Konê Reş Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamişlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji şîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamişlo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din alîkarî pê re kir.. Alîkariya min, min dengbêj, çîrokbêj û kalemêrên rîhspî jê re hazir dikirin wek: Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm, Zêdan Bavê Ferîd û gelek ji kalemêrên folklorî..
Di encam de eşqa zimanê Kurdî bi min re mezintir bû û ez jê fêrî danheva
folklorê kurdî bûm.. Bi demê re, carcara min çîrokek, gotinek pêşiyan,
mamikek bibihîsta, di derhal de min dinivîsand. Ev çîrok jî yek ji wa
ye. Rewşa ku îro em têde dijîn ev çîrok anî bîra min, min jî xwest ji we
re bêjim. Min ev çîrok di roja 15/9/1984an de ji devê apê xwe Silo
(Silêmanê Xelîl) girtiye:
Di odeya gund de Hemo û Evdê ra û
tevdîra xwe kirin yek ku ya dinî rojê, bi berbanga sibê re herin
Nisêbînê Aşê Kanîka. Ji ber ku gundê wan dûrî Nisêbînê bû, divîbû di
tariya berbangê de berê xwe bidin Nisêbînê Aşê Kanîka, da ku di vegerê
de dereng nemînin û berî reş têkeve erdê vegerin gundê xwe.
Bi
berbanga sibê re, azana melê re Evdê û jina xwe ji xew şiyar dibin..
Piştî ku Evdê taştêya xwe dixwe, ervanê xwe li ser pişta kera xwe
dişidîne û berê xwe dide taxa Jorî mala hevalê xwe Hemo.. Li ber derê
hewşa wî bang dike: Hemo Hemo ka tu hazirî.. Dereng e em herin.. Nû Hemo
ji xew şiyar bibû.. Hemo lê vedigerîne: Ha ha.. va ez haziriya xwe
dikim.. Hema çariyekê ez taştiya xwe bixwim.. Û bang kebaniya xwe dike;
Keçê! Ma ka ew nîska te kel pê nehat, nekeliya lê..! Da ku çend kevçiyan
têxim ber dilê xwe de? De va ez û Evdê emê ervanê me barkin û li ser
pişta kerê bişidînin, ta wilo tu jî çend hesk nîsk têxe sîtilê de ez bi
rê de bixwim, nanekê du nanan ji bîr neke..
Wiha herdu aşvanî li
ser pêşta kerên xwe siwar, ji gund derketin û berên xwe dan Nisêbînê Aşê
Kanîka.. Ji lez û bezan re Hemo sîtila nîskê bi qoşa kera xwe, ji rexê
destê rastê ve girêdide û li bayê meşê nanekî ji paşila xwe derdixîne,
bi herdu destan hûr dike û diçîne nav satila nîska ku bi qoşa kerê ve
girêdayî ye..
Di wê navê re qelaçek dikeve pêşiya wan de, bi
hilkişandina bi qelaç ve, sîtila nîska Hemo di qoşa kerê re dişemite bin
teriya kerê û ji zora re bi ser satilê de rêx dike.. Hay û bayê Hemo ji
şemitandina sîtilê bin teriya kerê û rêxa wê nîne, her ew bi herdû
destên xwe nan hûr dike û diçîne nav satila nîskê.. Piştî ku qelaç
derbas dikin, destê xwe li sîtilê dipelîne ku nanê di destê xwe de
biçîne nav, sîtilê li cihê wê nabîne, mêze dike ku sîtil çûye bin teriya
kerê, xwe ditewîne û sîtilê li cihê berê vedigerîne, dibîne ku nîska wî
û nan û rêxa kerê tevlîhev bûne, bûye kusp.. Darê xwe li kerê dixe û di
ber xwe de dibêje: Ço kero ço! Ez diçînim nav û tu diçîne nav, ma wê kî
bixwe!.