Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Xewna Bê xwedî

 


Alan Hemo

Zingilê demjimêrê, li ser katî 5-ê sibeha lêdixe, Cengo ji nav nivînên xwe, çeng dibe, bilez dest diavêje þerwal û dikþîne xwe, bikufteluft li odê diçe û tê, ta ko xwe ji çûnê re amede bike. Li hêwanê diya xwe li ser cilka nimêjê dibîne, pê re diaxive û dibêje: Xwedê nimêja te qebûlke yadê, ez dikim herim, îro gelek kar li ba min hene. Îro wê xwepêþandaneke mezin lidarkeve, û divê em amediyên baþ jê re bikin, hêviya diua(lavijan) ji te dikim yadê. Diya wî bidengekî berz dibêje: Alahû Ekber, (Xwedê gewre ye) nîþana erêniyê dide.


Cengo ji mal derket, bi moraleke bilind berî daye cîbicîkirina karê ko jiyana xwe di siya wê de dibîne. Cengo kesekî welatparêz e ta radeya welatperestiyê, çalakiyên li bajarê wî têr nakin, diçe yê gund û bajarokê nêzîk û dûr jî. Alek li newqa wî gerandî, û yek li stiwê wî pêçayî, û yek din, li serê wî girêdayî, û yek dîtir, di dest de, heye. Alên wî ji eînî rengan pêktên, lê bi sembol û nîþanên cûrecûr, hin jê bi stêr e hin bi rok e, hin jê bi das  û çakûç e û hin bi pînûs e. Al tev li xwe pêçane û berî daye xwepêþandanê.
Cengo taliya þevê vegeriya mal, silav li diya xwe kir. Diya wî li ser cilka nimêjê, tizbiya wê di dest de, seleuata dikþîne.
-Xwedê qebûlke yadê.
-Xwedê ji te razî be kurê min, ez ji te re þîvê deynim, tu ne birçîyî?.
- Na, min li wir sendewîþik xwar, ez gelkî westiyayî me, ezê serê xwe deynim û razim.
Cengo serî ser balgîfê danî, û kete xewa giran.
Îro, her çar alî wê li hev rûnin, soz dane ko bibin yek, îro wê þahîk lidarkeve, her aliyekî daxwazên xwe amede kirine, ku bihev re bighêjin yek gotin û yek hilwestê.
- Huþ be, wa derketin ser sehnê.
Li ser kursiyên  xwe, li piþt masê her çar bi cî bûn, û bû çerqçerqa wênekêþa, vê dîroka girîng arþîv dikin, magrîfonên rengereng li ser masê wekû girekî rabûne. Kesên hazir bi coþeke bêhimpa, gotinên aferîn û pesindariyê dighînin wan.
Ez Abê Mamed Oxlo, binavê bakuriyan silavan li we dikim.
Ez Birader Riza Muhemedî, silavên rojhilatiyan digihînim we.
Ez Kak Hacî Eþîrî silaw le bêtan ji baþûrî welat.
Ez Birayê we Hemo Remo  silavên rojavayiyan li we hene.
 Mamed Abê dest biaxaftinê kir, û got: em dibînin ko gereka gotina sereke li ba me be, çumkî hejmar û mezin bûna ciyografî li ba me ye, her wiha paytext li parçê me ye.
Birader Muhemedî bersiva wî dide: parçê me xwedanê pêþîn siyaset û rêbaza nûjen e, û em bawerin wê çêtir be ko biryar li ba me be.
Kak Hacî bersiva herdiwan dide: Birayên xoþewîst,em xwedî perlman û wezaret in,  ji hêleke dî ve ala me bû ye nîþan a her çar perçan.
Hemo bi rebenî li hersiyan vegerand û got: Birayên hêja, gotinên we hersiyan rast in, û wekî birakî biçûk dibînim ko em zimanê xwe biserhev de werînin, û em ji wê dest pê bikin û bibin yek.
Gelî xwiþk û birayên birêz, dû ko me naverok û xêzegirên babetên xwe berçav kirin, em ê derbasî oda girtî bibin, ta ko goftugo û danûstandinên xwe berdewam bikin û bighêjin biryareke bi sûd ji milet re, seata we tevan xweþ be, em hev li taliya kongir dibînin.
Îro mehek di ser kongirê wan re derbas bû, ma ew biryar çawa çê bû? Cengo, bîna xwe fereh ke, a baþ taliya kongir bi biryareke baþ derkevin.
Her çar li ser sehnê rawestiyan, gotina dumahîkê amede kirin. Abê Mamed gavekê bi pêþ de hat, kaxez di dest de û got: Gelî miletê hêja, bi dû guftugoyeke dirêj û aram, em her çar bira li ser helwest û biryarekê bûne yek, û biryara me pêþeroj û dahatûya me diparêze, û em ji miletê xwe bihêvîne ko lê xwedî derkevin, biryara me ew e: Eþehedû ene la îlahe îla alah, we eþhedû ene Mûhemedon resolû alah.
Cengo veciniqî ji xew rabû, bihin çikyayî û dev zuha. Dest avêt peyala avê, ji ber serê xwe, û bi qurtin mezin ava peyalê xelas kir, biheyecan ji nav nivînên xwe çeng bû. Derket hêwanê, dît ko cilka nimêja diya wî li erdê raxistî ye, bi lez rahiþtê û bihêz libakir û bi hemû hêza milê xwe, cilik a nimêjê di pencerê re avêt, û bi dengekî xenoqî bang kir: Biryara we serê we bixwe, û qewla we bi ka be û bi serê we da be...


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark