Di roja 30.10.2012 an de, li Amedê, paytexta Kurdistana bakur, helbestvan û nivîskarê kurd Arjen Arî, ji ber nexwþiya penceþêrê koça dawî kir. Û di roja (31.10.2012) de, ew li Amedê hatiye veþartin.
Erê, ew stûnek bû ji stûnên parastina peyva Kurdî a resen, di bakurî Kurdisanê de.. Bê guman koçkirina wî a wiha bilez ziyanek mezine ji kultur û ferhenga Kurdî re.. Hêj ciwan bû, nû me dest bi xwarina tiriyê wî yê mezrone dikir..!
Sed mixabin ku qeder jî, hezar û yek rêkên wê hene, mirov nizane wê di kîjan rêkê re derbas bibe..
Di roja pêncþemê de (01.11.2012), em dostên wî, ji nivîskar û rewþenbîrên Kurd li Rojava, bajarê Qamiþlo, wek wefadarî ji giyanê wî re, me deriyê þûna koçkirina wî û sersaxiya malbata wî û gelê kurd li bajarê Qamiþlo, taxa xerbî, di hola mîr Celadet Bedirxan de vekir û pêþwaziya serdançiyan kir... Di gel ku me wêneyê wî, bi dîwarên holê ve daliqandin..
Hêjaye gotinê ku nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1956 an de li herêma Omeriyan, gundê Çalê çêbûye, xwendina xwe a pêþîn li gundê Çalê û Nisêbînê bi dawî aniye. Paþê di enstîtuya zimanê tirkî de li Amedê (Diyarbekirê), xwendina xwe qedandiye û bûye mamosteyê zimanê tirkî.. Ji biçûkanî ve mêla wî bi ser zimanê kurdî ve bû. Ji sala 1979 an ve, bi zimanê kurdî nivîsandiye û bi israr bû ku tev nivîsên wî bi zimanê kurdî bin. Û wiha di pirraniya kovar û rojnameyên Kurdistanî de berhemên wî hatine belav kirin.
Erê, tevî ku mamosteyê zimanê tirkî bû, wî tev berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.. Nivîskar û helbestvan Arjen Arî yek bû ji wan nivîskarên Kurdistana bakur yên ku razî nedibûn bi zimanê tirkî binivîsîne, tev nivîsên wî bi zimanê Kurdî bûn û bi israr bû ku bi zimanê Kurdî bin..
Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewþebîriya Kurdî sax be.
Ji pirtûkên wî yên ku hatine çap kirin:
1- Ev Çiya Rû Spî Ne
2- Ramûsana Min Veþartin li Geliyekî
3- Destana Kawa
4- Þêrgele
5- Çil Çarîn
6- Gorî û Bindest
7- Kukîlkên Bihîva
8- Orotîka
9- Bîhoka li Piþt Sînor
10 - Bakurî Helbestê
Konê Reþ, Qamiþlo, 02.11.2012