Ebdûlazîz QasimMamosta Sebrî Resûl, berî çend rojan ji aliyê hin helbestvanan ve bi taybetî yên li Ewropa dijîn, rastî rexneyên tund û dijwar hat, û mixabin hin jî gihiştin asta bêrêziyê, tenê ji ber ku di Mihrecana Helbesta Kurdî de li Essen û di kurtepeyvekê de hin rexne li helbesta nûjen kiribûn û gotibû ku helbesta kurdî ya nûjen ji kirasê helbesta kilasîk derneketiye û bi helbesteke ne kûr û sade binav kiribû û gotibû ku gelekî dubarekirin tê de heye, dîsa di posteke xwe de li ser malpera xwe "Facebook", bal kişandbû li ser ciwanî û bedewiya deqeke edebî ya Dr. Xalid Hisên, ku ew deq "têkst" bi zimanê Erebî bû, wekî hêviyekî xwestibû ku helbesta kurdî ya nûjen li Rojavayê Kurdistanê bigehêje heman ast û bilindahiya helbesta Erebî ya ku nivîskarên kurd yên bi zimanê Erebî dinvîsin, ku mebesta wî bi tenê helbesta kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû, ji ber ku rewşa helbest û edebiyata kurdî li beşên din yên Kurdistanê cuda ye û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku di asteke bilind de ye.
Ez bi xwe ne helbestvan û nejî rexnevan im, lê ez wekî nivîskar
ji çend salan ve, rewşa helbest û têkstên kurdî dişopînim, hêviyek min
jî heye, ku helbesta kurdî bigehêje asteke ku bi hêsanî û di kirasekî
kurdî de yê neşikestî bihête xwendin bêyî şaşî û kêmasiyên di warên
"rêziman, rênivîs û peyv û ristesazî" de, herwisa bi rewanbêjî û
selîqeyek kurdî, ku mixabin helbesta kurdî ya nûjen bi piranî wekî
helbesta wergerandî dihête xuyakirin, ku min li ber dest bi dehan mînak
derheqa lawazî û qelsiya zimanê helbesta kurdî ya nûjen hene, û dikarim
wan lawaziyan pêşkêş bikim, ku helbet ew qelsî ne tenê kartêkirinek
xirab li ser helbesta Kurdî dikin, herwisa ku kartêkirineke xirab li ser
zimanê kurdî jî dikin.
Bi awayekî piştrast "ji aliyê ziman" dikarim bêjim ku me gelek helbestvan hene, lê me kêm helbestên kurdî yên nûjen hene.
Dibêjim
şerm nîn e ku em danpêdanê bi kêmasiyên xwe bikin, û cihê mixabiniyê ye
ku hindek kes nemaze ku xwe bi helbestvan, romannivîs û çîroknivîs
binav dikin, rexneyan napejirînin, berovajî ku car heye bêrêziyê jî li
gel bikin, tevî ku hin ji wan bi salên dirêj li Ewropa dijîn, û dîsa ku
mamosta Sebrî ti kes wekî kesayetî yan ti helbestvan binav nekiribûn, bi
tenê rexneyên wî li ser têkstên helbesta nûjen bûn.
Dubare, bi
pêdivî dibînim ku em ji bo pêşvebirin û bilindkirina ast û pêgeha
edebiyat û zimanê kurdî, rêzê û destxweşiyê li her rexneyeke edebî
bigirin, û hêvîxwaz im ku helbestvanên kurd wisa bi dijminatî serederiyê
li gel rexnegeriyê nekin, berovajî ku ji wan wekî erk tê xwestin ku
piştgiriya rexnegeriyê bikin, herwisa bi hêvî me ku ew nivîskarên kurd
yên bi Erebî dinivîsin bi heman ast li edebiyat û zimanê kurdî jî xwedî
derkevin.