Ebdilmecît Þêxo
-1- Gulava hinarokên bedew , Ji çavên xwe yên kor re, min kire derman. Ew þahiyên te mîna lehiyên serxweþ, bi ser giriyên min de ,dilop ,dilop, mîna barana buharê, mîna buharê dilan, dihatin xwarê. Lê ez di xewnên xwe de, mîna zarokekî veciniqîm, dîsan bi kenînên te , bi awaza xilxala lingên te dîsan ez kedî bûm, û di hembêzeke germik de mîna dînekî ne dîn zarokekî ne zarok di xew de çûm ….. -2- Li ser wî girî, li bin wê darê, li ser wê darê, li rex wî latî, li ber gorna pêxember Horî, me dîsan bi hev re gorana Eyþa Îbê istra . -3- Di bêhnvedanekê de te got ; NOÞ ! NOÞ ! Ji bo van mûmên vêketî, Ji bo van hestiyên lewentekirî, Yên Reþîtê Hemo Ji bo van çûkên ber tîþkên rojê de difirin te dîsan got NOÞ! NOÞ ! Lê awaza xilxala lingên te, hîn di guhên min de, dilîzin . Efrîn. Avdar,2011
|