Mahir HesenCiwanin Kurdistana-Tirkî di pîrozkirina Newroza 2022an de, dîsa li bajarê Amed bi niþtîmanperwerî û hez û hestên berz ala pîroz a Netewî ber bi jor ve bilind kirin û bi wêneyên serwer û rêberên me, kolanan xemilandin. Çend hêja ne ku li ser dest û tiliyên wan bakurê welat piþtî êþ û nexweþiyek dûr û kûr dikene û konê þîniyê diçirîne û dîsa Gulîstan û Gul û daristanên Amed , Mêrdîn, Wan, Þernex, Sêrt û Cizîr bi barana ji tavên Þoreþiyê têne avdan, û li ser Ciya û deþtên bakurê welat, li ser lat û zinarên wê, bost bi bost bi tîpên zêrîn navê xwe di nivîsînin û dibêjin va em hene, Omîd û hêvî vegerandin û gelek kêfxweþî belav kirin ji bo pêþerojê.
Gava Ciwanên Kurdên Bakurê Kurdistanê serkeftinek bû ku armanc û
plansazên nemana netewa Kurdî li wî parçeyî gurr kir, û bû hewldan ji
bo avakirina nifþekî dilsoz û resen. Çawa ji kela Amed heya Barzana
berxwedanê, ji Peravê dicle û Ferat bo xup-xupa ava çem û cobarên
Mehabata birîndar, ji Newroza 2022an bo Þoreþa Elûnê û Pêþmergeyên
dilêr, di sînga asmanê welat deng vedan û li hev vedigere û her tiþt bi
kurdî axivî di bin siya Ala netewî de.
Bi dîdariya herî mezin, serê
sibeha Newrozê ve ketine rê û cadeyan da careke din li kolanan govendê
bigerînin û Ala xwe hembêz bikin û girîngiyeke mezin pê dan, û li qada
Newrozê jî Al di aheng û coþ li asta herî bilind bû.
CNK, di kêleka
berevanîkirin ji mafên xwe yên rewa, xwedan roleke girîng in û berçav jî
bûye bo pêþdebirina zanayî û wekhevî û diyar kirin ku tim wê berdwam
bin li ser xebatê bo parastin û bergirîkirin di ber netewa xwe de, û bi
ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de ku Ala xwe biruxînin an jî
dev ji xwestek û daxwazên xwe yên rewa berdin.
Bijî ciwanên netewî yên Kurdistan, bijî ked û hizra we