Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Esr im,

 



Ezîz Xemcivîn

devê te bi xwîn e!
Mendal im,
pêçeka min nepelîne!
Ji bo lêvên te ez ne ekirok im!
Menar im,
ne mircana li ser sînga porbirikan im,
nefela li biyabanê zordariya we me!


Ronahîyeka dîl im,
eva Newrozê
bi pêçiyên rewanê firiyayî, ronî dikim!
Qeyser im,
ji burca Ezdayetiyê nagerim!
Pêlên mirinê, dest ji serê min berdin,
Zimanê min Kurdî ye,
tîpekê ji zimanê tundrewan ez nizanim!
Piyala janê me,
lê ez ne benî me!
Çinarê,
Newroz e zû ji dayika xwe re sê mûman hil bike!
Çinarê bilezîne,
nameya birîna kûr li ber bayê azadiyê berde!
09.02.2024
........................................................................................
Roja 21.03.2015 Menar(pêncsalî), Qeyser (dusal û nîv) û Esîr 36 rojî)
Tundrewekî Dai hersê zarok bi kotekî ji dêya wan standin pitî demjimêrekê ew li dêya wan vegerandin, mixabin ew zarokên bêguneh jehir dabû wan, bê sûc mirin!
Çinar (xuka ji wan hersêyan mezintir) e.
Dayika wan bi qîrîn û hawar êrî kir û pirsî te bo çî zarok kujtin? Keniya û got: Ev diyariya Newrozê ne ta ko Kurdên gawir tenê ahenga herdu cejnên misilmanan (cejna piçûk û a mezin ) bikin!
(Jêderê pêzanînê lêkolîner Dawid Xetarî, pirtûka Cînosayida Êzîdiyan) الباحث التاريخي - داود مراد ختاري  dawd murad khatari


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark