Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ROMANA NIVÎSKAR NARÎN OMER SEYFEDÎN ”HENASÊN JIYANʔ

 


Lokman Polat

Hem li bakur û hem li rojavayê Kurdistanê her diçe hejmara jinên romannivîser zêde dibe. Romannivîserên jin ên li bakurê Kurdistanê her yek du, sê romanên kurdî nivîsîne. Li rojavayê Kurdistanê jî di serî de romannivîsera jin Vejîna Kurdî û hinek romannivîserên jin ên din her yek çend romanên kurdî afirandine. Niha yek li wan romannivîseran zêde bû, ew jî Xanim Narîn Omer Seyfedîn e.
”Henasên Jiyanê” navê romana Narîn Omer Seyfedîn e. Roman di nav weşanên ”Sersera” de li Almanyayê derketiye û 164 rûpel e. Navê romanê ê tam ”Henasên Jiyanê – Koçberiya bêhenas”e. Nivîskar Narîn romanê diyariyê malbata xwe kiriye. Ebdulhekîm Ehmed Muhamed ji bo romanê pêşgotin nivîsiye. Biradostê Mîtanî jî bi sernavê ”Nêrînên taybet” gotarek nivîsiye û nirxandina xwe pêşkêş kiriye, pirtûkê û nivîskara wê bi kurtahî şîrove kiriye.


Ji navê romanê jî diyar dibe ku mijara romanê henasên koçberiyê ye. Koçberî bûye qedera kurdan. Digel gelek sedeman, bi taybetî jî sedemên siyasî û aborî, di esasê xwe de bêdewletbûnî bingeha sedemên koçberiya kurdan e. Welatê mirov rizgar nebe, gelê mirov azad nebe, zimanê mirov qedexe be, di welatê xwe de mirov li dibîstanê bi zimanê xwe perwerde nebe, statuyeke netewa mirov tunebe, dê bi sedhezaran hemwelatiyên mirov, gelê mirov ji neçarî, ji ber êrişa dagirkeran û dijminên hov bibe koçber, koç bike here welatên Ewropayê, li wir bibe penaber û bi hesreta welatê xwe binale.


Di romana Narîn Xanimê de zahmetiya jiyana koçberiyê, hesreta welat, axîn û nalîna jiyana kambax a penaberiyê tê rave kirin. Nivîskara romanê Xanim Narîn Omer Seyfedîn wek mihendisê/endezyarê civakê, di nav civaka kurd a penaberiyê de neynika hunera wêjeyê li ser civakê digerîne û berxwedana jinê a jiyanê pêşkêşê xwendevanan dike.
Alozî û neheqiyên jiyana penaberiyê, di nav civakê de pirsgirêkên malbatî, pêkanîna adet û toreyên tradîsyona kevnare di berhemeke realîzma civakî û netewî de bi hunereke wêjeyî hatine hunandin û bi şêweya romanê hatiye afirandin.
Roman bi devê vebêj/nivîskar bi hezkirina ji pênûsê dest pê dike. ”Pênûs li ba wê hevalek dilsoz e.” Ew pênûsa xwe dilorîne û pirsa jinan, derd, kul, keder û axînên wan tîne zimên.
Romana Xanim Narîn Omer Seyfedîn romaneke li gor rêbaza şêweya ekola realîzma civakî hatiye afirandin. Di romanê de cîhaneke xeyalî û herweha leheng û kesayetiyên xeyalî tunin, ên rasteqînî hene. Henasên jiyana malbateke bi şêweya realîzma civakî/sosyal realîzm hatiye rave kirin.
Di romanê de mijareke pir girîng, birîneke kûr, êşeke civakî tê qal kirin. Mijara kuştina jinan û herweha kuştina keçan ku alî bav î birayên wan ve, kurapê wan ve têne kuştin di naveroa romanê de cih digre û bûye mijara bingehîn a romanê. Simoyê Selîmo keça xwe kuştiye, hem jî keçika ducanî, yekî bi navê Ferhad keçikê hemîle dihêle û wenda dibe, direve diçe, xwe dide alî. Simoyê Selîmo jî ji bo ku keçik hemîle bûye, Xwedêgiravî leke hatiye ser namûsa wan lewre jî keça xwe dikuje. Ma suc û gunehê keçikê çiye? Ê tawanbar, sucdar Ferhad e. Dema mirov di jiyana rastîn de bûyerên weha dibihîse yan jî di berhemeke wêjeyî/edebî de dixwîne mirov gelek aciz dibe, nerehet dibe, nalet tîne.
Bûyerên weha hov, ji bo Xwedêgiravê namûsê (!) kuştina keç û jinan netenê di nav civaka kurd de heye, ev tişt di nav gelên rojhilata navîn de, di nav kurd, tirk, afgan, arab û farisan de heye. Ev tiştê kirêj û hov bingeha xwe ji ola Îslamê û ji adet, tore û tradîsyonên paşverû ên kevnar yên civakê werdigre. Çi heyf ku herî pir jî di nav kurdan de heye.
Di romanê de malbata ku bûye koçber û li welateke Ewropayê bûne penaber, di nav pêvajoya jiyanê de keça wan ji yekî nemisilman/neîslam hez dike. Bavê keçikê yekî îslamperestekî paşverû ye. Dema diya keçikê jê re dibêje ku keça wan ji xortekî nemisilman hez dike, bav bi tundî li dij derdikeve û keça xwe tehdît dike, dibêje; ”Ez ê te bikujim. Ez qet te nadime wî gawirî.” Tirsa ku ew ê here cehenemê/dojehê wî digre û ji keça xwe re dibêje : ”Ji Xwedê lêborîn bixwaze. Beriya li te were xezebê û felaketê bi ser me de bîne.” De li vî misilmanê ehmeq binêrin, tu bijî qey wekîlê Xwedê/a ye ku li ser navê wî/wê biryar dide. Li gor ehmeqên weha tu dibêjî qey ew qulê Xwedê/a nîn in û Xwedê/a tenê Xwedayê/a misilmanan e.
Keçik ji bavê xwe re dibêje : ”Yabo! Ew soz dide min ku her yek ji me li gorî ola xwe bijî, heta zarokên me jî wê serbest bin di ola xwe de, bivin li ser ya wî bimînin an jî li ser ya min.”
Bav jî dibêje : ”Keçê, ew gawir lawê gawira ye, te divê heta zarokên te jî bibin gawir?.” Keçika bêmiraz û belengaz li hember zordarî û sîtemkariya bavê xwe lawaz dimîne. Bavê keçikê bi birayê xwe re diaxife û paşê ji jina xwe re dibêje ”Min keçikê da kurê/lawê birayê xwe.”
Min jî di pirtûka xwe a bi navê ”Trajediya Evîndaran” de bal kişandibû ser mijara dramayên evîndaran. Min weha gotibû :
” Di dema berê de û niha jî dema dilê keç û xortên ku olên
wan cuda ne dikeve hevûdu, anku aşiqê hev dibin, gelek
pirsgirêk derdikeve pêşiya wan, evîna wan dibe evîneke qedexekirî û piraniya evîndarên ji olên cuda nagîhijin miradê
xwe. Keç û xortên xaçperest, cihû û misilman nikarin bi hevûdu re bizewicin. Kurdên misilman û yên êzîjî nikarin bihevre bizewicin. Evîndar jiyaneke trajîk dijîn, trajedîya
evîndaran dil û kezeb li mirov dişewitîne. Ev roman (Trajediya Evîndaran) bal dikşîne ser vê pirsgirêka qedîm ku hê jî di nav civakên cîhanê de didome.” Belê, di derbarê vê mijarê de, bûyerên dramatîk ku tê serê evîndaran çiqas pirtûk werine weşandin ewqas baş e.

Di romana Xanim Narîn Omer Seyfedîn a bi navê ”Henasên Jiyanê” de keçik ji kurikê xirîstiyan hez dike û bavê Xwedêgiravî misilman li dije û dixwaze wê bi birarzê xwe re bide zewicandin. Zewaca bi mirovên xwe re xeter e, piranî zarok seqet diwelidin. Lê kesên ehmeq, nezan, cahil çi fêm dikin.

Bavê ehmeq, zircahil, dixwaze bi zorê keça xwe bide kurê birayê xwe. Keçik li hemberê vê zewaca bêdil û bizor derdikeve û ji malê direve, li pey dilê xwe diçe. Piştî çûyina keçikê bav û apê wê lê digerin lê ew nabînin. Di malê de bav bi jin û zarokên xwe re pev diçe, gotinên nebaş dibêje, wan tehdît dike.

Piştê demeke keçik ji malbata xwe re name dişîne û sedemê çûyina xwe ku li hemberê biryara şaş a bavê xwe derketiye û niha bi dildarê/evîndarê xwe re ye û baş e, şad û bextewar e.

Bav bi bira û birarzê xwe ve fen û futan û planan çêdike ku keçikê bigrin û bikujin. Piştî demeke derbas dibe, kurapê keçikê ew dikuje û mizgîniya kuştinê ji apê xwe re tîne. Bavê keçikê î kerê ehmeq jî wî pîroz dike. Li ser kuştina keçikê masmediya wê welatî di Radîo, TV û rojnameyan de derbarê bûyera kuştinê de nûçe û şîrove diweşînin. Dibêjin : ” Yê ew kuştî mirov e yan hov e.” Û li ser vê bûyera hov netewa malbatê jî gunehbar dikin, wek neteweyek paşketî û xwînmij didine nîşandan. Hinek jî şîrove dikin ku; nexwe ev malbata paşverû van ramanên di mejiyê xwe de xwedî dikin çima ji sînoran derbas dibin û têne welatên demokratîk û azad. Rastî jî ev kesên îslamî ên hov çima naçin welatên misilman ku di gelekan de şerîata îslamî heye û çima diçine Ewropayê û xwe davêjin bextê gawiran (!).

Di romanê de netewa malbatê diyar nîn e, nabêje ku malbat kurd e, tirk e, arab e yan afgan e. Lê diyar dibe ku misilman e, mêrê malê misilmanekî ehmeq e, paşverû ye.

Ev tiştên ku min li jor di vê gotara xwe de bahs kir, ango kuştina keçikê di beşa yekem a romanê de tê qal kirin. Roman ji sê beşan pêk tê û di beşa du û sê de jî mijarên balkêş û girîng hene. Ji bo nivîs dirêj nebe (min derbarê romana Vejîna Kurd de gotarek nivîsî û weşand hinek xwendevanan ji min re meilname şiyandin û gotin nivîsa te pir dirêj e.) û ji bo ku xwendevan beşa duyem û sêyem meraq bikin, loma jî min behsa wan herdu beşan nekire.

Romana Xanim Narîn Omer Seyfedîn ”Henasên Jiyanê” hêjayê xwendinê ye. Divê xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin. Min xwend, hûn jî bixwînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark