Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Maf..

 


Ezîz Xemcivîn

Miletê me herdem doza mafê xwe dike, di hindirê piraniya Kurdan de dozek heye, navê ewê daxwazê (Maf)e.

Mafxwarinî..
Vêca ev çi ye?
Piraniya Kurdan û bi taybetî çîna rewženbîr û nivîskaran ne tenê maf û çi girêdanên bi maf ve hene binpê dikin..
Di vir de çend mînakan bibêjim, bi qasî wan jî dehcaran li bal min hene, lê ev dê hinekî ji mijarê zelal bike..


Di 2013an de nû hatibûm Elmanyayê, ji bo Festîvala helbesta Kurdî hatim vexwendin, li wir yê wênekêž û vîdyo ji derve de nasekî min bû, pižtî mehrecanê reportacek belav kir, hemû helbestvanên beždar derxistin, tenê movika min an wêne an çi bi min ve girêdayî kamîreya wî nêzîk jî ne bûye, wek ko ez ne li wir bûm!
Zikrežî û kîn, gerek berê nameya karê mirov neguherînin!
Pažî hate bîra min ko bo çi ev tižt kiriye, beriya çend salan ji ewê hevdîtinê min û wî gengežeyeke zimanî kir, min gote wî ev hevok žažitî tê de heye, li min vegerand: Ez mamostayê zimanê Kurdî me û tu ji min re dibêjî tu žaž î!?

Berî nuha dostekî pir nêzîk çendîn car ji min daxwaz kir ko li pirtûka wî vegerim û alîkariya wî bikim!
Di heman daxwazê de jî gotibû ko ez pêžgotinekê ji wî re binivîsînim..
Min got: Pêžgotin ji bo pirtûkeka helbestan ne gerek e, min got jî wê lêveger hinekî dirêj bike, çimkî karê min pir heye! Pižtî çend mehan min pirtûka wî bi lêvegereka hûrbîn jê re žand.
Berî demekê dostê min pirtûka xwe çap kir û li ser Facebookê belav kir, di nivîsandina belavkirinê de spasiya nivîskarekî kiriye ji xwe ew nivîskar jê re ne giring e, çi naveroka pirtûkê ye, lê ya giring navê wî li ser bête nivîsandin, çimkî pêžgotin ji wî re nivîsandiye.
Ji xwe dostê min navê min ne ji dûr ne ji nêzîk ve ne nivîsandiye û ji bîr biriye ko pirtûkekê diyarî min bike!

Nivîskarekî din, ji min xwest li pirtûka wî vegerim, bi rastî ez ne vala me, lê carina dikevim žermê, di dema daxwazê de bi gotina mamoste û mamoste (tev ko ji evê peyvê hez nakim, lê dema karê wan bi dawî dibe, nema bîra gotina mamoste dibin), ez bi hûrbînî lê vegeriyam û min bi sedan žažitî berçav kirin û pižtî min ji wî re žand dîsa got va ye min ew têbînî dirist kirin, ka dîsa eger tu karibî bixwîne!
Min dubare xwend û min ji wî re vegerand!
Pižtî pirtûk çap bû, ew jî ne ji dûr, ne ji nêzîk ve li ser westandina min hîç ne peyivî ye û di ser re jî hevaleka min ji wî pirsî bû, gelo kesek ji te re li pirtûkê vegeriyaye?
Bersiva nivîskarê me: Na, min bi xwe lêveger kiriye!
Bi ser de jî pižtî çend rojan min dît dostekî romana wî belav kiriye û diyarî bi xêznivîsa destê nivîskarê me li ser pirtûkê imze kiriye!

Dema me (Efrînê Evînê) derxist gelek hevpeyivîn, rêportac di derbarê mijarê de çêbûn, digel me hemûyan hevpeyivîn pêk hatin, ji nav me jî kak Zekeriya Efrîn derhênerê berhemê, yek ji wan hevpeyivînan acansa ANF NEWS di nivîskî de nivîsandine: "Dokûmanter bi beždariya hunermend Ezîz Xemcivîn, Brahîm Kêvo, Gare Sazkar, Yara Hebîb, Firîžte Efrîn, Jîn Xelîl, muzîsyen Ehmedê Çep, Mehmûd Horo, Hesen Gênco, Kawa Kalê û derhêner Zekeriya Efrîn ve hate amadekirin."
Ez kirime hunermend, lê di hevpeyivîna vidyo de ji xwe navê me hemûyan ji hevpeyivînê birrîne!
Di malpera Polîtîka jî, hevpeyivîna kak Zekeriya belav kirine, lê navê min hîç di mijarê de nîn e!
Li malpereka din bi navê (Dengê Welat) ew jî bi mixabinî navê hemû hevalên me yên di (Efrînê Evînê) de beždar in, hatine nivîsandin ji bil navê min ne hatiye nivîsandin!
Gelo ev tête çi wateyê, heta kengî em ê wisa dijminê hev bimînin.
Di dema nivîsandina evê mijarê de heman tižtekî wisa bi min re çêbû, lê bi rastî mirov žerm dike binivîsîne..
Bi hêvî me, ev žerê navxweyî, kîn, zikrežî û dijminayetiya Kurdan nemîne!
Bi hêvî me, em ji afrêneriya hevûdu çavtengiyê nekin..
Wêje daristan e, darên piçûk û darên mezin jî dinimîne, lê hemû digel hev daristaneka ciwan dixemilînin..

12.08.2023


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark