M. Emîn Sadûn Serdema zêrîn a Peymangeha Bedirxan a Zimanê kurdî, me biryar da û me xwest em bergehê kar û çalakiyên xwe firehtir bikin û bi vê gavê re, me di teniþta zimanê kurdî de, xolên fêrkirina çend zimanên dî vekirin û di nava wan zimanan de, me xola fêrkirina zimanê Elmanî jî destnîþan kir.
Piþt re, me dît ku xwendekarên zimanê Elmanî ji yên zimanê kurdî bêhtir bûn û xwestek jî li ser zimanê Elmanî zêdetir bû û hezkerên zimanê Elmanî pirtir bûn.
Me pirsî gelo ev çi ye û ji çi yekê tê???
Ji me re bersiv dan û hat gotin: ku Nan bi zimanê kurdî ve nayê.
Mixabin,
ev çand di civaka me de belav bû û xwedîderketina li zimanê kurdî ber
bayê ket û kesên xwe binav dikirin ku ew xwediyê pirojeyê netewî ne,
zimanê kurdî ku wek nasnameya netewî tê naskirin paþguh kirin û lê xwedî
jî derneketin.
Ziman li meydanê ma bi tenê û bi tena xwe li ber xwe da û xweragirt.
Tenê resenî û kûrbûna rayên wî di kûrahiya dîrokê de jêre bûn palpiþt û alîkar.