Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pênûsa min û Þakiro!

 



Ezîz Xemcivîn

Þakiro,
qîrîna ko pelgan diçirîne,
derdê ko derdan bi xembariya xwe dihûne!
"Mîro, hey mîro" ji min re peyva dil e..
"Bira lo bira"
adara evînê kilîtê di destê pênûsê de dilivîne..
"Serbizêrê" guhdêrê,
xatûna welatê afrêneriya hiþ çi dike û bi kû ve diçe?
Þemhilatî, dilber li kû maye
dereng maye, dereng maye!
"Eman hoyoyo",


li qulingê girnijîna min guhdarî bike..
Navê Þahê Þahan ji nikilê çivîkan bibihîze..
Helbest li ber zengeloka zêrîn lal dimîne..
"Lê lê lê evê sibehê"
berê xwe didim zozanê nervînê,
gelo bedþensî ye,
bêhiþî ye an xewnxapandin e?
Dizanî "delîl delîl dilbikul im"
li dîkê pencereyê digerim,
vekerdestê hizirê ji pêjna þiyarbûna min winda dibe!
"Gundo," bila tu ne xirab û ava bî..
Felek ez jî dibêjim te "bo çî te li me wa kir?"
"Lawikê min cindî" bû,
keça min bi eprî, þal û lewendî bû..
Bûka naverasta dilê hêviyê bû..
Li çar hestan cansivikê bi guvik bû..
Ez bê çepik hiþtim,
destê min ji destê gera gerdûnê vebir kir..
"Melûl, melûl siwar im"
bi bahozên demê re gêjgêjok bûme..
Diçim, diçim ha ji poþmaniyê hebin,
gazinde ye,
bi wate hêj dem heye..
Hezkirinê bikin tac,
li ser serê kela xembariyê bicih bikin..
22.02.2024
Ezîz Xemcivîn
(Þakiro: Dengbêjê Kurd ê navdar)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark