Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Siwara dil

 


Gurkan Elhac‎

Dil li ber te ye ber te ye ceger
Gerden zera min xoba rû fener
Dêm bexçê gul e , dev dur û gewher
Beijin balayê ji tayê erer


Siwara dilî por hilî ezman
Þêrîn zarî tu qendî ser ziman
Ji bilî nîn e dara û saman
Zemîn pir þa ye kû tu hêj li ser

Jêdera ristan helbest û hozan
Bûka welatî kanî û zozan
Firiþta canî ji êl û hozan
Bextewarim ez kû tûyî dilber

Ji bo te ev dil hîna lê di xê
Ji bo te gerdûn rokê pê dixê
Li ber te sorgul serî da di xê
Ji buhiþtê tu horiyek bi per

Tu rengê berfî ser gulan xunav
Hingivê þanî sing penîrê xav
Ne bes dil û cerg ser wan, didim çav
Heme li ber min wisa here wer

Tu nirgizekî li serê çiyan
Bihna xwe berda derûn û giyan
Ez dewlemendim tûyî sermiyn
Ber perîþanbim dûrî te bê þer

Kevoka sipî ser banê aþtî
Ji bo te min jîn û jî guvaþtî
Li pêþya te min çiya qelaþtî
Li ser sînga min bi kole çeper

Piyanek bade serê min bada
Bere bigerê ji vir û hade
Bi min re vexwê mey perîzade
Ser mest herin em cîkî bê veger

Ji bin zinaran bin lat û kevir
Were cîhanek dinê ji spihir
Emê hiþ deynin bi kevin bi sir
Bi noþe bi noþe þûþa bi guher

Laþ bi kin dîlan wek pêl û leylan
Herin govenda gul û sumbulan
Li noqê badin destan û milan
Me jev venekê ti ah û keser
Qamiþlo17.10.1997

https://www.facebook.com/gurkan.elhac/videos/10219805903674277/



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark