Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dermankirina bi Peyvan

 


HUNER BEHZAD CINÊDÎ
 
 Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giþtî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e!  Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji þûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in!


Her ku birîn canê min kûr dike, ya ku berî her tiþtî bi min re dibe alîkar, birînpêçikek ji peyvan e! Û her gava ku henaseya min li min diçike û teng dibe, ez wê bi helbestekê fireh dikim. Û her ku dibînim ku giyan di kûrahiyê de winda dibe, ez wî bi pirtûkekê hildigirim. Dema ku mirov û neysizî  li min kom dibin da ku vîn û hêza min biþkînin, ez þûrê raman û peyvan li hember wan dikiþînim.
Ma karê derûnnas çi ye; ji bilî hewildana kontrolkirina nexweþekî bi dûrxistina hin peyv û ramanên neyînî yên ku giyanê wî dagir kirine û li þûna wan peyv û ramanine din ên spî û erênî yên ku wî ji depresyon û xemxwariyê rizgar dike!
Bi rastî, dermankirina bi peyvan carinan ji dermankirina bi dermanan baþtir e, ji ber ku dermankirinek e mirov ber bi aliyên derûnî û giyanî ve dibe û kalîteya jiyanê baþtir dike û wateyên wê yên bilind kûrtir dike.
Li þûna ku mirov salên xwe yên dirêj bi dermankirina laþî û organîk derbas bike, bi vejandina derûnî dikare jiyaneke kûrtir û paktir bijî.
Hêza peyvan heye ku di giyan û rewþan de dikare bibe wekî erdhejekê, heke ne ji efsûn û hêza wan bûya, xwedê xwe bi raz û ramana xwe bi rengê  peyvan eþkere nedikir û ne jî xwedê peyama xwe bi lêkereke kurt û bitirs dest pê nedikir; ew jî peyva "BIXWÎNE" ye!
Ev cureya ji dermankirinê (bi peyvan) rêbazeke kevin e ku bi hezaran sal berê ji aliyê Misirên kevnar ve hatiye kirin û ev yek di dema Ramses de di slogana li ser dîwarên pirtûkxaneyên Misrê yên kevnar hatiye nivîsandin de diyar dibe:
"Li Vir, Dermankirina Giyanî ye"
Prensesa rehmetî Diana berî mirina xwe diyar kiribû: a ku hîþtiye di nav þer û pirsgirêkên min ên herî dijwar bi Mîr Charles û Koþka Mîrane re bi ser kevim û alîkariya min kiriye pirtûka "Pêxember" a Cibran Xelîl Cibran bû!
Îkonê navneteweyî Nelson Mandela li ser dîwarê zindana xwe çend malik ji helbesteke îngilîzî ya navdar nivîsandibû:
"Ne xema min e ku derî teng e!
Ez xeman naxwim, ku pirtûka dadbaran tije siza ye
Ez xwediyê qedera xwe me
Ez kaptanê canê xwe me"

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark