Brahîm qasim
Pîs mirov Em di jînêda mijûlin her ne çarin bê wezî
Pir mixabin dest li jorin ser nijêrin dest xwezî
Ev çi îman û selatin kû mirov serbest nebin
Dê çikim beheþt di dinya ger nebî ava tezî
Ez di nîva werz ne kolim mey giran serxoþ nebim
Kes nebê ez dîn û þêtim her bi can gorî tebim
Bo çiya cîhan bi xenc û nêrgiz û gul lê nebin
Ger ne noþim av ji lêva ser ne nav bisk û kezî
Gal firoþê vî heyamî bûye lord û xeznedar
Ew mijûlê bo me pîlan bo neyar ew pesnedar
Raperîna ser neyaran jê revîn û bazdidin
Ev xedeng cergî disotî ey dizê werz û rezî
Dêmekî hûn ken û tevzan van birînên min dikin
Þerme kû hûn xo bi navkin dax li kêlên min bidin
Pîs mirovî ey çepel tû wek neyaran bang didî
Mêr kujê çerxê nûyî tû kove tê rev û bezî
kêferata dijminê min vaye lê bû sêkerat
Wê di bin linga bi sotê sêwelek ev hêþerat
Wê ji nû dinya pirojbê bêt xweþî û can bibin
Dîne mêr çerx û felek her pêþ dibin b- xort û lezî
------------
XAME Ser gulê dê her bi nosim tîpe berhem xame ye
Xalekî din pêre danîn ew ne ser sala me ye
Dê çi bêjim vî çerxê nû her dilê min parçe ye
Ev dilê nazik û xemgîn xame jbo wî raweste
Wêne yek tû jêre çêke lêvî dîrok û beste
Jêre mijûl bibe carek vaye hîn dîl û meste
Çûye çerxê top û tankê dîrok tevde belgeye
Bende warim bê hedarim êþ di gel dil belseye
Jan di gel can xo sipartî berhelist û bendeye
Pê nivîsê wî ji xew rak çûye ew dema berê
Enternêt û kompîyoter pêþde çûna leyzerê
Miletan girtîye ezman ew di nasin dane rê
Lê mixabin tim di bêjim gul firoþo dxew deye
Raperîn ser dijminê xo îro çerxê dadgeye
Rabe ser xo wergirî gul va dîyar û gewreye
Dîle gul ez wê di nasim bê xwedî û rêberî
Xame her bo wê bi nose vê biwarê bib serî
Vêxe mûman û þemalê rake tarî jher derî
Berde ser hev cokê avê bête sûlav û gere
Dengê þemþal û bilûrê þev û roj û xawere
Xoþ awazin xan û manin ava lêvan kewsere