Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Biratî

 



Reþad Þeref - Swêsra

Hevalê minbû, mala wîjî nêzîkî mala minbû. Mebesta min ew 
xaniyê ko lê kirêbû. Pêdivî nedikir ko ez telîfona wî bikim yanjî 
sozekî jê bistînim. 
Dem, ber bi rojavave diçû, bakî germ dihat.Min pêl 
biþkova zengilê derî kir, dengê bilbilekî lawaz ne wek carên 
berê bû, weko bilbilek ji têhna havînê ziwa bûbe. Ez nizanim ji germ û tozê bû, yan ji lawaziya elektrîkê bû!


Min pêjna mirovekî li aliyê din kir, hate li ber derî, lê derî ne vekir. Min li Dora xwe nerî, hinek pîrejin li pêþiya malekî di cehdê de merþik raxistîbûn û ji xwere rûniþtîbûn. Yekê ji wan pîrejinan bi dengekî bilind got: Mamoste, hevalê te ev çend rojin ji mal nederketî!
Min hem pêl biþkova zengil kir, hem bi kulma xwe li derî da. Hevalê min derî vekir, ez ketim hundirê hewþê, min destê xwe avête dikloka deriyê odeya wî ko derbasbibim.. bi destê min girt! Ji nûve min li ruwê wî nerî( tu destê xwe bavêje serê pozê wî, wê canbide) zirav û zuhabûye got: Ez di bextê tede me, ji minre çarekî bibûne, ev gêncê di malde hinek pere ji birayê xwe deyn kiribû ji boyî hinek pêdiviyên xwe, demek çûbû ne karibû lê vegerîne. Birayê wî gilhê wî kiribû, xwe nedabû destê polîsan. Tu dizanî gurçikên bavê min nema îþ dikirin. Vî gêncî gurçikek xwe firote me, jibo deynê xwe bide. Divyabû heftiyekî li ba min bimîne hetanî saxlem bibe û paþê here wê devera ko jê hatî, ez li  ser jiyana wî ditirsim û nizanim çi bikim!?
Di wê germê de min guhdarî wan gotinên zuha dikir, dibû gurme gurma dilê min. Min derî vekir, baweþînek bi giranî dizîvirî, bayek germ li dora xwe dipêça, gêncek hijdeh.. nozdeh salî dirêjkirîbû mêþan avêtibûn li Dora devê wî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark