Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ne bi destê me ye,

 



Ezîz Xemcivîn

xort û keçên me
Þervan in, Girîla û Pêþmerge ne!
Ne bi destê me ye,
em neyarê neyarên xwe ne!
Ne bi destê me ye,
em li ser axeka pîroz çêbûne!
Ne bi destê me ye,
Kaniya kîna me ji kîn û zikreþiya we dizêt!


Ne bi destê me ye,
em nijadperest in, ne olperest in.
Ol û ew pelûl me ji we re hiþtiye!
Bipoþînin,
genî bikin, kedî bikin, bidirînin,
di buxçika hiþê xwe de hilînin!
Ne bi deste me ye,
bi jenîna zirneya azadiyê,
em tûkê bi ser kirêtiya we de davêjin!
Ne bi destê me ye,
rojane zarokên me bi ser dîroka we de dimîzin!
Ne bi destê me ye,
dayik û bavên me nifiran li we dikin!
Ne bi destê me ye,
li ber çavên me hûn ji kevirê xwe ê reþ reþtir bûne!
Ne bi destê me ye,
em çi hêviyê di dostanî û biratiya we de nabînin!
Ne bi destê me ye,
em rihên we ên dirêj,
dikin gêsî û melkes ji cengan re diþînin!
Ne bi destê me ye,
Evînî xwe li me dipêçe û em ji Kurdistana xwe hez dikin!
20.01.2024

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark