Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nameyek Ji Kur Min Mro (Celadet) Re!

 


Konê Re

  eva serê sala nû ye.. eva rojbûna te ye.. û ez dûrî te me.. Wey sed carî sala rojbûna te pîroz be.. Rojên te xweî û geî bin.. Kurê min! Çem bi pa de jî dirêj dibe û bi pê de diherike.. Lê qet nasekine.. Sal jî wiha ne.. Jiyan jî wiha ye kurê min.. Pêwîste mirov bi pê de here.. Va em destên xwe ji sala kevin re li ba dikin, xatir jê dixwazin û pêwaziya saleke nû dikin..
  Kurê min! Va tu li Almanya ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û kolanê bajarên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de derbas dibin..


 Tu jî bi armanca tenduristî û xweparastinê, di wan kolanên wê de derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xwe, ge û azad di wan welatên penaberiyê de bibînî.. Belê kurê min, welatê me, bajarê me Qamilo bi hezarê caran ji wan xwetir e, lê sed mixabin ku roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan direvin..!
  Belê kurê min! Çem bi pa de venagere, her û her berê wî li pê e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikîne kurê min, fereceyên xêrê pirr in..
  Kurê min! Di derbasbûna salan de derfet mezin e ku mirov li xwe vegere, li deftera edrêsên xwe vegere, li rojên xwe vegere û rûpelan biqulpîne.. Carekê bikene û carekê bigirî.. Gazindan ji xwe neke û nebêje; gerek ez gur bûma ta ku guran para min nexwara.. Erê poman nebe û ji xwe re bibêje; Civat guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin.
  Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkiandina ser pita wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser pita wî ve bigihîne.. Kurê min, tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..
  Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xwe e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min, sebaretî min, bi min xwe e, tevî nexwebûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim, kurd bimrim û li Qamilo bême veartin.. Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji bajarê min Qamilo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim. Kurê min Celadet (Mîro)! Rojbûna te pîroz be û sersala te pîroz be. Her sal te di xweiyê de te pîroz bikim. Wêne: Carekê ez û kurê xwe Mîro li Beyrûtê bûn.
Konê Re
Qamilo, 31.12.2022



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark