Malbata Yezidi
Bedranê Brahîmê Xidirê Yezîdî Roja 30/7/2007, li bajarê Serêkanîyê kiras guhert û xwe spart dilovanîya Yezdanê Mihrîban.
Êþa wendakirina gorbuhiþt Bedran, malbata Brahîmê Xidir e Yezidi, dost û heval û hogir û herkesê ku em nas dikirin bêsînor xemgîn kir.
Gelê me yê bajarê Serêkanîyê û der û dorê, Kurd û Ereb-musulman, fileh û yezîdî/ yên ku karîbûn xwe gihandin cihê behîyê beþdarî vê êþa gran bûn û xemgînîya me parvekirin. Yên ku destên wan nedigihîþt ku xwe bigihînin Serêkanîyê, bi saya ragihandina hemdem, internet, faks. û e-mailan, partî, rêxistin malper û kesên dilsoz û dilxwazên dostanîyê em bi tenê nehiþtin, bi dilovaniya xwe bi rêya ragihandinê êþa me bi me re parvekirin û derdên me bi me dane jibîrkirin, êþa me siviktir kirin.
Em bi navê Malbata Brahîmê Xidirê Yezîdî: Spasîya wan rêxistin û malbat û kes û dost û heval û hogiran dikin ku di rojên tengî û talîyê de em bi tenê nehiþtin û bûn hevparê xema me. Mala we tevan ava be.
Ji we û kes û karên we re temenekî dirêj, bi saxî û zînde, Ji yezdanê Dilovan dixwazin ku mirîyên me tevan bi buhiþta xwe ya berîn þad bike.