Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Ristezara Elindê...1.

 


Mizgîn Hesko

Rist....?!  û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be.
An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîşan dide û wan tînê holê.
Bi Ingilîzî= Sentence.
Bi Almanî = Satz.

Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiştekî nuh .
Mirov dikare bi teşiyê....rîsê xwe birêse : wiha jî û di dem û dewranên berê de, dapîr û dayikên me, „Hirî „ bi teşiyê ve dikirin û jê/ BEN/ çêdikirin .


Hêjayî gotinê ye ku Ben/ Werîs /  alaveke girêdanê ye, yan jî, ji bo hevgirtina, hevgirêdana du tiştan tête xebitandin û wiha jî dikare ji bo helawîstkirinê / daleqandinê/ jî pêwîst be.

Di warê zimên de jî hema, hema heman wateyê dide û ji mînakên wê: malbend, kombend, benemal û hwd. Ango girêdana komek ji tişt yan ji kesan bi hev ve.

Benik =  Benik jî, ku benên ziravik û nexişandî ne, berê zarokên sava û nûçêbûyî bi wan dihatin girêdan, ango pêçeka zarokê, ev da ku pişta wî/wê rastir be.
Belê û bi dîtina min û dibe ku şaş bim jî, Ben =Benik jî û ji aliyê Etymolojiyê, nêzîkê vê  jêdera Latînî ye = band, Binde,bindefaden.
Navika jinê jî dikare di heman demê de (ben) be. Ango benê girêdanê di navbera malzaroka dê û navika bebek û hitokê hîn jî ne ji dayik bûyî...?!

Sebaret bi teşiyê û rîsê ku tê ristin, mirovê afrêner jî, gotinên xwe, didirêse û wan bidar ve dike, bi vegotinên herî ciwan, cuda û sosret wan derdibire ..!
Ev vegotin, bi girêdan, bi benên nepenî bi hev ve girêdayî ne û di dawiyê de yek metinê avakirî bi derbirînên cuda tînên holê.
Bêguman û li vir jî... rîs û ristina herî kubar, watedar, xwedan armanc û bedew dikare hişê xwîneran,  bi benikên zêrîn bi xwe ve girê bide.

Hêjayî gotinê ye; ku kurdan û di dem û dewranan de, li gor fêkî ( Sews. mêweyên)  ku di siruştê de heyî, xwarin, vexwarin û şîranî dirist dikirin. Wan jî navikên gwîzan bi darve dikirin û di ava şêrîn yan jî ava hinarê, yan jî ya tirî de dikirin û wiha jî wan Beniyê gwîzan ên xweş çêdikirin. Niha jî ev şêweya şîranî li gundewarên Kurdistanê tên çêkirin, kirîn û firotin jî.
Ristik jî = morîkên ku bidar ve dibin û jin wan ristikan li xwe dikin.
            = wekû xemlê û ji alavên ciwaniyê.

Lalezar- Gulzar yan jî Gulîzar = Ji dema Kilasîkên Kurdan:
Tekez ev gotinên hevdudanî û pêkhatî ji du gotinên xûro bi kurdî, dema ku bi hev ve dibin, tên û wateyeke wiha ciwan î ( nuh) din tînin holê.
Di çarînên Baba Tahirê Uryanî de, mirov zêdeyî carekê li rasta ev ê Lalezarê tê. Ango bi wateya zevî û bistanê Laleyan.
Wiha jî kilasîkên me û di metinên xwe,dubeytî û  ristên stûnî de, Gulîzar bi heman wateyê xebitandine.
Ango zevî, bistan û bexçeyên gulan.
Sebart bi kilasîkên me û rastî û vekirî min bi riya pêkanînê, gotina „Ristezar“  afirandiye. Ango ji Rist û Zar, Ristezar tê û zevî, bistan û bexçeyê ristê yan jî ristan nîşan dide.
Ristezar= بستان السرد
Bi vê yekê û bi vê xebitandina nuh, qet xwe şaş nabînim. Zimanê Kurdî pir kûr û dewlemend e û hişkere dibêjim: ku min ev gotinên nuh û bi zanebûn, dane çêkirin û afirandin, ji ber ku pêdiviyeke û divêt ku bête kirin û nemaze di warên wêjeyê û meydana hunerî de. Ev gotinên nuh ji malbata heman zimanî ne û ji rîsê Kurdî ne. Tekez dizî li vir nîne, lê wêrekî û hewildan heye...!!!


      *Ji Ristezara Elindê = من اشراقة بستان السرد
      * Berhema ku hin caran pê ve mijûl dibim û hin ji nerîn, raman, rojnivîsên xwe tê de dinivîsînim.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark