Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020 Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Žerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Rež kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Rež bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Rež bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêž di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye.
Xelata Žerefname her sal ji aliyê Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyenayê
ve ji bo nivîskar û rewženbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo
çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêžkêž dikin, tê diyarîkirin. Înstîtûta
Kurdî xelata xwe ya çand û zimanê kurdî di bin navê “Žerefname” pêžkêž
dike. Žerefname pirtûka dîroka kurdî ya Žerefxanê Bedlîsî ye û carinan
wek "Dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin.
Tê zanîn ku Înstîtûta Çanda
Kurdî ya Viyênayê Xelata Žerefname ya sala 2018an diyarî Prof. Celîlê
Celîl kiribû ji bo rola wî ya balkêž di parastina çand û zimanê kurdî û
bi taybetî folklorê kurdî de û ya sala 2019an jî pêžkêžî nivîskarê
navdar Žahîn Bekirê Soreklî kir.
Konê Rež: rewženbîr, nivîskar û
helbestvanekî kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewženbîr de
mezin bûye. Ji mêj ve ji ziman, folklor û toreya gelê xwe hez kiriye.
Bi dehan berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine wežandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin.
Konê
Rež wekî rewženbîrekî kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye
naskirin, çimkî ew yek ji wan kesên pêžî ye ku di van çil salên dawî de
li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî nivîsandiye û hê jî bi kar û
barên xwe yên nivîsandina bi zimanê kurdî radibe.
Konê Rež, di sala
1953an de li gundê bi navê Doda hatiye ser rûyê dinyê. Navê Konê Rež yê
rasteqîn (Selmanê Osmanê Abdo) ye. Bi sedema kar, xebat û keda wî ya
kurdewarî, ew bi navê (Konê Rež) li seranserî Kurdistanê hatiye
naskirin.
Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam
kiriye‚ pažê li Qamižlo û Hesekêyê lîse ango bakalorya standiye û gelek
hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bike, lê pê re neçûye serî
ta ku di Almanyaya rojava re derketiye.
Ji mêj ve bi ziman, folklor û
toreya gelê xwe mijûl bûye. Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî
de beždar bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt
berhemên wî hatine wežandin û belavkirin.
Ew xwediyê kovara “Gurzek
Gul” bû, li gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta hejmara 10an, dûvre jî wî
bi tena serê xwe berpirsiyariya kovarê hilgirt ser milên xwe ta ku
hejmarên wê gihane 15an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 - 1992an de,
li Qamižloyê, li nav kurdên Binxetê dihat belavkirin.
Konê Rež di
jiyana xwe de ta roja îro gelek xelat standine. Ji wan xelatan: di sala
1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya kurdî Xelata Zêrîn ji
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye, û di sala 2000î de jî, bi
helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewženbîrîyê yê
hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye
xelatkirin. Di sala 2003an de Konê Rež li Amedê beždarî sedsaliya
Cegerxwîn bûye. Konê Rež, ev 15 sal in, endam e di PENa Kurd de, ya ku
žaxeke ji PENa Navnetewî ye.
Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020