Cankurd
Wek qurmekê dara gulê
Her salekê þiqin didim
Tarî û þev min nas dikin
Tîrêjeka rojê me ez...
Min lêv dikin li her deran
Ez dame ser çav û seran
Van Kurd hemî min hezdikin
Hozaneka Xanî me ez…
Her dijminê tariyê me
Rûpeleka þoriþê me
Keçik bi min xwe navdikin
Hêviyeka Kurda me ez…
Ez nakevim bin destê kes
Nabim xulam û malê kes
Zincîra wan ez çirdikim
Wek pêleka derya me ez…
Bona gelan li her deran
Rizgariya hemû kesan
Bo rojeka azadiyê
Tivingeka cengê me ez…
Cejna we me, Newrozime
Ez þoriþ û bahozime
Bo serxwebûnê þer dikim
Pêþmergeyê çiya me ez…
Bona þehîd misk û gulav
Bo bendiyan ezim silav
Hem saz û awazên we me
Hem çakûtê Kawa me ez…