Text: Welat Muhemed
Werger: Fewaz Ebdê Di serdemekê de
Mîna geyayê bi aviyê re ketibe semayê,
Mîna kulîlkeke ber bi Buharê ve dibeze
hat
Lerzîna xwe ya yekem hilgirtiye
Ji bo siyeke ku
ji sermayê bêzar bûye, bêriya rokê kiriye
..... û germê rû da
******
Bi þev
em di kolaneke bêdeng re derbas dibin
Lempa wê ya þiyar jibîr dikin
Tê dibûrin
Bi tolhildan ew siyên me vedizilîne...
Û di kêlîkekê de
Em
li pêþiya xwe
siya du destên di guneh de noqbûyî
dibînin!
******
Di serdemeke din de
Mîna awazeke pûç
Mîna xewneke xapînok
hat
Lerzîna xwe ya duwem hilgirtiye
Ji bo siyeke ku
rokê piþta xwe dayê
serme lê vegeriya
..... û mirinê rû da
******
Di kolanê de
Bi tena xwe bi rê ve diçim
Lempe tê bîra min
Hindikî.. Gelekî li bende dimînim
Da siya min vezilîne
Lê ew piþta xwe dide min
û radize..
Ji wê þevê ve
Her êvar
Ez wê dideqdiqînim
Demên dirêj li hember radiwestim
Bi hêviya ku hiþyar bibe
Da dîmena yekemîn gunehê min
li min vegerîne!