Ronî ELÎ
Berî hingê
Bêrî ku, evîna min
Di gewdeyê aware de
Pêþwaziya
Hastên zamdar
Bike
Sirûtên coþdariyê
Tixûbên helçûnan
Diçewsandin
Dastanên hizr û bîran
Di metirsiyên paþerojê de
Binyatên hedar
Qirdikirin û rûxandin
Berî hingê
Dema ku,
Tîþkên hêviyan
Xwe li dora awatên min
Dipêçandin
Darbestên mandelkirinê
Ji nebûna min re
Dibûne,
Balpiþtê çanda qirkinê
Çirîskên sirûþtiyê
Ji
Hinavên min
Radikþandin
***
Berî hingê
Berî ku,
Navika min bête birîn
Qêrîna jiyanekê
Di geriya min de
Omîdan li darxe
Tîrêjên þanaziyê
Penaber dibûn
Û diperçiqîn
Çimkî,
Zar û zimanê dayika min
Di keflefta hebûnê de
Berxwedana dikirin
412008