Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Ji bîranînên ACANSA DENGÛBASÊN AMÛDÊ

 


Lewend Dalînî

Îro roja  08/09/2013 Emerîka biryar daye ku êrîþekê bidê li ser çekê Kîmyawî ên rêcîma Sûrî û wê wêranbikê!!??.
Di van rojên dîrokî de, ku herkes mat mayî maye? û li bendeyî; ka wê çi çêbibê û çi çênabê!!??. 
Li Amûd ê çend zilamên temen orte ku jiyanê tevî bi çerxîyekî nakirin;  lê mêrika kurdperwerin û sîyasetmedarin; ew jî; piþtî qedeha diduwan!!??  Maze û Eraqa xwe birin û êvarê li cihekî bakurî bajêr rûniþtin; dest bi vexwarinê kirin û hin bi hin rewþa welat bihevre þîrovekirin!!!!???:


Yekî got: Niha hûn yeqîn dikin ku wê Emerîka li Sûrî xînê gelî camêran?.
Ez dibêjim derewa dikê?
Çima?Ha Ha…Hîn berî deh salan di wexta derbasbûna Îraq ê Abû Azad (George Bush) got: Ezê derbasbim Sûrî jî ; û derew kir?...Yahooo ne derew kir? Lê Cihuwan ew sekinandin ji ber kesî ji vana qenctir nedîtin go haristî yê ji wan re bikin ha?...Tu willo dibêjê? Yekî lê vegerand? Erê camêr? Ma na xwe wey?.
Yabo bi telaq tu jê fêm dikê?!. Û me jî niha fêm kir!?

De ka xwedêkî çi exbarê ehzabên (Partî yên) kurmanca li Sûrî hene û çi hazirî (Amadebûn) ê ji vê hicûma Emerîka re dikin? Yekî lingê xwe veziland û pirsî?
Wey te xwelî li serê wan kirî: Ha hew go te zanîba bê çi kirine û çi nekirine?
Yasîdî ji Zorava li Þam ê heta Dêrikê (Dêrka Hemko) ev kemamê ji bona “Xazatê Sam” li her malekê Kurmanc belakirine û “Xurfak Emelîyata” li her bajarekî çêkirine û qiyadatê ehzaba bi þev û rojê nobet ê dikþînin û itîsalata dikin û mûsaedat ji Kurdistanê û kurmancê Ûropa xwestin; mexzen û Embarên xwe dagirtine ji xwarin û vexwarinê û ha ha li xelkê beladikin!? Bi saya xwedê û serê siyasîyên me heta þeþ meha û belkî salekê jî em ne hewceyî tiþtekî ne? ji vî alî de xema ne xwe camêr!? Ma zaro ev çil sal xebata wan qey ne ji rojek wilo re ye?
Û a hîn ji vê xweþtir maldarên Kurda jî; zêr û perê xwe tevde li belengazên xwe belakirin û ji neçarî çûn ketin konê penaberan de!? Ma ji wilo bêhtir hûn çi di xwazin…..Tu rast dibêjê yan tu heneka dikê?
Yabû Emîna ji min berdayî bê û fitwa wê li cem mala bavê kal tunebê heger ez derewa dikim;  û heger Tu yeqîn nakê jî; va piþtî du sal û nîv di ser sewra (Þoreþa) Sûrî re derbasbûne;  þevê dî ji nûvre kurmanc ketin ew çîka Sûrî? Navê wê çi ye? ITLAFLA ê?  Yekî jêre serast kir; got ITÎLAF ê? Erê erê ew bê xwedî; tim navê wê ji bîra min diçê. Eger wek tu dibêjê; na xwe îþê me qenc e?! Yella bi “SEHTEK” (Nûþ).

Yek ji hevalên wan bêhnefiþk lêketibû, û giha cem wan: Merhaba ji were? Yahoo hûn li kû dê bûn, ev se’etek ez li we digerim? Xêre yekî jê pirsî? Dibêjin sibe Emerîka wê li Sûrî xê û dibêjin wek Helebça wê bê serê me? Û emê tevde bimrin;
Yeqîn bikin ez ne li ber mirina xwe dikevim lê; rû reþîya me wê ew bê, heger ehlê Amûdê li wê dinyayê ji me bi pirsin? Ka çi exbar ê Kurdan û Kurdistan ê hene? ka em ê çi ji wan re bêjin gelî camêran? Û rûniþit. Yekî ji civatê got: Ka qedehekê Eraq bidnê di xuyê hiþê vî camêrî ne li serê wî ye belkî bê ser hiþê xwe û berdewam kir û got:
Tê gelek slava li wan bikê û tê bêjê:
Al hamdû lillah, kêf kêfa me ye? Hingî Kurdistan çêbûne em nema zanin bê emê herin kîjan ê ji wan; Kurdistana Bakur, a Baþûr, a Rojhilat, a Rojava? Li her yekê ji wan ji mere KAMPEK dido çêkirine û ji mere kon vedane? (Wek konê Newrozê), Zarokên me nema di xwînin û  nema bi listikan di lîzin ji xwe re wensa xwe bi miþk û tûpiþkan tînin? Ica sobê mazot ê dane me û kehrebe û av her roj heye; û xwarin û vexwarin tevde belaþin?
Ma xwedê li Cinetê(Buhiþtê) karê wilo bidê we!?.....Tê wilo bi ser bilindayî ji wan re bêjê;  eger bi xêr tu sibehê herê cem wan? Camêrê ku ji nû hatibû,  piþtî qedeha diduwan ji vexwarina Eraqê: Min qenc fêm kir? Ha wilo “MAGO” Min ji tere negot bê qedeha Eraq ê hiþê te nayê sere te!?.

Yahoo niha ka heneka deynin dera ha û ka çi tehlîla we ji derbasbûna Emerîka re heye?
Yekî got: Ez dibêjim Emerîka ne ji bona miletê Sûrî wê vê yekê bikê? Isalmî yê Qaîdê tevde li Sûrî civandine û di 9 ê Eylûlê wê teva bi kujê û heyfa (Tola) 11 ê Eylûlê wexta ku li Emerîka xistin wê ji wan hilînê?.
 Na na… ne wilo ye yekî lê vegerand: Ez dibê hema Emerîka wê lêxê ji bo qewata Sûrî biþkînê; Cihuwan razî  bikê û bêvila Îranê bi firkînê!  Hûn çi dibêjin?
Na lo bi þeref tev lîske..Emerîka henekê xwe bi me dikê? Ma ev du sal û nîv kevir li ser kevir nema;  ji nûvre kuçikê Obama bi xwe hisîya? Ev çi gotine? Yekî qedeha xwe hilda û got: BISEHITKUM YA ÞEBAB.
Þev li wan qar bû her yek ji wan di bê dengî yê de, û di ber vexwarina qedeha xwe re di pûnijî û xilmaþ dibû!?. Gelo wê þiyarbibin an na? kesek nizanê ka rewþa wan wê bibê çi !? weke em ên þiyar em jî nizanin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark