rêya lihevhatin û diyalogê, ji bo vê yekê daxwaza pêkanîna şandeke Kurdî
hevbeş kiriye û çendîn car ji aliyê rayedarên Rûsan behsa renge
otonomiyek ji Kurdan hatiye kirin û di reşnivîsa destûra Sûrî de ya ji
aliyê Rûsiya ve hatiye nivîsandin, tê de behsa otonomiyê ji bo Kurdan
hatiye.
Otonîmiya Rûsan ew jî zelal nîne, û wekî xuya ye ku ew jî
rengek ji rengên vajîkirina pirsa netewî ya Kurdî ye, ku îro di nav
civaka Kurdî de tirsek mezin heye li ser valakirina pirsa Kurdî
ji
naveroka wê ya netewî, nemaze ku li pêş Kurdan çi derfetên zêde nînin,
tevî ku îro bi awayekî xuya her wekî di edebiyatên partiyên Kurdî jî de,
kêm behsa pirsa Kurdî wekî pirseke netewî dibe, ku wisa tê xuyakirin ku
destberdarî ji federasyonê jî hatiye kirin, tevî ku tiştek netewî di
edebiyatên hin parityan de nîne.
Rojnameya Agirî hejmar 409 - 07.11.2021