Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KIANDINA KURSIY BIN NIGN X SED

 


Zeynelabidin Zinar

orea Neteweyê Kurd a bi serokatiya êx Seîdê Pîranî, li ser daxwaza Rêxistina Azadî dest pê bûye.
Roja 25ê Hezîrana 1925an dema ku êx Seîdê li herêma Deriyê Çiyê ya Amedê, digel 46 hevalên wî xeniqandine, serlekerekî Erebê Mêrdînê bi payeya “baçawî” kursî ji binê nigên êx Seîd kiandiye. Demekurtekê ûnde hêzên Kemalîzmê cenazeyê wî gorbihitî digel wan 46 hevalên wî, birine li cihekî nediyar binax kirine.
Tê gotin ku cenazeyên wan ehîdan, di nêv barîgeheke lekerî ya li nêzê Deriyê Çiyê binax kirine. Û avahiyeke sinemayê jî li serê ava kirine.


Di van salên dawîn de cihê wê sinemayê kirine navendeke bazîrganî û marketeke pir mezin a dewlemend jî di binê balaxaneyê de vekirine. Taqên jorê jî, oqeyên malbatan bûne. Lê di erdheja 6ê Sibata Îsal de, ew avahî bi derbekê rûxiyaye û xisareke mezin jê çêbûye. Lê avahiyên li dorê, xisar nedîtine.
Berî xeniqandina êx Seîd, komîteya Dadgeha Îstiqlalê, di nava xwe de êwirîne û weha biryar dane:
“Li vê herêmê eîra herî xurt, ya Haco Axayê Hevêrkî ye. Em ê bi dostanî wî bînin Diyarbekirê û soz bibinê ku em xisar nadin malbata wî û eîra wî, bila ew jî kursiyê binê nigên êx Seîd bikiîne. Hingê wê Kurd bi hev bikevin û hevûdu bikujin…”
Lê belê Haco Axa û çend eîrên dî, di rê de bûne ku herin alîkariya oreê. Dema ew gehane nêzê navçeya Çinarê, xeber wergirtine ku ore rûxiyaye û êx Seîd jî hatiye girtin. Hema ji wire ew vedigerin û bi çend kesên xuyanî re rast diçin binxetê.
Sal 2007 yan jî 2008 bû, ez li Hewlêrê mêvanê êx erîfê kurê êx Nexî bûm. Axaftina min û wî, her li ser orea 1925an û bapîrê wî bû. êx weha gote min:
. Dema êx Seîd û hevalên wî xeniqandine, lekerekî amirhêzê cendirmeyan bi payeya “baçawî” kursî ji binê nigên êx Seîd kiandiye. Pitre mukafata wî, keçmameke min a 8-9 salî jî wek diyarî dane wî.
Ew baçawî keçmama me biriye û wenda bûye. 7-8 sal berî niha ew keçmam bi tena sere xwe hatiye Amedî û xizmên xwe dîtine. Jê pirsî ne ku ev e 75-80 sal in, çima ew nedihat virê? Gotiye:
. Mêrê min nedihit ku ez werim. Du kurên min hene, mêrê min got “Eger tu herî Diyarbekirê û Kurd bi te bihisin, dê werin min û herdu kurên me jî bikujin.” Pitî ku ew mir, hêj nû va ye ez hatim.
Bêguman hin xal di tarîtiya mêjû de mane û zelal nebûne. Ew xal çendî ku piçûk in jî, lê belê kilîla vekirina deriyan in.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser babetê.

31/ 07/ 2023. 13:16



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark