Nameya nivîskar Bêwara Mela Brahîm di bîrnanîna yobîla zîvîn ya koçadawû ya Mela Ehmedê Namî de.
Þînnameyek di baxê jibîkirinê de, ji Mela Ehmedê Namî re
Gelek caran li ser pira wefadariyê me guldestên rengerng avêtin rûbarên bîranîn û yadiyan.
Lê îro mîna perperîkên mest, me li ser bênderên gundê Tilþeîra Aþîta danîn û bi comerdî me lal, nêrgiz û nesrîn kirin himbêza xwe û vegeriyan goristana Qudûr Beg li bajarê Qamiþlo, da em 25 mûman vêxînin bi helkeftina derbasbûna yûbîla zîvîn ya koçkirina Mela Ehmedê Namî.
Raste ev seredana me ji Melayê hêja Namî û þûnwarên wî re ne xuristî bû, lê ew bi hest, raman û bîrbaweriyên paqij û zelal bûn. Dema me dest bi vêxistina mûman kir. Daxwazname ji ser refikên razanê þiyar bû û rûpelên xwe li ber me vekir û kelogiriyeke melûl hêsirên ziwa barandin û got:
Mela Namî pênûseke pêþeng bû di qada ferheng û toreya kurdî de, lê
talana windabûnê hiþt ko zû roniya vê pênûsê vemire. Bi tenê çend
tîrêjên melûl ji vê roniyê hiþtine û dema mirov pif bike tîrêja (Agirê
Sînema Amûdê) ev agir gurdibe û guliyên wî sor dibe.
Da ko her kes
zanibe em rojên jibîrkirinê bi þevên bîranîn û yadiyan bi ronî dikin û
xewa windabûnê bi þiyariya bandora lehengî û þêrzatiyê dikujin û
diperpitînin.
Sed rehmet li canê Mela Ehmedê Namî û hevalên wî be û buhuþt cî û warê wan be.
Bêwara Mela Brahîm - Qamiþlo 2000.12.10
Helbesta Mela Ehmedê Namî –AZADÎ- bi dengê wî sala 1975an, di dema nexwþiya wî de.
https://www.youtube.com/watch?v=x68Gi8Vo1a4