Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: end helbestn helbestvan Alman GINO LEINEWEBER ji pirtka w ya bi ziman ngilz Her Tit Rast e

 



Wergerandin: H. M. Hebe

BÊHNVEDAN

Ez ne bîst salî me
Gewdê min jî ne xweik e
Lêbelê
Ez li tetîlê me.


BAV 1

Bavo bavo
Te hem demî barkir

Lê divê te wisa nekiriba
Û divyabû ku te dîsa wisa nekiriba
Te ji bo xatirê kurê xwe çikir

Gava ez di ciwaniya xwe de çûm
Min hewl da ku xwe bibînim.

Lêbelê, min çi dît
Gava li xwe dinêrim
Tu bûyî-her dem tu.


BAV 2

Ew rastî ye.
Mirina bavekî
Bûyera herî girîng e
Di jiyana mirovekî de

Ew dîsa rastî ye
Tu wê yekê nizanî
Heta ku biqewime

îna ku niha diherike
Ku destên xwe di stûyê te re dibe û te himbêz dike
Li ûna bavê te
Dê her dem bi te re bimîne

Tu bextyar bû.
Mirovek hebû ku te jê hez dikir

Ew hest
Dê nemir e.


PENAPER

Hejmareke mezin ji mirovan,
yên ku birçîbûn yan jî li keviya civakê bûn
ber bi cîhaneke din ve hatin kiandin

Bi hêviyên gewre ji ahî û bextewariyê
li ser rêya welatê sozdana pere û dewlemendiyê,
ferq nake ku meriv çawa bi dest bixe.

Zehmet bû kontrolkirina zevbûna gel.

Ew bi sedhezaran bûn
ji gund û bajaran
ji hemû aliyên Ewropayê bi carekê
berê xwe ber bi çihana nû ve kirin.


CIRNIS (TÎMSEH)

Ez ne cirnis im
Ez mirov im
Lê ez ne mirov im
Ji ber ku ez ne cirnis im
Mîna cirnis e
Ne cirnis e
Ji ber ku ew ne mirov e
Her çend ew teqez e
Ger ew mêr bûya
Wî nikarîbû bibe cirnis

Ta radeyekê, weke ku em dibînin cîhana me têra xwe tevlihev e.
Lêbelê, di rewek din de, titên vala hêsantir in.

Li wir ez ne cirnis im û tîmsah jî ne wiha ne.


SIBAT

Rojên meha sibatê herdem kêm tên hejmirandin
Ne wek meha çiriya paî
Meha ku bandorek xemgîn dide
Yan jî meha çileyê pêî
Bi hemû titên xwe yên xwe yên kirîsmisê.

Çile kes bi rastî jê hez nake
Çi rehetiyê dide gava ku ew bi dawî dibe
Ew her dem di meha sibatê de tê dirêj kirin
Ne ji bo hefteyekê an du hefteyan - na
Lê ji çar hefteyên bêtir.

Lêbelê, Sibat meha herî bikêr e
Ronahiya wê hêviyê dide erdê
Û siyên kurtir
Her roj dirêjtir dibin.

Bêyî Sibatê
çiyî din dikare biharê veêre
yan titên din yên raz
ku dikarin bibin sedema
hêviyek mezin ji bo salek xwe.

Û ji bo ku em gencîneyê binirx bibînin
hewl bidin ku çavkî li pit perdê bigerînin
Li ûna ku em tenê li jêr dinihêrin û diherin
Zeft kirin hejandin nalîn
Sar - Berfî – il


KONSERA GIYA

Hûn bi biwêjan dizanin
Guhdariya înbûna giya bikin

Min ji xwe pirsî
Çiqas pêkenok e?

Ez nikarim înbûna giya bibihîzim.
Ez bawer dikim ku tukes nikare.
Ta ku min ramanek ecêb xwend
Ku hinek dewar wê yekê dikarin.

Ba e - pirs ev e
Ew çawa dizanin?

Ma wan dewaran ji wan re got?
Ger wisa be - Kîjan ji wan?


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark