Hevalo! Em miletekî béwijdan, sextekar ü derewçîn in…!
Tu zanî çi qas em dijminên hev in, ji hev hez nakin…!
Di saxiyê de em gora hev dikolin…
Tu Kurdekî hezkerê Kurdekî nabînî…
Guh nede ev gotinên ko em di mirinê de li ser hev dibêjin …
Ew rûyê me ê derewçîne hevalo…!
Heman hinek ji evan kesên ko xwe li ber te….dixin, eger tu bi saxî di tengayeké de bidîtina, bi destê te nedigirtin…
Ji rewþa xwe binase! Kê ji me seredana te li nexweþxaneyê kir?
Çend þevan em ji ber serê te ranebûne…?
Bizane, rastî tehl e… Guh li nivîsên me neke, tu mirî yî, em ê pesnê te bidin…
Di saxiya te de bûya ü tu di ber me re biçûyayî me yé xwe ji ber te veþarta..
Bila me nebîne hey tiþtekî ji me bixwaze…!!!
Nuha sextekaran bi te bihîst ko tu helbestvanekî hêja yî…!!!
De ne xem e birako…
Kurdek û du Kurd biçin, li bal me derewçînan bîna hev in…
Oxira xêrê be…
26.11.12
Eziz XemcivinHeyfa siwaran ko ji hespé jýyané peya dibin...
Ji bo hevalé min î helbestvan
Arþev Oskan…
Dixwazim bêm..
Tizbiya bîranînan morîk bi morîk
di guldanka hevaltiyê de em parve bikin…
Bila çavên me bi hev re
axaftinên çivîkên þahiyê bi þêraniya dilê te
ji cihanê re biguhêzin…