Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þaxê Zeytonê 

 


Bavê Zozanê

Bi rastî ez  nizanim ji ku destpêbikim ser vê bobelata Turkiyê û þerê wê yê gemar,wisa jî ev hêrîþkirna wê ya hovîtî ser vî bajarokê delal û naz Efrînoka dev li ken warê nebî Horo û çiyayê Kurmance, solava Mîdankê û çolistana Zeytûna, xemkêþa bavê Salah û meyxweþe kevir cenê .
Bêguman ev hêrîþ tiþtekî tenê dide xuyanîkirin ew ji ewe ku tu sînç û rûmet di siyasetê de tuneye û nabe jî pêvî perjewendiyan , wise her dewletek berjewendiyên xwe yê taybet dide pêþ ,vêce korîma yên din kirî ;zarok, jin,sivîl, peyman, soz, nexeme, di vê meydanê bi xwe de, kes wan bi du qiroþê qul nakirê.


Helbet li gorî dîtina minî biçûk ku ev qas dewlet wek guran li ser me kurdan komdibin  çi li Kerkûkê çi li Efrînê sedem ewe ku em kurd bi xwe ne yekin wisa jî  em xwe bi xwe  þerê hev dikin hin destê dijmin digrin hin jî xwe difroþin bi peran,vêce destê bi tenê çepka nadê loma mala kurdî timî dimîne sist û ne berheve,vêce bi yek bahozê tenê re difre û diherife.
Wisa dijmin bi xwe jî bi çavekî biçûk êdî lime dinere ji ber ew dizane bê ka em çend parçene çend nerînin çend serîne loma ser kêfa xwe  bi me dilîzin, baþe Turkiya eþkere dibêje ez þerê treorê dikim ,qê bira gelo pyd ê terore? Eger pyd e teror be vêce gelo Da''''''''''''''''iþ çiye!!
Yan jî dibe hin bêjin pyd ê hevalê Sûriyê ye hevalê rêjîmêye hevalê deselatê ye, çima nexwe sûriye yan rêjîm yan jî deselat destê hevalê xwe nagrê, çilo dihêle li talanê wan bixe ka srewerya welêt? Eger yek bêje dewlet nikare hember Turkiyê rabe, pirs ewe ka hevkarên wê ka hevbendên wê Rûs yan Îran, qê birastî nikarin bersiva Turkiyê bid in?
gelek jî dibêjin ku Pyd parçek ji pkk ye û ji bo vê jî navê terorê bi wan ve  bûye û ji bo vêjî Turkiya þerê wan dike ,çima nexwe  pkk xwe nalevîne ka gelê me yê kurd li kurdistana bakur, çima deng ji wan nayê, eva bû çar roj ku Efrîn tê þewtandin çime  Erd li Amedê kesî  ne hejandin?
Emerîka ya ku þev û rojê kurdan bi serê wê sond dixwar ka wê çikir gelo ,pêþî min got  sînç û mirovatî di bazara siyasetê de tuneye ewqas beza kurdên me ji wanre dikirin qê ber telef çû?
Eger em daxuyaniyên rikberiya Sûrî ji xwe em bixwînên yên ku hatina belav kirin li ser Efrînê bê guman emê bi jehrî bi kevin zeqûm ji wan daxuyaniyan dibarê þofînizim jê diherikê, bi rastî ev kîna reþ ,ev hêrîþa xedar ku li ser Kurdan li ser Efrînê dibe bi alîkariya leþkerê"ne azad"û yardimiya dewletên Ereb û bi bêdengiya dewletên cîhanê ,gelek pirsan ber bi çav dike?!
Biratiya gelan di þerê Efrînêde  me nedît, þûna wê,biratiya Kurdan dive bê qadê, kes me hembêz nakê pêvî çiyayên me pêvî leþkerên me bila kîbin.
Ya rast ewe ku em kurdê Sûrî xirû bê Qendîl û Hewlêr li hev rûnin diyalokek rast ji dil avabikin destê baweriyê bête dirêjkirin di nêvbera herdû encûmenan de,stratîciyek nuh ber bi çav bikin ji ber me dît  û em dibînin jî ku ne sar li wan tê ne jî germ ,me xwîna xwe a paqij li Riqayê rijand ,gotin hûn teroristin û destê hevaltiyê li Istambolê ma da wan gotin hûn perçvanîzmin.
Eger zû em xwe  ji van kortalan  ne derxin dêmek tîmî emê li wan bi terbilin wisa dîrok jî vêce wê dilovaniyê nema li kesî  bike, bila em Guhderz û Ristemê xwebin ji ber ku siwarên xelkê timî peyane. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark