Ibrehîm ŜitloPiraniya wan Kesan derbasî dilovaniya Xwedayê gewre bûne û ez tu pêwîstiyê bi navkirina wan li vir nabînim. Lê ji ber cawaziya yekî ji wan Kesên Çavnebarî û dilreŝ dixwazim ezê weke Nimûne li vir bînim Ziman: Rojekê ji Sala 1964an, ez û Apê Dr. weke her Car li Salonê rûniŝtîbûn, Zengila Derî lêda. Ez rabûm serpiya û Deriyê Malê vekir. Zilamekî bejinbilind,Laŝgirtî, Serî mezin, Lêvê Devê wî pir Balkêŝ…weke yên Yasir Erefat bûn hema bi vekirina Derîre derbasbû kete hundirê Salonê.
Doktor helsa dest da wî, Mîvan jî cihê xwe li hemberî Doktor girt.
Ji Peyva wî Mîvanî ez têgihîŝtim ku ew berê gelek caran Serdana Doktor
kiriye. Piŝtî Bihnekê, berê xwa damin û ji Apê Dr. pirsî: Ev Xort kiye?.
Min berê nedîtiye!
Doktor navê min bi hinek Pesin jê re got. Dûvre Mîvanê me li dû Qehwê gelek nama Xatir xwest û çû. Piŝtî
çend Hefteyan ew Kes hatina xwe du-sê Caran dubarekirin. Lê her Dem ku
Çavên wî li min diketin bi Awîr limin dinêrî.Min nizanîbû ku ev Kesê
Temena wî mîna Bavê min bû ji bo çi wilo bi Awir limin mêzedike, çi ji
min dixwaze?. Ne ji temenê mine !...Ka Çîroka wî çiye? Lê beriya wê Apê min Dr. li ser wî Kesî wilo ji min re got: Ev Mamostê dibistana Seretayîye - Zarokaye, li Helebê dijî, tu wî pir ceddî megre, ew gerare(gelek Peyv û Axaftinê Vala!). Carekê hat, piŝtî runiŝt bi dengekî nexweŝ gote min: tu li vir çidikî? Bavê te ez xistim Hepisxanê, Tu Casûsî tu tê Mala Doktor…? Dr.
Gotinên wî birî û jê xwest ku ew Êriŝî min rawestîne û dengê xwe nizim
bike. Lê Mamoste Heyder H.Q nikanîbû Hêrsa xwe bîtir bigre helsa,bi
dengekî nexweŝ xatir ji Doktor xwest û berê xwe da Derî û Xeyb bû. Piŝtî vê Bûyerê, min Îvara Kira wî ji Bavê xwere bi tevahê nîŝan da. Bavê min ji min re wilo got: *„Lawê
min tu Pêwîstiyê nede gotinên wî, wî Xinizî û sextekarî di der heqê
Dostê min Dadger Omer Kerkuklî - Kurdê Kerkûkêye, Kesekî paqije, ji ber
wê li li ba hemûyan bi hurmet û Rêze. Navê wî:Omer Kerkuklî(‚(Ji ber
Taybetmendiya Çîroka Dilreŝiya wî bi Sextekariya ku di der Heqê Dadger
de kiriya ezê wê di Pirtûkeka cawaz binivisînim).عمر كركوكلي – قاضي
محكمة الإستئناف Zivistana Sala 1966an saleka Sermakî gergîn û pir
bervbû. Rojekê telfunek jimin re hat û ji min re hat gotin ku Mirovek
dixwaze li gel te biaxêfim: Min pirsî: tu ji ku dipeyivî ? Bersiv : ez ji Gundê Ŝiyê telefûndikim. Mîvanê me dixwaze bitere biaxêve. Min gotê, Baŝe, ka bela Mîvan bipeyive : Ez
Memedim, ez Xizmê Musa Anterim, Silavê Birayê te ji Istembûlê ji tere
hene, wî nimra telefûnê da min û gote min ku ji bo Pirtokê ez li gel te
bipeyivim.. Min gotê fermo xwesteka te çiye? Memed: Mamoste Musa
Anter Kitêbek li Istembûlê çapkiriye, çapxane Pirtokê serbestnake ta
Musa Buhayê çapkirinê bitemamî saxneke. Min Sêsed(300) Heb ji Pirtokê
bi xwere anîne ta hûn jî Buhayê wan bidin min ta ez ligel xwe bibim û
vegerim bidim Mamoste Musa. Min jêre got:Bela Mîvandar te li gel çend Pirtokan bigihîne Helebê ba min. Wilo bû, ku piŝtî Du rojan Memed gihîŝte Heleb û min ew bire Mala Dostekî li Suryana Kevin ta ez hêdî hêdî Karê wî bicih bînim. Pirtûka Musa Anter bi navê: KARA YARA – BIRÎNA REŜ bû, biçûk bû. Nîvî bi Tirkî û Nîvî bi Kurdî bû. Min
Partî(Partî Demuqratî – S) agahdarkir û Nimûnek ji Pirtokê li gel xwe
bir û çûm ba Apê Doktor. Piŝtre min Berêz Memed li gelxwe bire ba Doktor
û dûvre jî ducaran me bihevre serdana Mala Doktor kir. Apê Qehreman bi
berzî,Qedr û Hurmet Pêŝwaziya Pêŝkêŝa Mamoste Musa Anter kir. Apê
Hêja bi Nûçeya ji Kurdistana Bakûr Tî û birçî bû, çiqas wî Bersiva
Pirsan ji Berêz Memed li ser Rewŝa Millet,Kesayatî û Tevgerên Kurdî
dibihîstin hîna jî dixwest her guhdarî Mîvanê me bike. Ji Partî, wê
Demê Heval Ebdilrehman Ehmed(ji Gundê Çolaqa-Çiyayê Kurd, lê Helebê
dima) berpirsyarê min bû. Partî bi pêwendiya Musa Anter xebatek pêŝketî
dît û Pirtoka: Birîna Reŝ Ŝîrova Civaka Kurdan dikir, bi taybet Rewŝa Gundiya û belengaziya Cutkoran li Kurdistana baŝûr dida xuyakirin. Li ser Pêŝneyara min,Mîvanê min hêja Memed jî ji Mîvandarê xwe li Gundê Ŝiyê xwest ku hemû Hejmarê Pirtûkê rêke bamin Helebê. Min
hinek Pere ji Doktor, Partî û ji çend Dostên Welatparêz civandin û dane
Berêz Memed – lê ew Pere ne li gora Dilê Memed bûn – lê ji bona ew wan
Peran zû bigihîne Mamoste Musa Anter min ew cardin kire Rêya Gundê Ŝiyê
ku çawa derbasbûbû aliyê Sûryê, wilo jî vegerî û giha Istanbûlê ba
Birayê min – ku navê wî Nurî bû, xwendina Pijîŝkê dikir - û Mamoste Musa
Anter. Serdana Dr.N. Dêrsimî ji hinek Kurd re bi tirs bû, ew bi
Gûman bûn ku Mala Doktor her di bin Çavên Asayîŝa Rêcîma Ŝamê deye, ji
ber wê Çûyîna ba wî yan ji Kesên Niŝtmanperwer an jî Kesên ku ji
Neyaran re Nandoz bûn(Tirkiyê – gelek diyar bû ku Qunsilya Tirkiyê li
Helebê ŝopa Jiyana Qehremanê Dêrsimê dikir). Xwendevanek ji Gundê
Zerka – Çiyayê Kurd, li Bulgaristanê dixwend. Wî jî her ku çawa dihat
Sûriyê serdana Mala Doktor dikir.Navê wî:Henan bû, lê bi:Hananê Zerka
dihat naskirin. Bi dehan Car ez û wî li Salona Doktor rastî hev
dihatin. Kesekî ne wekî her Kesekî bû. Wî gelek Rexne bi tungî li
Bûyerêd di nav Civata Kurdan de dikirin. Pir banga parastina Kultûra
Kurdî – li gora Nêrîna xwe - Cenga Goranîvanan ku hinek Stranên Evînî
siksî – bi tungî dikir.Berêz Hananê Zerka ew Bûyerên nexweŝ weke Tola
Kuŝtinê, Nandozî,Sêxurî,Belvkirina Stranên Siksî, peydabûna Peyayê
Mêrkuj mîna SALAN û pir Bûyerê Nakokî û Bê Bawerî di nav Civata Çiyayê
Kurdan de peydadibû û Roj ji Rojê bîtir dibû bi Asayiŝa Hukumetê,
Qemeqam û Polîsê Herêmê girêdidan. Wî digot:“ Asayîŝê Bulgaristanê –
wê Demê Sytema Bulgaristanê Komînîstî bû – baweriya xwe bi min dike û
hej Rastiya min dike ji ber ku ez kurdekî Dilsoz û ne Endamê tu partiyan
me, ji ber wê jî wan Dabançekî Alman pêŝkêŝî min kirin.“. Xwendavanê
Gundê Zerka gelek Bûyer û Tiŝtên li Bulgaristanê ji mere hewildidan. Li
ser Dem û Dewrana Komela Xwendavanê Kurd li Ewrupa – KSSE - diaxaft,
pir jî Aloziya Perçebûnê û Dubendiya nav Xwendevanan ku çawa hineka bi
Navê Barzanî xwe didan naskirin hinek Xwedevan jî xwe weke:Celalî
dihatin binav kirin. Wî li Salên 1969/1970 xwendin berdabû,li nav
Herêmê digeriya,lêkolîn li ser Rewŝa Civata Kurd, çi Malbat, çi Partî
dikirin. Li Serdana Mala Doktor Bûyer ü Rewŝa Civakî Apê Qehreman bi
Dilferehî guhdarî wî dikir û wilo jî Hananê Zerka her Tiŝtê Dil û Mejîyê
xwe li Pêŝ Doktor hildiweŝand. Li nêzîk Mala Apê Doktor, çend Malên
Kurdan hebûn, weke Xelîl Axa Ŝêx Ismaîl Zade ku Xêzana wî bi pêwendiyek
germ li gel Ferîde Xan hebû, bi Rêya min Berêz Menan Axa Seydo Mêmê ku
Xîzana wî Fehîme Xan – Bingeha wê ji Gundê Mabeta ye - Afretek bi
Rûmmet,Hêz, Niŝtmanperwer ku Hevala me Partî bû bi Alîkariya Fehîme Xan
Menan Axa ligel min sardana Doktor N. Dêrsimî kir û min bi hev û din
dane naskirin. Mixtarên Gundê Metîna û Mamoste Beŝîr Kurd cure,
cure sardana Mala Dr. Nurî Dêrsimî dikirin. Xort, Navsal, Jin, Keç û Mêr
ji her Reng û Ber, lê Dr. Nurî Dêrsimî li ser van Tiŝtan gelek Ŝiyar
û çavdûrbîn bû. Wî jî gelek Caran di vî warî de her ji min re dubare dikir û digot: **„
Lawê min, ez Beyterî me, ez Kesan bi Nêrînê Çavan Ŝîrove dikim,
Nesaxiyê bêyê Pirs û Axaftin dinasim, ez BIL NRZER…BIL NEZER…BIL NEZER
Tiŝtê di serê wan Kesan de dibînim.“ Ji Kesên min bi Rêya Apê
Qehreman Dr. li Mala wî naskirin: Berêz Hesen Huŝyar – Bavê Gurgîn – bû.
Baweriya Doktor pê bilind bû, diyar bû ku Berêz Bavê Gurgîn Dostê
Tevgera Xuybûn bû. Dema ew dihat Mala Doktor bi hatina wî Ŝênayî û
Xweŝî dikete Civata me, Dilê Apê Doktor bi Serdana wî geŝ dibû, ew mîna
Endamekî Malbatê dihate nîŝandan. Berêz Hesen Huŝyar Çavdêrî li ser Mal û Milkê Doktor li dora Dêrîkê dikir. Apê nemir car carna ligel Xêzana xwe serdana Gundê xwe dikir, ŝendsed Donim û Aŝekî wî hebû. Pêwendiya
Apê nemir li gel Dr. Nurddîn Zaza û Esmet Ŝerîf Wanlî berdewam bû.
Doktor Posta xwe j ibo wan bi Rêya Cîreneka wî ku di Qatê bin Mala wî de
dima rêdikirin û tanî. Ew Ŝûfêrê Rêya Bêrûtê bû, Otomobîla wî Marka
Opel habû û di Karê xwede serbixwe bû. Ew Ŝûfêr li gel Malbata xwe gelek
bi çavbilindî û Rêzberî li Doktor û Xêzana wî dinêrîn. Bi derbasbûna
salan re û di nîvê duyemîn ê ŝêstî de 1969,1970,1971,1973, hejmar û
Rengên kesên ku serdana Doktor kirin bi geŝbûna hesta neteweyî re her
diçû bîtir dibû, û hinek kesên girêdayî Partî û Tevgeran jî berê xwe
didan Salona wî. Peyvên li Salona Berêz Dr. N. Dêrsimî bi genelî li
ser Dîroka Kurd û Kurdistanê, Ŝoreŝan, Serhilana Azadiyê û derbarê
çalakiya Neteweyî ya ku di Xortaniya Berêz xwendina zanîngehê de li
Stenbol û navên çalakvan û komeleyên ku wî bi ciwanên Kurd re li
Stenbolê damezrandiye tîne ziman. Mîr Jaladat Ali Badirxan gelek cihê
pesnê bû. Serbilindî, û ew behsa Xebata Malbata Bedirxaniyan dikir û
bûyerên ŝoreŝên li Kurdistanê vedibêje. Apê Berêz li ser Dîroka
Ŝoreŝa Dêrsimê û komkujiyên hovane ku ji hêla artiŝa Tirk ve hatî kirin û
her weha derbarê pêŝkeftinên herî dawî di Ŝoreŝa Kurdistan Iraqê û
Serok Mela Mistefa Barzanî bi gelek dilxwazî ji Mîvanên ku serdana wî
dikirin dida nîŝan. Cudabûna Berêz Celal Talbanî ji Serok Mele Mistefa Barzanî û Dubendiya wan jê re sedema dilêŝ û merema Xemgêniyê bû. Dr.
dilxwaz bû ku Piŝtgêrî bide ŝoreŝa Kurdistana Iraqê û Dûbendî û
Ŝerêbirakujî raweste, Banga Yekîtiyê Hêzê Welatparêzan dikir. Banga wî
ji Berpirsiyarê Kurdan re herdem : Yekîtya Netewî bû. Gotina wî li hemberî Dubendî,Xinizî û Nandozan her dubare dikir û digot : ***„ Êzîdî,Sinnî, Elewî Çî ? Em hamû Kurdin û mane Birçî“ Apê
nemir, Dubendiya Olî,Eŝêrtî û Çînî ji Tevgera Rizgarkirina Kurd û
Kurdistanê weke Jehr dizanî. Min die panzde Salan de li Mala wî û li gel
Daniŝtin, Axaftin û Jiyana wî Rojane ne dît û nebihîst ku pesna taybet
da Olekî, an Çînekê an jî Eŝîretekê û da ser Bercewendiya
Niŝtmanperwerî. Raste, Doktor Nurî Dêrsimî Kurê Ibrehîm Welatiyê
Herêma Dêrsimê bû, Hevalê Seyit Riza û di Serdariya Berxwidana Dêrsim
bû, baŝ jî tê Zanîn ku Kurdê Herêma Dêrsim bi Olê xwe Islam – Elewî
ne,lê Kurdin Kurdistanîne. Banga Doktorê nemir her jî Tolhildana Kurdan
bû. Dêrsim herêmek ji Kurdistanêye, Welatiyên wir jî Beŝek ji Milletê
Kurdin. Apê Dr. xwedî kesayetiyek xurt,awirên tûj bû, pir Baldar û Bîrber bû. ·
*(“Ev Mamosteyê ku Bavê min bi Dadgh Omer Kerkuklî ji bo ku Zarokên wî
bide xwendin dabû nasîn, Sextekarîkî pir qirêj bi serê Hevalê Bavê min
kiribû. Bavê min jî bi Bavê min Kêmasiya Heyder H. Q bi serê Omer
Kerkukli kiribû weke Kêmasî li ser xwe dîtibû û gelek pê nexweŝ bû. Ezê
di Pirtokê de Navê wî bi tevahî bidim xuyakirin û Zar Zîçê wî li Ewrupa
hene ku mixabim gotina Casûs ji Devê Bavê xwe girtibûn û herli dijîtiya
min dikin”) **„BIL NEZER” بالنظر (Peyvek bi Zimanê Erebîye, diyare ew
jî di Xwendina Pijîŝkî de li Zanîngeha Istembûlê bi Kardihat. Çawa her
Kes dizane ku bîtirî Peyvên Tirkan ji Zimanê Biyaniyan birine. Bi piranî
jî ji Zimanê Erebî ye.). *** Merema Doktorê nemir ji Gotina : MANE BIRÇÎ ku Hemû Kurd Birçêyê Rizgarî, Azadî û Serxwebûnê ne“. Ibrehîm Ŝitlo Kurdish&Islamic Studies 20.01.2021
|