Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: KURDO Û SOLPAQIJKAR

 


Merwan Berekat
 
Bêkariyê û gera li kolanên ew bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de winda dikirin, û carina ji bandora bîranînên welêt wî riya mal þaþ dikir. Erê.. ew bajarê ewropî pir xweþ e, lê mabûna wî li wir þaþ e. Çima çû, koç kir, revî, doza regezxweziyê dike…… Pir kes bersivê dizanin, lê carina tirs dihêle ku bersiv di berîkên mejû de birizin.
Li danê piþt nîvro, li kolana nimre ``24`` ji meþa pir kabên Kurdo sist bûbûn, qatek toz li solên wî yên kevnar girtibû, û rengê wan guhartibû. Çûkên zikê Kurdo hawara birçîbûnê dikirin, di ber wan hawaran re wêneyê dêpîra wî û þîvên wê yên xweþ dibûn kesreke kûûûr û ew di xeyalê de radigerandin.


  Hîn Kurdo di wan bîranînan de dihate kilandin, pihna xweringeha `Þarl` li deriyê pozê wî dixist. Kurdo di cî de, xwe li deriyê xweringehê bada, lê wî nizanîbû ku berîka wî nikare xwerina wê xweringehê bi wî bide xwerin.
Li quzîkeke xweringehê masak û du kes li piþt wê rûniþtibûn û li aliyê rastê yê masê kursiyeke vala hebû. Kurdo çû li ser wê kurisiyê rûniþt. Berî ku ew xwerinê bixweze, solpaqijkarek li nêzîkî maseya wî, bi ciline paqij û lihevhatî rûniþtibû, û nihrînin wî bedena Kurdo dipîvan. Kurdo jê re got: Tu dikarî solên min paqij bikî, û vebrûsînî? Solpaqijkar di cî de dest bi paqijkirina solên Kurdo kir. Ji ber ku Kurdo bala solpaijkar pirtir kiþandibû, wî ji Kurdo pirsî: Ma tu ne ji vî bajarî yî?!
Kurdo got: Na, ez Kurd im, û navê welatê min kurdistan e. Lê mixabin ji sedsalan ve, welatê me dagirkirî û em bindest in. Berî ku Solpaqijkar teka yekê ji solên Kurdo bi dawî bike, wî ji Kurdo pirsî: Ma win Kurd pir in?! Kurdo got: Hahûû, em Kurd pêncî milyon in.
Dema ku solpaqijkar weha bihîst, wî alavên paqijkirinê dane hev, rabû li ser xwe sekinî û ji Kurdo re got: Biborîne, ji min re ne rûmet e, ku ez solên kesekî paqij bikim, û ew ji miletekî be ku ji pêncî milyon kes pêk tê û hin blindest û bê dewlet e. Wî piþta xwe da Kurdo û ji xwerngehê derket.
 
(Kurteçîrok)
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark