Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: Lerzandinek Havīnī

 


Režad Žeref

Wê ževa havînê dema ezmûnên gižtî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûnižtî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêžiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî ji lažê min, carna aletirîk divemirî û vêdiket moralê min žêlo dikir, bi taybetî roja çûyî min di ezmûnê de xoleyên xirab bi dest xistibû. Ji kêmbûna xewê ez li ser masê diponijîm. Zêrevan pirê caran ez agahdar dikirim û digot: Ma qey te berxik birîne ževînê tu wusa xeware yî!

Cîranê me yê rexê çepê tolek hebû bi navê Toto, wextê min dixwend, ew çend gavekî ji min dûrdiket û mexel dihat. Dema min mijarek ji pirtûka xwe ezber dikir, min jêre digot. Ewê nûz..nûzek nerm dikir, heçko mirov bêje: Ez li ber ketim.
Lê wê ževa dawiyê ji ezmûnê, Toto dereng mabû. Xîz..xîzek ji deriyê cîranê me dihat min dizanî xermûžkên wêne. Terqînî bi derî ket, ew derket kolanê, çavê wê bi lakînê ket. Hinek av jê vexwar , zimanê xwe li dora devê xwe alist, pažê xwe vewežand.

 Pirça wê diçilvilî te digot qey ji germavê derketî ye!
Min banglêkir, qet guh neda min. Bîst gavekî xwe ji min dûrkir, geh mexel dihat, geh radibû û li ser xwere li ezmên dinerî. Min ji xwere texmîn kir: Yan cara pêžî ye stêrkên li ezmana dibûne, yan saloxên baranek havînî di sîngê ezmênde dixwîne, yan nexwe ji min silbû ye!
Ez ji cihê xwe ne livîm. Bêhnek çû, min dît ko tolek biyan bi lez ji dûrve tê, car..caran li žûnxweve dinêre, gehižt dama darê têlê li sîka xwe nerî, xwe vewežand. Toto jê agahdarbû bi lez çû pêžwaziya wî, devê xwe xist guhê wêde tižtek jêre got, min deng nekir. Pažê min guhê xwe vekir ev guftugo dinavbera wande çêbû:
- Žev baž Toto!
- Žev baž Žožo..bi xêr hatî!
- Taxa we pir dûre, bêhna min çikiya, lê nexeme min bêriya te kirye. Qey salê carekî ez dikarim werim mêvandariya te.
- Bi xêr hatî, ez hezdikim heroj te bibûnim
- Bi zorê, min xwe li ser dîwêr re çekkir. Vê gavê xudanê min zanibe ez hatîme vê derê, wê sê rojan min bê av û bê xwarin bihêle.
Toto pozê xwe hildabû jor guhdarî dikir. Žožo nemerdî nekir gut: Mirç û maçek li devê wêda. Wekî tu guldanek ji gulavê bi serde berde, çeng û perên wê sistbûn. Devê xwe avête bineguha wê û bêyî ko fersenda revê bidyê..xwe çkkire ser pižta wê.
Toto bû piçek û dilerizî!
- Tu çima dilerizî, Žožo got?
- Ez ditirsim. Bi vê mêvandariya te çend piçûk wê bên kužtin û ezê werim darvekirin.
- Mane, em heywanin divê tovê me jibo dadweriya jiyanê li dinê bimîne.
- Xudanê te filehe û yê min musilmane.
- Toto mala te ne ava, tu çi dibêjî?
- Ma tu nizanî her heywanek li ser xudanê xwe tê pîvan!
Tolê biyan riya xwe girt û tûj di tariya ževê de wendabû.
Min çîroka wan nivîsî û vegeriyam mal.
 
Režad Žeref
 
Sewêdî

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark