Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re

 


Rêber Hebûn

ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e

1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî

Rojhilata navîn di  seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê  ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew  têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar  (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)


Herwisa  ev beza dijwar bê dunde- û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye,  bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.

Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
--------------
1- Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2- Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3- Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.

Û di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê  binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve  bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.

Ew yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî  re .

2- hewildanekî ji  têgihiştina koçberîbûnê

Seyrbûna mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de  bi derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî  û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin berztir dibe di rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên xizanî û milhûriyê ve.

Bê guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok- Mistefa Xelîfe) nûnertiya diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan, işkence û kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew fêrîkirineke ji aliyê deroniya wî re ye, herwiha hestbûna xwestina mirinê bi sedema azarbûnê ve ye, an çi tiştê ku  êş û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde ji êş re qonax û çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê herî bi saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel wê tiştekî ji hestbûna bi azadiya xwedayî  bi saw ve nîne ji ber ku tê pesindan bi rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê kesê pêşwazker yê bawermend de ta li wî pêdivî bike ku bitirse ji bêzariya a di jiyanê  û piştî mirinê  de. (Azariya gorê û  Dojehê.)

3-Bandora cîgeha nû li ser  niştecî

Em peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda ye ligel cîgeha a ku  lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî û xastina wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku guhertina têgeh û reftaran pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş ve berî penaberiyê jiyabûn, lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka nû  di derbarê têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev bikin, zarok zo têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.

Reweşt fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li cîgeha nû  dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne encamekê bi çêbûna qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya welat  yê lê ew kes têde niştecî dibe, têgihiştina mirov bi palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên wî ve û şîrovekirina guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê jîndarê mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi kesayet û alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re û beşdariya di avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û berketiyên wî bi rêya peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne hêsan e ji xwedî serpêhatiyên hevgarî ên serkotkirineke desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn, ev yeka rolên têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê komên serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan ji şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li gel wê serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha derdora nû de bi rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi takekes ve û şîrovekirina paldarî û kiryarên wî ji ber ku gelek girîng e ev yeka  ji bo naskirina aliyê nehêne ji kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê rikeberiyên rewşê û bendên jiyanê  û fişarên wê ,herwiha çendayîyên ên rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov birêve dibin ji gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan xêzên bêçare ne û ew li ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî ne azad e û azadî dimîne nîgaşek,  hizr mijol dike û pir caran ne xuya ye, wateya wê çi ye?

Çawa mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?

Ev pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û metirsî tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne , dema hebûn tune dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi helwest, bûyer û bîrovebûnên wêna  li ser henas ta demekî dirêj ve .

Takekes timî di bîranîna demborînê de  ji reftarên xwe ve qutnabe, bi taybetî ve eger ew demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber ku lêdanên yên derbasî takekes dibin bi demê re neman nabin, lê di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî koma sêwirên takekesî dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de dijîheviyan hembêz dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne rêncbûyî dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî gelek peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin dema xwe li dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt tebitî be û li dor demsalên demborînê û peywendiyên wê pê re bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew metirsî parçeyekî naye veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên xwe bibe, vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re, tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê binasin divê em têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku reqbûna a ku penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê  qut bibe, û jêre xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser xwe ve dizîvire , rastî çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji jiyana xwe dixwaze  tê berketin,ango tiştê wî dihêle geş bimîne û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.

Serpêhatiyên mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe geş bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna kirdeyî de, têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo têgihiştina zikmaka rastiyê bi palpiştbûna li ser seyarana girtinheviyê ji bo baştirînê.

4-Nasnameya serketî di rû nasnameyên barketî de

Cengên nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve diqewime, lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên navxweyî  ên gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û civakên xwe yên resen de didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji rêbaza Islama siyasî re a ku ( Erdoxan 1 nûnertiya wê dike) dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li Elmanyayê jidayikbûn e di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan ve bawer dibe,lê ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li hember her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.

Ew nakokiya a cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê dehf dide, ta bipirse li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi milhûrekî desthilatdar ve bawer dibî û li pey wî diçî, çima venagerî û li welatê ku ew têde serok e najî!?, dewsa tu bi binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan şad dibî?!!.

Welatê ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re têkelbûn e, çawa em dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî têbighin dema tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî dema tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne navendî û yaseyê avabûye de dijî!

Ev yeka me dihêle em agehdar bibin sengerkirina parastvanê nijadperestiyê  bi ramaneke li hember jiyanê û hevjiyana hevbeş napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.

Em cengên nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya girtinheviya mirovî dema bi rêve diçe ji bo parastina taybetmendiyê bi rêya jêbirina taybetmendiya ê beranber ve an pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê zorenga nijadan li ser nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina erdnîgariyê, hatinên xwarinê, gaz û avê .

----------------------
1- Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî ye û serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014 ve.

Ev rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê hilîne û anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk ê helistên bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji ber ku navçe bi girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê diljêçûnê jiyan dike, berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên têkoşîndar û jînî û vexwendina li civakeke zanyar ,xwesteka karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji cenga nasnameyan a vala, eger agirên cengên gewdehî  û devên agir û gullebaranê rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê avakirin ji aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji  damezrandina wê ve girtî ye, li ser bingehên nijadperst û totelîter çi nirxî ji netewên ên pê re dijîn nade, serweriya nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke bingehîn li dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê di ez de li cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî bi rêya hatina ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re ye, û kolekirina pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên hebûna xwe re,ji erd, nasname,ziman û şopên şaristanî ve, pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî pêkanîbûn gerentî dabû ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de, gelek hatibûn e pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an nirxekî baş û
rastîn bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û êdî nema ev yek çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi pêwendiya ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina qirkirina rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina kevineşopên dîrokî  û konewarên şaristanî  li bakûrê Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne û kevineşopên li Amedê ya kevin (Diyar Bekir- Taxa Sûr) û wêrankirina kevineşopên (Eyin Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li navçeyên Kurdistanî  û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê  û artêşa Tirkî re hevkar e ,herdû gelek kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê pêkanîbûn, ji bo bazdana xwedî war û valakirina navçeyan ji xelkên wê ve û koçkirina wê ya berdewam bi aliyê bajarên Tirkî a mezin ve  û hîştina Kurdistanê paşgukirî wek kavilên bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew guhertina kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête veguhêztin li qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di civakê de, bi çandina tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir, gotinekî oveye bicî dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên lawaz û bindest xurtir bû wê rikberiyeke metirsîdar li ser dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma çawa dewleta Tirk hebûna xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya kirîna kesan bi pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve (Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga serxwebûna Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan ve (raperîna Şêx Seîd Bîran sala 1925  pişt re serhildana Seyid Rîza 1937-1939), bi rêya ajotina êlên alîgir ji dewletê re li hember van şoreşan û ev kiryar tê nûjenkirin ji aliyê neviyên Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên parastvanên gundan li hember partiya karkerên Kurdistanê.)

Ji ber vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet dibînin dema dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji hewildanên gewirîn û serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û cengên navxweyî ta dema dûr bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke gerdûnî biçûk ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê ramanên netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam in (Rasta Millî  li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên vala ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê yekê kedên dikin di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û kirina wê mîna sedema parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve ku desthilatên xwedî moreke totelîter li hember çi hewildaneke demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji derveyî sînoran ve radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike ji guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û xwarkirina wê berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên Sinnî û Şêî ve, lê hewildana zorkariya fermî ji dewleta serkotker re ji bo bicîkirina xwesteka  cûdaxwazî an serxwebûnê diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û paşgukirina gellan yên dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza desthilatê bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê xwestekeke lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên navdewletî re lihevhatî be, ji ber ku rastiya dîtina civakeke demukrat pêknaye di bin siha hebûna zorkariya fermî ên van dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî li ser piştrast û erê dikin  tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev yeka jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî re ê bêhtir gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.

5- Tekoşîndariya nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyar

pîşesaziya azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve girêdayî ye di eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji bo jêbirina kêmaniyê û hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê serkeftî an serçûyiya hilgir ji reftarên desthilatê ve yê pê hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê ew şoreş bê têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve  be li gor rêbaza desthilatê.

Berketina me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya me bi sûdê guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî ve dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew , ji ber ku takekes  pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di destpêka çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne çawa ku dixebite ji bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn û tirsê , bi mebest ve hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û paşgukirina wêzimkariyan û belavkirina gendeliyê mîna rêyekê ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji ber vê yekê em zanyarên mêr li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji hevdû cuda ji bo çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê dihêle di nav dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên ricîmên totelîter li wan bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa kiribûn.

Zanyarê azad bi kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve bawer dibe mîna rêyekê ji şiyarbûna  tirsokan ve, û sazîkirina naverokekê ji pirojeyên yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh çêkin ji bo rabûnê.

Rizgarkirina  ji hestê kêmaniyê  li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin ve destpê dike ên dikarin  erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr re parve bikin ji rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li ser rageha azadîbûna takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê an desthilatiyê ve di qata bilind de bi rêya pesindana zanyarê azad û beskirina bişanhildana tek serokî ji bo berhemdana serokên ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
 
Malgirtina bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina wê bi raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê rastiya a gumanî pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr li hember van hewildanan ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana xwe jidestdabûn li pêş dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên wana sotandibûn, eger çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin û cilê çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.

 Mildana cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar re binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî re ye bi rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke niştîmanî, herwisa zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e dabeş û parçekirin û zehmet dibe anîna wan li ser peyv û nerînekê, beşekî ji wan dibin pirojeyên pêrew tenê gotinên xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê tevî (diljêçûna wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne serserîtiyê dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin guhertinê pêkbînin, kesê çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re radike eger berî xwe bide ku derê, bîr dibe amaneke hemî dîmen û bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê xwe de bi taybetî ve qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek dibêje ku cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê hatina koman û tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê tebitî nehêle û ne jî çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê yekê em guhertinên deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de çalak dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî  (Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî hatinrêzên nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin têkelbûn û hevdîtinê sînordar bikin.

Desthilatbûna a li ser civakê pêkhatî, tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de berdide ta wan bike  qurbaniyên lîstoka rev û bazdanê ji rewşa lêketinê ve.

Nijadperestiyê mîna şepêleke ji  aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .

Ew ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera pirkes û kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê xelkê de dihêle ,ên rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên ên ji zorkariya siyasî ve encam didin bi rastiya rabûna nijadperestiyê ve peywendîdar be,  mîna binemayeke jiyanê partî an dewletên ên li berbijariyên mezintir û destketiyan digerin lê xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî bişanhildana dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji bo rabûna nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên civakî yên heyî re, herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û navendîbûna fermandariyê.

Tirsa Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li ser welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî ve li gel dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî mîna şevpestek e  li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne amadekirin li hember hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê nijadperstiya rojhilatnavînî dijminê demukratîbûnê ye û piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye , ê timî ol bi awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna destikekê ji fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya dergeha Islama siyasî ve.

 Nijadperestiya Ewrûpî bersivek bû li hember penaberên ên di welatên wan de niştecî dibin, mebesta min ew nijadperestiya nûjen ê her û her hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind dibe, bê guman cenga navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên wê ve şiyar kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên Islamî bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.

Ew dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî  re yên sînoran derbas kirin .

Çûna bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û peywendiyê  ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê di navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo rêvekirina li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî bîrdozî ve, ta bibe rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi rengekî hêsan ve, ji ber ku çi bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1 1724-1804 dibêje  (wekî zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi dabeşkirina zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew zayendên sipî ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş  lêbelê zayendên sor û hindiyên sor û gelên parzemîna hindî mîna bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve û kêm pêşdikevin li gorî derbirîna wî!.

Feylesofên pêrew ji kar û barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e wan ji bo xwe berfereh bikin û serweriya xwe berdewam bikin.

Em yê Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711- 1776 dibînin dema dibêje bi dûrxistina nijadên ne Ewrûpî  ve û wisa diaxive :

( Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)

Yojîn Fîşer 1874-1967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji seqetan re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî naghe rastiya mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û aştiya afrênerî diçe, ê mebesta min bi wê avakirina stûnên huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo jiyana mirovî a yeksan û pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û bijardeyan û parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna lihevhatî.


----------------


1- Êmanoêl Kent: Ew fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e 1724-1804 , jiyana xwe hemî li bajarê Kunisgbêrg li şanişîna Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi bandorbûn li ser çanda Ewrûpî a nûjen.

2-  Dêvid Heyom: di 26 Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê  sal 1776 de koçkiribû, fêlesof,dîroknas, û aborînasekî Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di felsefa rojavayî  û dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.


Ewrûpa ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî gotina ewê Ferensî Arthir Gûbîno 1  1816- 1882 ê guman dikir ku tekelbûna nijadan û jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna şaristaniyan ve dema dibêje : ( Arîbûn têkdiçe bi rêya têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)

Em îro têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira raberî,raman û berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide , li gel wê zanyarê Birîtanî Tişarliz Darwin 2 1809- 1882 di pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema tewriya xwe pêşdebiribû û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn dabeş bike, ji ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek e zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi jehrên tundirewiya olî û netewî  ve têkçûyî timî bi tembelî û jêrîbûnê ve bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li ser heyînê, dema li ser diljêçûn û nijadperestiyê  û xewinên serketina diravî a nijadî dijîn, ew rêberên dirindîtî ,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin têkelbûnê bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.

Hebûn tenê ji zanyarên jin û mêr re ye ên li pêş rêya xwe astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di navbera jin û mêr de bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn para afrêner e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û pilana li ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.

Netewhezên rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li gor xwe mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê bêne hilkirin, serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.

Va zanyar Curc Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest gîhan astekê ji mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku ew kêmnetew ji çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan hebûnek wanî bi xwe nîne, lê ew di rewşên herî baştir ve tenê derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê carek din têkevin di yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew tu carî bi çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke şaristanî.)
------------
1- Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816- 13 Çirya pêşin 1882 xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî ye.
2- Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk e, li Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça xwe kir.
3- Curc Terabîşî: 1939- 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar, rexnegirekî Sûrî ye.


Wisa civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin, zorkarî mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê mîna rûpêçekî li xwe kiribû.

Zanyarên Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê, hevdîtina mirovî û pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji  nirxê mirovê hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî Kilûd Straws 1 1908- 2009  dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz dike û dibîne :
 ( Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve newe berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta herî dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên parçeyan an koman distînin.)

Berhinde ev piştrastkirineke li ser serkeftina nirxên ronakbîriyê beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û tengiya asoyê wan.

6- Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya siyasî ve

Têkiliyên mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne dabeşkirin, û nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş hezkirina desthilatî û têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.

Ev guhertin û dabezîna di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê pêşbaz ji bo limêjkeriya hêrsê piştgîr kir, peywendiyên qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê xwe girtin û dêmên mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî ya destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke  li ser sertiyê ve cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê jêre an pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû wê ve.

Dirinde li vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz û şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî bibe dîmeneke nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe pê girêdidin bi bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.

 Ev yeka berzbûnekê saz kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û zorengê de û herwiha ji malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan di zîndanê de û pêşwazîkirina wan bi rêya afirandina cûreyekê ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga pêşwazîkirinê (girtîgeha Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina dirindî ve.
-----------
1- Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû nêzî bajarê Tedmurê a çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar  piştî 200 Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin di bin rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi navnokitinê ve girêdayî ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna navdewletî raporekê belav kiribû wê zîndanê pesindan kir ku (hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û derd di dermafê girtiyan de pêkwere.)
Guhertina mirov ta bibe jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn û işk hildikşîne, dibe wêranker, bi rêya azarkirina wî  ji rêya dergeha zorbazî û tolhildanê re, ji ber diyardeya girtiyê siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li ser pêşesazîkirina dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de wana berve dawiya wan dibir.

Azarkirin hat e bikaranîn bi gumana gera li rastiyê û naskirina gunehkar di kevin de, li Yonanistanê û di dema Islamê de û berî wêna, herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê ji parastina keşeya katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên şêstan de ji çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1 ezmûnekê li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên Holûkustê ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn û zanistê deronî a Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû encamekê ku kesên azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin  ji ber ew baş bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî girtî ye  û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve fêrî derdora civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes a serkotker ew sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna wan bi sedema azarkirin û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji ber vê yekê terora dewletî  li ser çi teroreke dijî wê zêdetir dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê dîrokê de distîne, ji bo ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike sertiya bê sînor pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve dikin, li gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de   bi lez ve tê mezinkirin destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.

Rastiya ev yekîtiya dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek derdên dirindî bi xwe re derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî dibistan û zanistê çêkirina mirov bi herdû şaxên wî ve a oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê dûz kiribû li pêş berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji eyarkirina kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne, ên bibûn rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya wana ve hatibûye sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi tiştê vala biramin ji bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna naverokî .
-----------  

1.    Stanlî Mîlgram: (15.08.1933-20.12.1984) zanistvanekî deronî civakî Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
2.    Filîb Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de navdar bû bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana Stanfordê a navdar , gelek pirtûk û gotar di warê zanista deronî nivîsandibû.      

Bê guman ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê rewşê de pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin heye bi cemaweran re têkeve dan û standinê  bi rêya wêje, raman û hunerê ve, pêdiviya vê yekê bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên xwe ligel desthilata siyasî kûritr bike û ji bo pêşesazîkirina biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê şoreşa zanyarî pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe de gendeliyê napejirîne.

Desthilata siyasî rewşeke qayim e di xuristiya xwe de, lê hişmendiya desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi rengekî ramanî ve bi rêya vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo têkel bibin di bîngeha wî de ji jor ve ta binî.

 Ev yeka dibe kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê ,  em wêna bi berdêla bi sûd ve binav dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye şikestin tenê hêdî hêdî û bi rêya ramandina bi geşepêdana hişmendiya afrênerî ve li cem takekes kêmtir dibe , taku bi rê û hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin, ramandin ji derveyî bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî zehmet, berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e bi rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna li ser hizr ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve nîne, ê ku mirovê bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi pirsên xwe re û sînorkirina derbasbûna wê di hundir de ta nebe pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û raperînê re, berhinde reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji jiyanê re  dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji qamebûneke ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê nayê derbaskirin tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û huner bi pêvajoya lihevketina desthilatî ve bandor dibe, li vir em dikarin bibêjin ku zanyar dûrî destwerdanên desthilatan û fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi giştî ve dûrnakevin, tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi aliyê geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li hember wê sekinî.

Ma gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve jêbibin?!

Tenê bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke bîrdozî kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya berê re!? ,an ew desthilatiya nû divê hinek reftarên wê desthilatiya berê bihêle ji ber ku henas fêrî cûreyekî ji fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê veqete, tenê piştî salên ji perwerdekirin û rahênanê?!


Xalek din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve ji bo derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî mirina xwe 1787 behsa şoreşekê dikir dema got:

(Xort wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)

li gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî  hene rê jêre vedikin  ji bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li rexê din zanyarî hene  xelkê bêhtir şiyardikin  bi girsbûna bobelat û felaketên ku li ser wan dimeşin pişt re tevdigerin taku hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde em paşketina ragihandinê dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li Sûrî di dema serokê berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li  hin deveran de mîna Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn qedexebûn, tevî ku niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar de ye  herwiha li Tirkî hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana takekes li ser Intirnêtê rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re a netewî û olî.

Cenga desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê têkçûyî di avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên cîgirbûn û ewlehiyê têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya rewşê ve ,ew  ku hîştibûn berve bijareyên bê dunde û westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango derketina bi zorê ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma siyasî  de kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên jiyanê datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî bi ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî ew armanceke ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina jiyaneke nivyayî bê can ji armancên hişmendiya totelîter e, berhinde helweşîna naverokên xelkê a hatinrêzî nûnertiya alava berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide cîgirbûna wê, dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de çandibû, rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên bi salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî bûn e wê nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad Hicab 1) (Rifet Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û ji bilî wan wek nimûne.
----------------
1.    Riyad Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor 1966, endezyar û siyasetvanekî Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî, herwiha wezîrê çandiniyê bû.
2.    Rifet Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
3.    Ebdulhelîm Xeddam: 15.09.1932- 31.03.2020  yek ji navdartirîn hevalên serokê Sûrî a berê bû.
4.    Esed Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya hêzên ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê derket.

Lê berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û nirxên sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike ku hewayên xweşî û pirjimariya  nijadî û olî biafirînin, ev yeka nema şiyan e di bin siha vê awanteyê de a her tiştî tarûmar kiribû û cîgeheke xuristî ji  çete û teroristan re afirandibû ,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama siyasî a pûç belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî) dewsa desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê siyasî ve û hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan ji wê xêza dîrokî ji serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran re wergirtibû, û serdestkirina  li ser coş û sewdaya wê, nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina jiyanê ve di çêja cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re derbirîn dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina peykeran jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên ku li ser dîwaran nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî lê lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya hizrî a ku rojane tê pêkanîn dihêle bawerî di navbera bîrawerî û hişmendiyan zehmet be bi sedema tirsê ve, ji ber ti pêwîstî nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji ber ku serok nûner e li ser huner, raman û bedewbûnê.

Perwerdekirina şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê ve ji kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî dibirrin ji berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna serokê xêvzana re, taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku zorbazî timî tevgerê lixwedike û beranberî wî jî zorbaziyeke dij derikeve,tundî bi her tiştî ve girêdayî dibe, yek ji balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde yase bi sertiya xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike û kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya peywendiyê ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve dibe de tevderbas dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê koman dehfdabû berve hingemeyê.

Berhinde rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên Kurdistanê dagir dikin de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê serkotkirin rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina sabarekî azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi zimanê dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê ji ricîmên herêmî re, j

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark