Keça Kurd
Bi şûntermê li darbesta vî xweşmêrî, Ez çi avê bireşênim. Da werekên xwe ez pêre Bi xemgînî birijênim. Zevî-axa hevjiyana me herdûkan Pê av bidim. Dêma gulên Gulîstana bîranînan Ez pê bişom, Ez pê bişom.
Min dî bi lez Ji kanîka herdû çavên Min robarek diherikî. Ji deryaya dilê min pêl Bilind dibûn, Li gerdena hev alihan, Lehî rabûn. Li ser milên hev siwar bûn, Şeka pêlan Bihêz dihat, Dame ber xwe, Wê bi xurtî ez avêtim. Li bahoza evê kêrê, Çeng û perên min şikestin. Ji kûrahî dilê min ve, Birûskekê bi hêz lêda, Rehnî veda, Nehêniyên min vêvirîn, Evîna me, Ya ku ji mêj Di kuncikên bêhemdî de Jibîrkirî Di nav xwîna laşê min de, Ji nû jenî. Soregulên hejêkirin dibişkivîn, Lê ez çibkim pîrhevoka Vê roja reş hembêz kirim. Hevalê min! Xweşpariyê Li nav lêva jiyana min. Ezê îro, Ji tenûra hinavê xwe, Germenanê vê rastiyê bişikênim. Ji dostên xwe naveşêrim: Min nezanî Evîna me Wek volkanên binê erdê Veşartî bû, Bi hêminî ew dikelî Ji nişka ve Li min derbû. Vereşana wê volkana agirînî Laşê min tev kire birîn, Kire birîn. Hevalê min! Di ahenga vê kêrê de, Li govenda xatirxwestin, Kerr û lal im. Nizanim ez şagotinên helbesta xwe Ji kû bênim? Rengê sorî xecxecokên Li Bedena Qamişlokê, Rengê toza li nav cadên Qidûrbegê Bihûnim ez: Keziyên jiyaneke nû, Ji guliyên keskepejên Darheşina ramanên te, Ji kodika dilê te ê mişte hêvî. Nizanim ez Bi çi rengî Herdû çavên xwe kil bikim: Rengê roja çuyî ava Tarîşeva konvedayî Rengê zerî vê payîza pelwerandî ji rengê vê bahoza malwêranî A bêwextî Ji rengê sitûna mala min A şikestî. Di nav mij û morana xemên xwe de Bablîsoka gijgotinan, Li êzingên vê tifika dilşarandî, Ji rengê perên reşqijakê, Vê helbestê bineqşênim. Got û bêjan Wekî sîxên sertûjkirî Di zevîka dilê xwe de Ez diçênim, Ez diçênim. Hevalê min! Dixwazim ez ji vê xewnê hişyar bibim, Ji vî reşê pîrhevokê Ez direvim, Dixwazim ez Ji delavê xwe derkevim, Lê zengilê hiş lê dide, Li kendalên vê rastiyê hildipekim, Dizanim ku ew ne xewn e, Wek nêçîra li nav zikê zihamarî, Di navê de Têm guvaştin. Werekên min Weke pelên vê payîzê Ji derûnê min diweşin. Li pêşwazî vê hewarê, Li erdeke derzîdayî, Bi pêxwasî ez dimeşim, Xunavek ya ji agirî, Li ser laşê minî lawaz, Xweş dibare Xweş dibare.
|